Viyan Caf bû hêvênê berxwedanê!
Sêşem 3 Sibat 2026 - 04:00

- Viyan Caf yek ji wan jinên ku ji bo jinan, civak û netewa xwe bedena xwe kirî mertal û li dijî dagirkerî û faşîzmê serî netewandî bû. Ji xeynî têkoşîna azadiya jinê û azadiya gelê xwe û guhertina zihniyeta zilamsalar ya di civakekê de serdest, ti xeyalên wê yên mayîn de nebû.
Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di zarokatiya xwe de zordestiya pergala civakî nas dike û her tim bi zihniyeta kevneperest a ku jinan kiriye asteng û bê îrade re rû bi rû dimîne. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên PKK’ê dibe. Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide. Lê, malbat li dijî radibe. Malbata Viyan ji bo wê paşde vegerînin her cûre hewldanê didin lê, nikarin Viyanê ji rêya wê vegerînin. Malbat rayedarên PKK’ê jî tengav dike da keça wan bizivirînin. PKK jî dibêje, va hun û keça xwe hev îqna bikin. Viyan, derdikeve pêş malbatê û wiha dibêje:“Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim”.
Temeneke kurt lê watedar
Têkoşîn û lêpirsînên Viyan bi beşdarbûna nava PKK’ê re vegûherî qonaxeke hîn dijwartir û bilindtir. Tevî temenê xwe yê ciwan xwedî kesayeteke têr û tijîbû. Her kêliyeke xwe bi wate û dagirtî derbas dikir. Temeneke kurt lê, watedar jiyan kir. Temenê xwe ciwan bû lê, di demeke kurt de bû kesayeteke pêşeng a Başûrê Kurdistanê. Li dijî êrişên hindir û navxweyî yên li hember felsefe û fikrê Apoyî têkoşîneke bê eman da.
Viyan Caf di sala 1998’an de beşdarî konferansa Başûrê Kurdistanê dibe. Piştre weke weke kandoreyekê di sala 2000’an de beşdarî konferansa Rojhilatê Kurdistanê ya li Qendîlê dibe. Piştî vê konferansê tevlî xebatên rêxistinî yên Rojhilatê Kurdistanê dibe û di demekî nêz de dikeve dilê gel de û rolekî dîrokî dibîne. Weke Endama Damezirandina ‘Tevgera Çareseriya Demokratîk’ tê erkdar kirin. Piştre di sala 2002’an de beşdarî yekemîn Kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) dibe. Weke endama Rêveberî û Polîtboruyê erk digire.
Qelemeke tûj û nivîskareke wêrek
Di heman demê de nivîskarek jêhatî bû û xwedî pênûseke xurt bû ji bo çareserkirina pirsgirêkan de, bi taybetî di derbarê pirsgirêk û azadiya jinên Kurd û pirsgirêkên rewşenbîrî, siyasî û civakî de, pêşengiya jinên Başûr kir. Viyan Caf di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê de û gelê Başûrê Kurdistanê de bi roleke pêşeng rabû û xizmetê ji azadiya gelê xwe û jinan re kir. Di sala 2004’an de di nava komîteya ji nûve avakirina PKK’ê de cih girt. Yek ji wan 12 kesên Rêberê PKK’ê pejirandibû PKK’ê ji nûve ava bikin de jî Viyan Caf bû. Viyan Caf baweriyeke mezin a tevgerê û hevalên xwe girtibû. Çavkaniya bawerî û hevaltiyê bû. Di rêveberiya PKK’ê û fermandariya YJA-Star’ê de cih digirt.
Bersiva komployê da
Viyan Soran şeva 1 li ser 2’yê Sibatê sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêber APO û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayî lidarxist û li pey xwe jî çend name hişt û ev peyam da:“Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye. Çarenûsa her parçeyek Kurdistanê wek goşt û nînok biheve girêdaye. Li ser vê bingehê bang li gelê Kurd yê Başûr dikim bêdengî û bê berpirsyartî li beramberê şoreşa Bakurê Kurdistanê nepejirînin. Ji ber ku bêdengî mirinê bi xwere tîne.”
Ruhê Viyan niha li Rojava ye
Viyan Soran ew jina şoreşger û pêşeng ji Silêmaniyê berê xwe da çiyayên azad yên Kurdistanê bi çalakiyeke fedayî mohra xwe li têkoşîna azadiya gelê Kurd da. Îro jî ew ruhê şehîd Viyan bûye hêvênê berxwedana dîrokî ya ji Başûr heta Rojavayê Kurdistanê. Di êrişên hovane yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye, DAIŞ’ê û dewleta Tirk ya li Rojavyaê Kurdistanê herî zêde êriş biriye ser jina ku sembola têkoşîna azadiyê û parêzvanên nirxê û rûmeta civakê ne. Li dijî van êrişan jinên Kurd bi ruhê Viyan Soran li eniyên pêş yên şer, dîsa kolan û qadan bi heman ruhî li ber xwe didin.
NAVENDA NÛÇEYAN















