Şopdarê azadiyê: Azîz Koyluoglu

Çarşem 28 Çile 2026 - 03:30

  • Salek bi ser şehîdbûna rojnameger Azîz Koyluoglu re derbas dibe, ew ezîzê heval û gelê xwe bû. 32 salan bi çavên kamera û pênûsa xwe li dijî dagirkerî, neheqî û zilmê şer kir. Îro bi sedan hevrêyên wî li ser şopa heqîqetê dimeşin û pênûs û kameraya wan li erdê nehiştine.

Rojnameger Azîz Koyluoglu ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, 32 salên jiyana xwe li her bostek erdê Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û lêgerîna heqîqetê derbas kir.

Têkoşer, kedkarê çapemeniya azad û lêgerînvanê heqîqetê Azîz Koyluoglu, di 27'ê Çileya 2025'an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrişek dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Têkoşer û rojnameger Azîz Koyluoglu ku 25 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexta lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinara Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di sala 1976'an de ji dayik bûye.

Di nava malbatek welatparêz de, bi çanda berxwedanê ya Şêx Seîd û Mazlûm Dogan mezin dibe. Lewma hîn di temenê xwe yê biçûk de rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir, ket pey lêgerîna heqîqetê.

Wekî her Kurdekî welatparêz, ew jî dikeve ser rêya heqîqetê, li gundê xwe dest bi têkoşîna jiyanê dike. Ji ber xebat û têkoşîna xwe gelek caran dikeve zindanê. Di 16 saliya xwe de bi îşkence û zordariya dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Lê wî biryara xwe ya jiyanek azad ji zû ve dabû û bersiva wî dibe mezinkirina têkoşînê.

Azîz Koyluoglu, li ser vê mijarê wiha dibêje; “Di temenê zarokatiyê de ez girtim û avêtim zindanê, weke gelek zarokên Kurd îşkence û zorî li min kirin. Min fam kir bêyî azadî jiyan nabe li Kurdistanê.”

Azîz Koyluoglu di sala 1994'an de li Amedê dest bi kar û xebata şoreşgeriyê dike, piştre derbasî metrepolên Tirkiyeyê dibe û li wê derê careke din tê girtin.

Ji sala 1996'an heta sala 1998'an 3 caran tê girtin û di nava tarîtiya zinadanê de li ber xwe dide, teslîm nabe û soza daye Mazlûman bi cîh tîne.

Piştî tê berdan, bi biryardariyeke mezintir meşa xwe ya azadiyê didomîne. Bi coş, heyecan dibe rêwiyê riya heqîqetê, bênavber têdikoşe ku heqîqeta dijminên Kurdan raxe ber çavan û civakê ronî bike.

Di sala 2000'î de Azîz Koyluoglu, weke rojnameger û lêgerînerek rastiyê, li Herêmên Parastina Medyayê, li deverên Qendîl, Xakurkê, Xinêrê têkoşîn û jiyana endamên Tevgera Azadiyê bi dîmen, wêne û nîvisan ji raya giştî re radigihîne.

Bi salan bi eşqeke mezin, ji çiyayekî derbasî çiyayekî din dibe, bi nivîs, gotar û kameraya xwe berxwedan û lehengiya li çiyayên azad nîşanî cîhanê da, bû dengê rastiyê. Azîz Koyluoglu di nava hevalên xwe de wekî kesayetek dilnizim, parveker û kedkar tê zanîn, li her cihekî ku têkoşîna jiyanek azad hebû, berê xwe dida wir.

Dema ku li Rojava Şoreşa 19'ê Tîrmehê (2012) dest pê kir, ew jî di sala 2013'an de berê xwe dide qada şoreşê. Li gelek bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê digere, nas dike û şoreşê ji cîhanê re radigihîne.

Di sala 2018'an de wexta ku dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, Azîz jî bêyî dudilî berê xwe dide Çiyayê Kurmênc û berxwedana serdemê ku 58 rojan dom kir, şopand. Her wiha hovîtiya ku hate kirin nîşanî hemû cîhanê da.

Wexta ku dewleta Tirk sala 2019'an êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir jî Azîz vê carê li wir bû. Bi kamera, nivîs û nûçeyên xwe vê carê hovîtî û berxwedana li dijî wê ragihand.

Azîz Koyluoglu, karê xwe yê rojnamegeriyê li Başûrê Kurdistanê jî li ser riya eşkerekirina heqîqetê meşand. Ji Hewlêr heta Kerkukê û Silêmanî rastiyên siyasî, civakî, leşkerî şopandin, ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re ragihand.

Di dema li Başûrê Kurdistanê bû, rêya rastiyê ji bo hevpîşeyên xwe ronî dikir bûbû yek ji bingehê Ragihandina Azad ji bo perwerdekirina rojnamegeran. Wî bi hevrêtî û pîvanên exlaqî têkilî bi hevalên xwe re datinî, li ser hîmê hezkirina xak û welat mirov perwerde dikir. Di hemû qonaxên karê ragihandinê de berpirsyarî girtibû. Bi dehan rojnameger perwerde kiriye.

Dema ku rojnameger Azîz Koyluoglu li ser erka xwe ya rojnamegeriyê bû 27'ê Çileya 2025'an li gundê Girdecan ê nêzîkî bajarokê Çarqûrne ya ser bi navçeya Ranyayê ya girêdayî îdareya Raperîn di encama êrişa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de û destê xiyanetkaran hate qetilkirin.

Ew her tim çira ne

Azîz Koyluoglu, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Mirad Mîrza, Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Seyîd Evran, Karwan Horam, Denîz Firat û Agir Ban ên ku canê xwe di oxira heqîqetê de feda kirine, wê her tim di dil û mêjiyê azadîxwazan de bimînin. Ji bo rojnameger û çapemeniya azad jî, ew her tim çirayek in ku her dem rêya kedkarên ragihandinê ronî dikin. Wê rêbaza wan a xebatê her tim ji aliyê hevrêyên wan ve were şopandin.

AW / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.