Îmhaya bi agir û vejîna nû
În 29 Gulan 2026 - 16:00

- Merasîma 11’ê Tîrmehê ya fesixkirina PKK’ê ne tunebûn, bidawîbûn, nûneriya detspêka nû û veguherînê bû. Brovajî mînakên çekberdanê yên cîhanê, çek radestê rayedarên dewlet an jî saziyekê nehat kirin. Agirê ku di mîtolojî û dîroka Kurdan de xwedî cîhekî girîng e, ji bo merasîma îmhayê hatibû tercîhkirin.
Agir ku ji bo Kurdan û di dîroka Rojhilata Navîn de xwedî baweriyek girîng e, pîroz tê dîtin. Di Zerduştiyê de li gel perestina agir, bi kurdên Elewî û kurdên Êzidî re jî wek bawerî, ligel hemû Kurdan jî cihekî girîng digire. Zumrudu Anka ku yek ji karekterê mîtolojiya Rojhilata Navîn e, bi navê din Sîmurg jî sembola nemirî û bêdawîbûnê ye. Zumrudu Anka ku di daraza zanînê ya pîroz de xwe bi agir pêça, ji koza xwe ji nûve vejiya û nûbûnê, ji nûve avakirinê tesmîl dike.
Wateyek din a bi agir îmhakirina çekan, Agirê Newrozê ku di alî dîroka berxwedana Kurdan de cihekî girîng digire ye. Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqê zalim têkoşînê dimeşîne û bi agirê li serê çiyê vêdixe serkeftina xwe îlan dike û li dijî binpêkirinê vejîna nû jî dide destpêkirin. Di 11’ê Tîrmehê de piştî çek kirin çanaxekê, bi agirê ku ji aliyê Besê Hozat û Behzat Çarçel ve hat pêxistin hat îmhakirn û vê jî vejîna nû gur kir.
Pêşengiya jinê
Yek esasê ku merasîm cuda kir bi pêşengiya jinê pêk hatin bû. Bêguman Tevgera Azaiya kurd a bi pêşengiya Abdullah Ocalan, bi pespektîfa jin ne azad bin civak jî ne azad in têkoşîn meşandiye. Li vê axa ku jin hatiye kolekirin, qetilkirin, tunekirin ji nû ve vejîn esas hatiye girtin. Dîroka têkoşîna azadiyê di heman demê de dîroka azadiya jinê ye û perspektîfa hemû xebatê jîneolojiyê ava dike. Ez dixwazim balê bikşînim ser girîngiya pêşengiya jinê ya di vê merasîmê de. Tevgera Azadiya Kurd bê guman bi paradîgmaya xwe li cîhanê hatiye nasîn; lê globalbûna wê zêdetir li ser têkoşîna azadiya jinê pêk hatiye.Têkoşîna jinan a li dijî DAIŞ’ê li hemû cîhanê deng daye û ev têkoşîn ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Bi serhildana li Îranê re felsefeya 'Jin jiyan azadî' gerdunî bû.
Besê Hozat di merasîmê de tenê berpirsyariya daxuyaniya li ser navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk negirtiye ser xwe, pêşengiya veguherînê jî kiriye. Di alî tevgerê de çek ji dewrê derxistin ne hêsan, rutîn an jî rewşeke ji rêzê ye. Ji bo vê îrade û baweriyek mezin hewce dike.
Jina di asta bindestiyê de di vê têkoşîna ku 47 sal bezandiye de bi xwe re mêr û civak jî guhertiye. Jinên di tevgerê de azad bûne axa koletiyê avêtine û veguheriye damarê xwedawendî û kokên jinê. Rola wê ya pêşeng a di veguherîna civakê de ew kir pêşenga têkoşînê jî. Bê guman vê pêşengiyê di temamiya têkoşînê de rolek mezin lîstiye. Abdullah Ocalan sedema ku jin kiriye navenda têkoşîna azadiyê bi van gotinan dibêje: “Hezkirin û rêz, bi estetîk û exlaqê azad pêkan e. Di navenda vê de bicihkirina jinê rast e. Jina azad a bi çalakiya azadiyê vejiyaye û jiyana li dora wê pêş ketiye, wê dostane û xweş bin. Di vê mijarê de gumana min tuneye. Ji bo vê min karkeriyek evîn û azadiyê ya jinê a mezin meşand. Di alî etîk de berprisyariya jinê berfirehtir e. Be guman ez di vir de behsa jina ku sî û alava mêr e nakim. Ya mijara gotinê, jinên wekhevî, azadî û demokratîkbûn esas girtiye.”
Sembola ku azadî, wekhevî û demokratîkbûnê Besê Hozat di wê merasîmê de ne tenê komeke gerîla a 30 kesî, Konseya Rêveber a KCK’ê, Tevgera Azadiya Kurd temsîl dikir. Di heman demê de şerê xwedawend Tîmat, Kurdên li Zîlanê hatine qetilkirin, berxwedana Zarîfe Xanimê, jinên di terteleya Dêrsîmê de hatin qetilkirin, windakirin, revandin, Berîtana li dijî îxanetê berxwedan nîşan da, jinên bûn Newroz, Sema Yuce, Bêrîvan û Ronahî temsîl dikir. Jinên pêşeng ên Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi Besê Hozat re ku destûr nedan feodalbûnê, di têkoşîna 50 salî de nîşanê hemû cîhanê dan ku azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e. Niha jî bi kelecaneke mezin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin.
Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya ‘Jin û aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.
JINNEWS/DÎCLE MUFTUOGLU







