Ketim

Sêşem 22 Îlon 2026 - 21:58

  • Ketim, lê rabûm; dîsa ketim, lê dîsa rabûm, wekî her car rabûmradibim. Ev ne cara yekê ye û ne jî ya dawiyê ye, carinan di cî de radibûmcarinan bibirînçavên şil radibûmradibim. Carcaran ez dibûm mêvanê nexweşxaneyanbi cebara sipî dihatim xelatkirin, cebara sipî min ji ketinê diparastmin bê herekettevger dikir.

Ne xem e...
Min got:
– Ez ketim.
Apê Aristo bersiva min bi dilxweşî da û got: – Ketin ne ketine, ketin ji erdê ranebûne.

Erê ez diketim, lê radibûm; ez dikevim, lê radibim. Yan ez aşiqî erdê bûme yan jî erdaşiqî min bûye, jixwe ez û ew bûne yek birîn, yek evîn. Evîna min a axa erdê evînekezor e, dijwar e û hêsan e. Evîneke biêş û bikêf e, evîneke li ser evînê re ye, ji ber kudizanim ewbi min re rast be û tu carî dev ji min bernede.

Ketim...

Ên li jêr ji ketinê natirsin.

– Dibe ku her ketinek serkeftinek be, lê her serkeftinek ne ketinek e!

Nizanim, tenê dizanim ku ez ketim, dikevim û dê bikevim.

Ketim...

Çongên min; çongên min mor û reş dibûn. Min dizanîbû ku ez cuda me, ma kes jibilî min heye ku çongên wan keskesorî dibe...?

Nizanim dibe ku hebe jî...

Erê ketim.

Di xew de jî carekê ketim, di xewna xwe de jî ez li erdê bûm; erê ez ketibûm. Mêvanekî xewna min hebû, got:

– Ez ji cihekî dûr ve hatime ba te û navê min Kunfoşîz e, nameyeke min ji te re heye. Tu, tu caran neketibe ne rûmeteke mezin e, rûmeta mezin rabûna piştî her ketinekê ye.

Bi dawiya gotina wî re ez ji xew rabûm, ez ji erdê rabûm. Cilên min; cilên min tu carî orjînal nediman, her ketinekê li dewsa xwe pîneyek dixwest, bi her ketinekê re parçeyek qumaş li cilên min dibûn bar û ez bi wan cilan dibûm dara miradan.

Erê diketim.

Dikevim

Û ez ê hîîîîîn jî bikevim, ketina dawî ya mirinê ye, tenê mirî dikevinranabin.

NARÎMAN EVDIKÊ / JI PIRTÛKA ÇÎROKÊN JINÊN WÊJEKAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.