Li Romaya Kevnar hilberandina jinan
Sêşem 22 Îlon 2026 - 22:00

- Lêkolîneke nû eşkere kiriye ku li Romaya Kevnar, jin ne tenê berpirsiyarên karên malêbûn, lê di heman demê de beşek girîng a ji aboriya çandiniyê ne, bi taybetî di hilberînaşerab û zeytê de. Jinan bi vî rengî beşek girîng a aboriyê bi rê ve birine.
Vegotina dîrokî ya bi berfirehî tê pejirandin ku jinan li Romaya Kevnar di çewlikan de tenêkarên malê dikirin, ji hêla lêkolînên nû ve hatiye redkirin. Lêkolînê eşkere kir ku jinan aliyênsereke yên aboriya çandiniyê, ji hilberîna şerab û zeytê bigire heya hilberandina berhemênçandiniyê, birêve dibirin.
Li gorî lêkolînek ku di Kovara Journal of Roman Archaeology de hatiye weşandin, her çendjinên ku di nivîsên kevnar ên Romayî de qada çandiniyê birêve dibirin, bi sedsalan diqanûnan, berhemên wêjeyî û nivîsên goristanan de xuya bûne jî, dîroknasên nûjen bi piranîwan wekî berpirsiyarên karên malê û rêveberiya malê dibînin. Lêbelê, lêkolîn nîşan dide kuvan jinan di pêvajoyên hilberînê de rolên diyarker lîstine.
Hilberandina şerab û zeytê
Lêkolînê agahiyên ji pirtûkek destnivîsî ya çandiniyê ku di sedsala 1'emîn a piştî zayinê de jihêla nivîskar û xwediyê erdan, Lucius Junius Moderatus Columella ve hatiye nivîsandin, lêkolîn kir. Lucius Junius Moderatus Columella ji bo rêveberên mêr peyva "vilicus" û ji borêveberên jin ên li zeviyan "vilica" bi kar tîne.
Li gorî Lucius Junius Moderatus Columella, "vilica" berpirsiyarên hilberîna şerab û zeytê yênli zeviyên Romayî bû. Lêkolîn her wiha nîşan dide ku jinan hilberandina berhemên çandiniyêbirêve dibirin da ku ew mayîndetir bikin û bêtir qezenc bikin. Pêvajoyên wekî veguherandinazeytûnên nedihatin xwarin a ji bo zeytê, di nav berpirsiyariyên rêveberên jin de bûn.
Bi karên malê sînordar nebûn
Lêkolîn her wiha nivîsên Cato yê Pîr, arîstokratek û xwediyê erdê Romayî ku bi qasî 200 sal berî Lucius Junius Moderatus Columella jiyaye, dihewîne. Cato rêveberên çandiniyê yên mêrû jin wekî hêmanên girîng ên baxçeyên rez û zeytûnan bi nav dike.
Di vegotina Cato ya ji bo rêveberên jin de karên têkildarî hilberînê yên wekî xwedîkirinamirîşkan û hilberandina berhemên demsalî cih digirin. Tê gotin beşên ku behsa paqijkirinêdikin parastina deverên kar û tesîsên hilberînê vedihewîne.
Lêkolîn tekez dike ku rolên jinan di aboriya çandiniyê de nikarin bi karên malê ve sînordarbin.
Wêneyên dîwaran rola jinan nîşan didin
Di lêkolînê de, mozaîk û wêneyên dîwaran ên ji serdema Romayê jî wekî delîl hatinehesibandin. Berhem, ku çalakiyên çandiniyê û rêûresmên olî yên ku di milkên malê de tênekirin nîşan didin, nîşan didin ku jin ji bo pirbûna berhemê qurbanan pêşkêş dikin û çavdêriyakarkerên ku di hilberîna şerabê de beşdar dibin, dikin.
Lêkolîneran diyar kirin ku daneyên hatine bidestxistin pêwîstiya ji nû ve nirxandina rola jinana di hilberîna aborî ya Romaya Kevnar de eşkere dikin.
Di gotarê de wiha hatiye gotin, "Tu 'vilica' metnek ji me re nehiştiye ku karê xwe bi gotinênxwe vebêje. Lêbelê, lêkolînek bi baldarî ya delîlên berdest nîşan dide jinan di hilberînaçandiniyê de rolên girîng lîstine." NAVENDA NÛÇEYAN







