Di masiyan de pençeşêr hat keşifkirin
Sêşem 22 Îlon 2026 - 22:03

- Di masiyên qehweyî yên li Gola Memphremagogê de, hatiye destnîşankirin ku şaneyênpenceşêrê dikarin ji masîyekî derbasî masîyekî dinê bibin.
Zanyaran çavkaniya tumorên çermê reş ên ku di masiyên qehweyî yên li GolaMemphremagog, ku li ser sînorê di navbera Dewletên Yekbûyî û Kanadayê de ye, hatinedîtin, lêkolîn kirin. Ji sala 2012'an vir ve masiyên di golê de rêjeyek bilind a melanoma xedarnîşan dane. Bi berawirdkirina DNA'ya tumoran bi ya tevnên saxlem, lêkolîneran destnîşankirin ku şaneyên penceşêrê di masiyên cuda de taybetmendiyên genetîkî yên wekhev parvedikin.
Nebûna bi sed hezaran guhertoyên genetîkî yên hevpar di şaneyên saxlem ên masiyan de nîşan dide ku tumor, gava ku di masiyekî de xuya bûn, li yên din belav bûn.
Şaneya penceşêrê
Lêkolînê ti vîrus an mîkroorganîzmayek bi tumoran ve girêdayî nedît. Ji ber vê yekê, ne mîkrobek e ku nexweşiyê hildigire, lê şaneyên penceşêrê bi xwe ne. Şane di laşê masiyê nû de bicîh dibin û mezin dibin. Çawa penceşêr belav dibe hîn jî nayê zanîn.
Lêkolîner li ser têkiliya fîzîkî ya di demsala cotbûna masiyan de û ketina şaneyên tumorê ya nav laş a bi rêya çerm, dev a bi rêya av an jî tortuyê disekinin.
Berê, penceşêra têger, di kûçikan, cenewarên tezmanyayê de, hatibûn tespîtkirin. NAVENDA NÛÇEYAN







