Wekhevîya zimanan a li Kanadayê

Pêncşem 24 Îlon 2026 - 15:00

  • Di sala 1969'an de parlamentoya Kanadayê biryareke dîrokî da û Qanûna Zimanên Fermî (Official Languages Act/ Loi sur les langues officielles) pejirand. Bi vê qanûnê re zimanê îngilîzî û fransî di hemû sazîyên dewletê yên federal de bûn xwedî heman statû û mafî. Ev gava qanûnî ne tenê li ser kaxezê ma, di heman demê de bingeha sîyasî û zimanî ya Kanadayê ji nû ve ava kir.

 

Çêbûna vê qanûnê encama proseseke aloz û krîzên sîyasî bû. Di salên 1960'î de li eyaletê Quebecê ku piranîya welatîyên wê bi fransî diaxivîn, tevgereke xurt a civakî û çandî dest pê kir ku di dîrokê de wekî "Şoreşa Bêdeng" (Révolution tranquille) tê nasîn. Fransîaxêv ji ber ku di nav sazîyên dewletê, aborî û jiyana giştî de ji ber ziman rastî cudaxwazîyê dihatin û zimanê wan li beramberî îngilîzî bêstatû dihat hatibû hiştin, serî hildan. Ev nerazîbûna kûr a civakî sîyasetmedarên Kanadayê neçar kir ku gavên berbiçav bavêjin. Di sala 1963'an de ji alîyê hikumetê ve "Komîsyona Qralîyetê ya li ser Duzimanî û Duçandiyê" (Royal Commission on Bilingualism and Biculturalism) hat avakirin. Rapora vê komîsyonê eşkere kir ku fransîaxêv di warê aborî û civakî de rastî cudakarîyê tên û divê dewlet gavan bavêje. Li ser daxwaza serokwezîr Pierre Elliott Trudeau, di sala 1969'an de qanûneke ziman a ji bo pêşîgirtina parçebûna welat û alozîyê bigire, hat qebûlkirin.

Naverok û bandora qanûnê

Qanûna Zimanên Fermî maf da hemû welatîyên Kanadayê ku ji sazîyên federal bi her du zimanan xizmetê wergirin. Dîsa ev qanûn bû sebeb ku xebatkarên federal li seranserê welat bi zimanê xwe yê zikmakî kar bikin. Di sala 1988'an û 2023'yan de ev qanûn ji nû ve hat nûkirin û berfirehkirin da ku mafên kêmarên zimanî bêtir bên parastin. Têkoşîna zimanî ya li Kanadayê û Qanûna Zimanên fermî nîşan dide ku statûya zimanî û wekhevîya welatîyan rasterast bi hev girêdayî ye û ev jî bi aramî û sîyaseta demokratîk re eleqedar in. Aramîya îro ya Kanadayê encama vê feraseta demokratîk e ku plûralîzma ziman bi garantîyên qanûnî pêk tîne.

KURDISTAN/infowelat.com

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.