Dengê berxwedanê: Egîd Roj
Duşem 16 Sibat 2026 - 03:35

Egîd Roj bi şoreşa Rojava re çek û kamera hilgirtin, berê xwe da qada şer û berxwedanê. Tev li berxwedana Efrîn, Şehba û Helebê bû û di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bû.
Di şoreşa Rojava de çapemenî û agahîdayîn erkeke têkoşînê ye ku gelek keç û xortên Rojava hilbijart. Di nava wan de jî şehîd Egîd Roj bû nûçegihan da ku bibe dengê heqîqetê û şahidê têkoşîn û berxwedana Rojava. Çek û kamera bi hev re hilgirtin, berê xwe da eniyên şer, kampên koçberan û qadên şer, hemû hûrguliyên berxwedanê belge kirin û bû parçeyekî berxwedana Rojava.
Egîd Roj (Şervan Sîdo) 4'ê Çileyê ya 1997'an li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Malbata wî bi welatparêzî, şehîd û berxwedana xwe tê naskirin. Bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd re mezin bû, nirx da girêdana bi axê ve û rûmetê. Di temenê xwe yê biçûk de beşdarî şoreşa Rojava dibe. 3 xwişk û çar birayên wî hene. Di nava malbateke çalakvan û berpirsyar de mezin bû û fêrî jiyana hevbeş bû.
Egîd Roj heyanî refa dehemîn xwend. Gelekî ji xwendin, lênûs û pirtûkan hez dikir. Zanist rêya fêmkirina cîhanê û guhertina wê didît. Dibistan ji bo wî ne tenê mase û fêrgeh bûn, cihê gihîştina xeyal û armancên xwe didît.
Dayika Egîd Roj Saedet Tewfîq Şeira got Egîd ji zaroktî ve bêdeng bû, dilpak û dilsoz bû. Ji dibistanê gelekî hez dikir, her tim dixwend û lêkolîn dikir ji bo xwe pêş bixîne, ne tembel bû lê kedkar bû. Hîna wî dixwend li herêmê gelek pêşveçûn çêbûn û bi destpêkirina şoreşa Rojava re sala 2012'an ket rewşa ku biryar bide an wê xwendina xwe berdewam bike yan jî wê tevlî şoreşê bibe û parastina xak û rûmeta gelê xwe bike.
Dayika Egîd Roj, Seadet Tewfîq Şeira got Egîd ji destpêkê ve ji kamerayê hez dikir û ji wê re digot ez dixwazim te li pêşiya kamerayê bibînim.
Şehîd Egîd bi xebatên xwe yên çapemeniyê re bû şahidê hûrguliyên hemû şer û pevçûnan. Berxwedana Efrîn, herêma Şehba û bajarê Helebê belge dikir û tevlî hemû çalakiyên Hêzên Rizgarkirina Efrînê yên li dijî çeteyan bû.
Sala 2018'an du mehan li Efrînê bi şervanan re bû û berxwedana li hemberî dagirkirina Tirkiyeyê kêlî bi kêlî belge dikir û digihand raya giştî.
Piştî dagirkirina Efrîn û derbasbûna koçberên Efrînê yên li Şehba hevrê Egîd jiyan û têkoşîna koçberên Efrîn û Şehbayê dişopand û ji cîhanê re radigihand.
Bi ketina rejîma Baasê re artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Şehbayê kir. Piştre êrişên dagirkiriyê birin ser Bendava Tişrînê. Şervanên QSD û YPJ’ê bersiva êrişan da. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileya 2025’an heta 5’ê Gulana heman salê (roja serketina berxwedanê bendavê) ji bo parastina bendavê û piştgiriya şervanan, kom bi kom nobeta parastina bendavê digirt. Rojnamevan Egîd Roj bi pênûs û kamereya xwe berxwedana bendavê û êrişên dagirkirinê dişopand. Lê dewleta Tirk a dagirker wekî her car ji dengê heqîqetê ditirse, di 15’ê Sibata 2025’an de bi dronekê rojnamevan Egîd Roj şehîd xist.
Egîd Roj beriya ku şehîd bikeve peyamek nivîsandibû. Beşeke peyama wî wiha ye:
"Va ye ez gotinên xwe yên dawî ji dilê şer, ji we re dinivîsim. Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye. Ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim. Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bu wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bi bîr bînim."
Cenazeyê şehîd Egîd Roj bi merasîmeke girseyî ji aliyê hezaran kes ve li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê bajarê Hesekê hat veşartin.
ANHA / HESEKÊ / HENAR IBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO














