Di çeperên herî pêş de li dijmin xistin

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 04:00

  • Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê de şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 8 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê eşkere kirin. Daxuyanî wiha ye:"Em Şehîdên Gelan Nazlican Kobanê, Axîn Şiyar, Zîlan Kendal, Zîlan Têkoşîn, Qehreman Efrîn, Mordem Gewda, Rustem Kobanî û Şevger Baz bi bîr tînin. Ciwanên egîd ên gelên me yên berxwedêr; Nazlican, Axîn, Zîlan Kendal, Zîlan Tekoşîn, Qehreman, Mordem, Rustem û Şevger ji bo gelê me yê mezlûm yê li Eşrefiye û Şêxmeqsûdê di bin dorpêçê de biparêzin di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih girtin û heta kêliya dawî li ber xwe dan. Her heşt hevalên me li taxa Şêxmeqsûd heta dawî şer kirin û gihaştin şehadetê. Di serî de em ji Rêber Apo, malbatên wan ên dilsoz û ji gelên xwe yên welatparêz sersaxî dixwazin.

Rêhevalên me Nazlican, Axîn, Zîlan Kendal, Zîlan Têkoşîn, Mordem, Rustem û Şevger bi wêrekiyeke bêhempa ve mil bi mil berê xwe dan dijmin û di çeperên herî pêş de dijmin pêşwazî kirin. Bi hêza ku ji gelên xwe girtî, bi hêrsa tolhildanê li çeteyên hikûmeta demkî û yên dewleta Tirk dan. Bi ev sekn û têkoşeriya xwe ve wan ne tenê li Eşrefiye û Şêxmeqsûd li her deverê rûmeta gelên xwe parastin.

Lehengên berxwedana dîrokî

Rêheval Nazlican Kobanê di sala 1998’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2014’an de êrişên DAIŞ’ê re şahid dibe û ji ber wî sedemê neçar dimînin ku koçî Bakur bibin. Ji bo ku bibe beşek ji vê berxwedanê, Rêheval Nazlican tevlî refa Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Jin yên li Helebê dibe. Hevrê Nazlican li eniya Şêxmeqsûd roleke pêşeng girt ser xwe, bi heman helwest û ruh li dijî bi hezaran çeteyan şer kir û ji bo hevalên xwe bû çavkaniya moralê.

Hevrê Axîn Şiyar di sala 1999’an de li Efrîna zeytûnî di nav malbateke kurdperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Di sala 2017’an de li Efrînê tevli YPJ’ê dibe. Di pêngavên rizgarkirinê yên Dêrazorê de û di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de cih digre. Hevrê Axîn di van berxwedaniya de ji pişt û him destê xwe birîndar dibe. Lê birînên xwe nake asteng û rêya têkoşîna xwe di tevlîbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê de berdewam dike. Rêheval Axîn roleke mezin di berxwedaniya dîrokî a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dilîze.

Hevrê Zîlan Kendal di sala 2001’an de li bajarê Kobanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Berazî de ji dayik dibe. Di temenê xwe yê ciwan de, wê hovîtiya çeteyan li dijî jinan dît û bi ruhê welatparêziyê yê ji malbata xwe mîras girtibû tevlî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Jin yên li Helebê bû. Wê her tim hewl da ku wî ruhî di nav hevalên xwe de zindî bihêle. Bi vî ruhî beşdarî şerên Şexmeqsûd û Eşrefiyê bû û li ser navê hemû jinan li dijî êrîşên hovane şer kir.

Hevrê Zîlan Tekoşîn di sala 2002’an de li Serêkaniyê di nav malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Bi hestên welatparêzî di nav 3 birayan de mezin dibe. Di sala 2025’an de ew hezkirina welat ji xwe re dike dozek û ji bo wê dozê cihê xwe di nav refên şoreşê de digre. Her cihek ji axa welat ji xwe re dike qubleyek û ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşe. Li ser vê bingehê jî, hevrê Zîlan di berxwedana dîrokî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibe û bi qehremaniyeke mezin şer dike û dibe yek ji lehengên vê destanê.

Hevrê Qehreman Efrîn di sala 1981’an de li bajarê Efrîn di nav malbateke kurdperwer de jidayîk dibe. Di sala 2011’an de tevlî nav refê şoreşê dibe. Bi hevaltî, dilsozî û dilnizmiya xwe di nav hevalên xwe de wek fermandarek demê tê hezkirin. Bi êrişên hikûmeta demkî ya li ser herdû taxan re, rêheval Qehreman cihê xwe heta kêliya dawî di nivîsandina destana vê berxwedaniyê digre û şer dike heta ku digihîje asta şehadetê.

Rêheval Mordem Gewda li Colemêrga Bakurê Kurdistanê di sala 1996’an de di nava malbateke welatparêz de tê dinê. Di sala 2015’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Tevlî pêngavên rizgarkirinê yên mîna Reqa, Tebqa, Şedadê û Mekmenê dibe û di van şeran de ji pişta xwe birîndar dibe. Lê belê birînên xwe di rêya xwe ya têkoşîna azadiyê nake asteng. Li Helebê li hember êrişa hovane ya hikûmeta demkî li kêlek hevalên xwe destaneke qehremaniyê dinivîse û navê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên vê destanê dide.

Rêheval Rustem, di sala 2005’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz de jidayik dibe. Di sala 2014’an de neçar dimînin koçî bakurê Kurdistanê dikin. Hertim li hemberî gel û bajarê xwe yê serî netewandî Kobanê re herdem xwe deyndar dibîne. Rêheval Rustam ji bo bi erka xwe ya dîrokî ve rabe tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û gelê xwe yê di dorpêça xayîn û dijminan de heta dawî diparêze. Bi sekn, ked û fedakariya xwe ve di dilê her hevalekî de xwe bi cih dike.

Rêheval Şevger Baz jî di sala 2007’an de li Şamê jidayik dibe. Lê bi eslê ji xwe eşîra Berazî û ji Kobanê ye. Hîna di temenê xwe yê biçûk de hêzên şoreşê dinase. Ji bo pêkanîna van armancên xwe di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digire. Tevî hemû hevalên xwe li hemberî êrişan bersiv dide û fîşekeke xwe bi hêviya rojên bi ser dijminên gelan û mirovahiyê ve direşîne. Em soz didin şehîdên xwe ku; wê xwîna wan li erdê nemîne û xeyalên wan a neteweya demokratîk û civaka azad pêk bînin." Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Nazlican Kobanê (Ezîze Hiso), li Kobanê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Axîn Şiyar (Rojîn Cemîl), li Efrînê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Zîlan Kendal (Yasmîn Hesen), li Kobanê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Zîlan Tekoşîn (Keynas Elî), li Serêkaniyê jidayîk bûye, 9’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Qehreman Efrîn (Hisên Ebdo), li Efrînê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Mordem Gewda (Aydin Kurt), li Colemêrgê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Rustem Kobanê (Hecî Xelîl), li Kobanê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

Şevger Baz (Azad Seydî), li Şamê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2026’an li Şêxmeqsûd şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.