Cangoriyên kerametê ya li Rojava

Duşem 9 Sibat 2026 - 03:00

QSD'ê nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di demên cuda de şehîd bûn. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên xwe ku di demên cuda yên berxwedana Rojava de şehîd bûne eşkere kir. QSD'ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna armancên wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan bi vî rengî ye:

Mizgîn Jiyan (Şûkran Yildiz), li Îzmîrê jidayîk bûye, 26’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.

Kemal Qoser (Ferîd Abî), li Mêrdînê jidayîk bûye, 26’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.

Hemê Tefşo (Ehmed Hecî), li Kobanê jidayîk bûye, 5’ê Çileya 2026’an li Qamişlo şehîd bû.

Mordem Girê Spî (Îshaq Ehmed), li Girê Spî jidayîk bûye, 18’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Demhat (Hisên Şêxo), li Kobanê jidayîk bûye, 3’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Şervan Serêkaniyê (Silêman El Mihemed), li Sirîn jidayîk bûye, 18’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Mehmûd Kobanê (Mihemed Bekir), li Kobanê jidayîk bûye, 26’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.

Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Muslim), li Kobanê jidayîk bûye, 18’ê Çileya 2026’an li Kobanê şehîd bû.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.