Bi îradeyeke naşikê li berxwe dan

În 6 Sibat 2026 - 03:58

QSD'ê nasnameya 13 şervanan eşkere kir ku ku di navbera 17-27’ê Çileya 2026'an de di berxwedana li hemberî êrişên komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 13 şervanan eşkere kir ku di berxwedana li hemberî êrişên komên çete yên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bûn. Daxuyanî wiha ye:"Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameyên 13 lehengên xwe aşkera dikin ku berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê de şehîd bûne. Van şehîdan bi berxwedanî û îradeyeke ku nayê şikandin li hemberî alava dijmin li ber xwe dan. Bi xwîna xwe ya pak wateyên berxwedan û parastina gelê xwe, ewlehî û rûmetê wê nîşan da. Ev şehîd ne tenê şervanên ji rêzê li meydanên berxwedanê bûn, lê belê navnîşana îradeya gelê ku teslîmbûnê red dike ne. Şahidiyek zindî ya ruhê berxwedanê ku destkeftiyên me û xwestekên gelê me ji bo azadî û edaletê diparêze.  Xwîna şehîdan kevirê bingehîn ê berdewama xeta berxwedanê ye. Ew pusuleya gavên me yên ber bi paşerojê ve ne ku bi edaletê hatiye çêkirin û li ser qurbaniyên azad hatiye avakirin. Dema ku em van kesayetên bilind bi bîr tînin, em pabendbûna xwe ya bêdawî ji nû ve piştrast dikin ku em ê li pey şopa wan biçin û rêya berxwedanê ji bo parastina gelê xwe û parastina destkeftiyên wan bidomînin. Em soz didin gelê xwe yê berxwedêr ku em ê dilsozê xwîna şehîdan, parêzvanên îradeya wan bimînin. Çi dibe bila bibe em ê dest ji mafê xwe yê azadî û edaletê bernedin."

Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Şervan (Ferîd Bekir), li Efrînê jidayîk bûye, 18’ê Çileya 2026’an li Heqil El Sewra şehîd bû.

Berxwedan Amûdê (Faris Îsa), li Amûdê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Nemir Qamişlo (Mehmûd Mihemed), li Qamişlo jidayîk bûye, 25’ê Çileya 2026’an li Çilaxa şehîd bû.

Bîrhat Amûdê (Mihemed Kûsa), li Amûdê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Çekdar Qamişlo (Mihemed Sadûn), li Til Hemîs jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Devrîm Herekol (Welîd Osman), li Til Marûf jidayîk bûye, 27’ê Çileya 2026’an li Çilaxa şehîd bû.

Kawir Botan (Xalid Hesen), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Îvan Dêrik (Elî Ehmed), li Til Eswed jidayîk bûye, 19’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

Şivan Mistê (Şivan Mistê), li Serêkaniyê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an şehîd bû.

Dilşêr Qerebab (Omer Hîro), li Efrînê jidayîk bûye, 18’ê Çileya 2026’an li Tebqa şehîd bû.

Elîşêr (Îmad El Berho), li Recim El Herbawî jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêr Hafir şehîd bû.

Zuhêr Xanî (Roman El Ehmed), li Til Tewîl jidayîk bûye, 19’ê Çileya 2026’an li Reqa şehîd bû.

Dilsoz Amûdê (Ehmed Hisên), li Amûdê jidayîk bûye, 17’ê Çileya 2026’an li Dêrazorê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.