QSD’ê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da

Şemî 7 Sibat 2026 - 02:45

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê hevdîtina bi wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re daxuyaniyek da.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endama fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilat Efrîn û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed roja pêncşemê li Hewlêrê bi wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot re hevdîtin kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di civînê de rêbaz û mekanîzmeya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê hat nîqaşkirin û wiha hat domandin, "Teqezî li ser vê yekê hat kirin ku divê peyman bi temamî were bicihanîn. Her wiha berdewamiya têkoşîna hevbeş a li dijî rêxistina DAIŞ’ê, mîsogeriya ewlehî û navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan hatin nîqaşkirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku di hevdîtinê de teqezî li ser girîngiya parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan û parastina mafên gelê Kurd ê li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di nav de mijara entegrasyona hêzên leşkerî û ewlekariyê bi hemû hurguliyên wê hatin nîqaşkirin, ku bikeve xizmeta ewlehiya tevahî herêmê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîrê karên derve yê Fransayê piştgiriya welatê xwe bi pêkanîna peymanê ragihand û girîngiya vê pêvajoyê di xurtkirina ewlehî û domandina têkoşîna li dijî terorê de vegot.

Di dewamiya daxuyaniyê de hate gotin, "Fermandariya QSD’ê careke din pabendîbûna xwe bi pêkanîna peymana 29’ê Çileyê, şopandina xebata têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê û garantiya ewlehiya navendên ragirtina çekdarên rêxistinê û malbatên wan anî ziman. Her wiha bal kişand ser girîngiya vegera koçberan a li herêmên xwe, bi taybetî yên Efrîn û Serêkaniyê, girîngiya beşdariya çalak li ser asta nîştimanî da ku çareseriyeke siyasî ya giştî pêk were ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê mîsoger bike. Fermandarê Giştî yê QSD’ê pesnê rola erênî ya Fransayê di vê pêvajoyê de da ku piştgirî da hewldanên aştî û istiqrarê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.