Hişmendiya El Kaideyê hat hilbijartin

În 6 Sibat 2026 - 03:40

Rewşenbîrê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku Rojava bi xiyaneteke giran a DYA'yê re rû bi rû maye û got: "Wan ne Kurd, hişmendiya El Qaîdeyê tercîh kirin. Bi girêdana kravatê mirov ji cîhadîzmê dernakeve; di vê xalê de wê şaş bikin."

Dema êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên li ser Rojava - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, bersivên navnetewî berdewam in. Nivîskar û fîlozofê Fransî Patrice Franceschi, nivîskarê pirtûka “Ji bo Kobanê Mirin” ê ku ji roja ewil ve li qadê Rojava û Şoreşa Rojava bi baldarî şopandiye, li ser pêşketinên dawî nirxandin kir.

Patrice Franceschi diyar kir ku sedema sereke ya êrîşên dagirkeriyê yên ku di 6’ê Çileyê de li taxa Kurd a Helebê destpê kirin û paşê hemû herêma xweser hedef girtin, xiyaneteke giran a DYA’yê li hemberî Kurdan e. Li gorî wê, lihevkirina hatî çêkirin vebijarkeke giran e ku li dijî şer hatiye pêşxistin.

Patrice Franceschi bal kişand ser vê yekê ku DYA bi awayekî pratîk êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pejirandiye. Patrice Franceschi got ku DYA careke din mîna li Afganistanê û gelek deverên din ên cîhanê, li vir jî nêzîkatiyeke nîşan da û li şûna parastina hevkarên xwe yên li qadê yan avakirina stratejiyeke siyasî û leşkerî ya demdirêj û domdar, berjewendiyên xwe yên kurt pêş xist û Kurdan jî mîna gelek gel û aktorên din tenê hişt. Patrice Franceschi diyar kir ku ev helwest hem li herêmê bêbaweriyeke mezin diafirîne û hem jî rê li ber pevçûnên nû vedike.

Patrice Franceschi helwesta welatên Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî ya Fransayê, wekî xiyanetê nebîne jî wekî xeletiyên giran binav kir û got ku ev yek di pratîkê de tê wateya terikandina Kurdan. Patrice Franceschi bi tundî rexne li ser wê yekê kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron HTŞ’ê Colanî li Parîsê pêşwazî kir û got ku ev yek qebûl nabe û hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê exlaqî ve berpirsiyariyeke giran tîne.

Patrice Franceschi wiha got: “Qebûlkirina avahiyeke wisa cîhadî li Parîsê û hewldana rewa nîşandana vê têgihiştinê qebûl nabe. Wêneyên ku Serokomar Macron Colanî hembêz dike nehatin jibîrkirin. Em dizanin ku îro Fransa di êrîşên li ser Rojava de rola dîplomatîk dilîze. Lê pir dereng maye.”

Patrice Franceschi li ser peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de jî nirxandin kir û got: “Divê wekî vebijarkeke li dijî şerekî giran were nirxandin.”

Patrice Franceschi diyar kir ku civaka navnetewî ji bo parastina Rojava li hemberî xiyaneta DYA’yê dereng maye û wiha bang kir: “Ligel her tiştî divê ev avahî were parastin. Bi zihniyeta El Kaideyê tu carî Sûriyeke ji nû ve nayê avakirin. Ev yek ji bo hemû gelên li welat û ji bo her kesî metirsiyek e.”

ANF / SERKAN DEMÎREL / CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.