
- Dîroka Kurdistanê ne tenê dîroka şeran e, ew dîroka hewldana yekbûnê ye. Her rêberekî me, mîna hosteyekî karker, kevirê xwe danî ser vî dîwarî. Her xalek, mifteyek e ji bo deriyê azadiyê.
MEHMET ŞAHÎN
Dîroka Kurdistanê, wekî çiyayên wê, bi serbilindî û birînên kûr hatiye hûnandin. Di nav rûpelên vê dîrokê de, ji sedsala 17’an heta îro, dengek heye ku tu carî nesekiniye, dengekî ku ji qelema Ehmedê Xanî şîn bûye, di sêdarên Şêx Seîd û Seyîd Riza de bûye qêrîn û di wesiyeta Pêşewa Qazî Mihemed de bûye rênîşander. Ew deng, dengê Yekîtiyê ye.
Yekîtiya berxwedana rûmetê ya ku bi hişmendiya Ehmedê Xanî dest pê dike, bi "Qîr û Hewara" Îhsan Nûrî Paşa bilind dibe, bi wesiyeta Qazî Mihemed dibe qanûn, bi pênûsa Celadet Bedirxan dibe ronahî, bi vîzyona Abdullah Ocalan dibe stratejî, û bi îradeya ciwanan dibe paşeroj.
Dema em gotinên rêberên xwe yên ji sedsala 17’an heta îro didin gel hev, em dibînin ku sê stûnên zêrîn ên yekîtiyê ruhê kurdewariyê parastiye û gelê Kurd li ser piya hiştiye.
Ehmedê Xanî, sê sedsal berê mîna fîlozoofekî pêşbîn, tiliya xwe danî ser birîna me ya herî mezin. Wî digot Kurd "zêrê bê sîkke" ne, qîmeta wan heye lê ji ber tifaqa wan nîn e, li bazara cîhanê nayên naskirin.
Gazina wî îro jî di guhên me de ye;
"Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêk ra bikira me înqiyadek.
Temmîmê dikir me dîn û dewlet / Tehsîlê dikir me îlm û hîkmet"
"Rûm û Ecem û Ereb temamî / Ji bo me dikir hemû xulamî"
Xanî bi van hevokên xwe yên zêrîn nîşana me da ku bêtifaqî nexweşiyek e ku miletê herî mêrxas jî dike xizmetkarê derdorê. Xanî pir xemgîn dibû ku Kurd li hemberî hev dibin alîkarê dijminan. Ji bo wî, yekîtî nexşeya serxwebûnê bû.
Mîr Celadet Bedirxan bi pênûsa xwe keleheke rûhî ava kir. Wî bawer dikir ku heta "ziman" nebe pira navbera dilan, azadî mîna xeyalekê dimîne.
Lewre, Mîr Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn a kovara Hawarê de wekî wesiyetekê dibêje; "Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me re riya azadî û yekîtiyê vedike."
"Ziman şerta pêşîn a hebûna milet e. Miletê ku zimanê wî tune be, miletê ku zimanê xwe winda kiriye, di dîrokê de nayê dîtin û nabe xwedî mafê jiyanê." , "Kurdno! Heke hûn naxwazin ji hev de herin û winda bibin, hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin."
"Nexweşiya me ya herî mezin ne dijmin e, lê belê nexwendewarî û nezanîna qedrê zimanê me ye. Zimanê me yek be, dê dilê me jî bibe yek."
"Doza Kurdistanê doza rûmetê ye. Kî bi pênûsa xwe, kî bi şûrê xwe, divê em hemû di yek xetê de bin."
Wî digot; şerê bi çekan demkî ye, lê şerê bi pênûsê û çandê mayînde ye. Ji bo wî, yekîtî ew e ku Kurdekî li Amûdê, li Bedlîsê, li Hewlêr û Mahabadê bi heman hestî bixwînin û biaxivin.
Cegerxwîn jî ev hişmendî kir helbest û bi qêrîna "Kurdno bibin yek, heke nebin yek, hûn ê herin yek bi yek" xist dilê karker, gundî û ronakbîran. Wan nîşanî me da ku yekîtî, tifaqa di navbera pênûs û şûr de ye.
Hostayê Mezin Cegerxwîn wiha digot;
"Kurdno bibin yek! Heke hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek."
"Heta ku Kurd nebin yek wek tiliyan, tu car nabe mîna kulman."
"Azadî bi daxwaz nabe, bi yekîtî û têkoşînê dibe. Miletê parçekirî wek nêçîra gurê birçî ye."
"Derdê me ne dijmin e, derdê me ew e ku em li dijî hev bûn dijmin."
Cegerxwîn bawer dikir ku divê xizmetkar, gundî û karkerên Kurd bibin yek. "Heta ku milet bi hemû çînên xwe ve nebe yek, azadî nabe para me."
Ew di helbestên xwe de her tim dibêje yekîtî bi şiyarbûna mêjî dest pê dike. " Ji bo yekîtiyê divê pênûs û çek di yek destî de bin."
Kalê Şêx Seîd, wekî rêberê şoreşa 1925’an, hişmendiya xwe ya yekîtiyê li ser du stûnên sereke ava kiribû: Bawerî (Îman) û Nasnameya Neteweyî. Ji bo wî, yekîtî ne tenê daxwazek bû, wekî "fermaneke xwedayî" û "şertekî man û nemanê" bû.
Kalê Şêx Seîd wiha dibêje; "Hey miletê Kurd! Heta hûn nebin yek, hûn nikarin ji bin destê zaliman derkevin. Dubendî mirin e, yekîtî jiyan e."
"Dijminê me ji bo me parçe bike, bira bi bira dide kuştin. Heke em îro nebin yek, dê sibê tu kes ji me nemîne ku silavê bide hev."
"Ez ne poşman im ku canê xwe di rêya welat û milet de feda dikim. Tenê daxwaza min ji nifşên nû ew e ku bibin yek û li ser axa xwe bi rûmet bijîn."
Şêx Seîd yek ji wan rêberên yekemîn bû ku karîbû gelek eşîrên ku di navbera wan de dijminatî hebû, li ser armanceke hevpar kom bike. Wî digot: "Berjewendiya gelê Kurd ji berjewendiya eşîrê mezintir e."
Dema ku Îhsan Nûrî Paşa ji lûtkeya Agiriyê diqîriya, ew ne tenê fermandarekî leşkerî bû, ew wijdanê gelê xwe bû. Gotina wî ya "Min kir qîr û hewar, Kurdno bibin yek" îro li her çar parçeyan wekî zengilekê lê dide.
Îhsan Nûrî Paşa, dizanibû ku dijminê herî mezin ê li hemberî wî ne tenê artêşa dagirkeran e, "bêtifaqiya" navxweyî ye. Wesiyeta wî ya ji bo ciwanên Kurd, bi vê qêrîna "Kurdno bibin yek" dest pê dike. Ev ne tenê bangawaziyek e, manîfestoyek e ku bingeha xwe ji rastiya dîrokî digire.
Îhsan Nûrî wiha dibêje; "Heta ku Kurd nebin xwedî yek hêz û yek fermanê, tu caran nikarin li hemberî dijminên xwe yên birêxistinkirî serkeftinên mayînde bi dest bixin."
"Dijmin ji bo ku me tune bike, me dabeşî eşîr û dîn û mezheban dike. Heta ku em navê eşîrên xwe ji navê neteweya xwe ya Kurd bilindtir bigrin, em ê her tim kole bimînin."
"Yekîtî ne tenê di meydana şer de, divê di bin banê siyaseteke neteweyî de jî ava bibe. Miletê ku bi ziman, çand û dîroka xwe nebe yek, nikare axa xwe jî biparêze."
Ciwan divê berî her tiştî bibêjin "Ez Kurd im". Heta ku ciwanek xwe ne wekî parçeyekî neteweyekê, lê wekî endamê eşîrekê bibîne, yekîtî ava nabe.
Yekîtî di mejî de dest pê dike. Heke ciwanên Amed, Mehabad, Hewlêr û Qamişloyê di bin yek nasnameya neteweyî de nebin yek, sînorên li ser axê nayên rakirin.
"Ciwanên Kurd divê mîna stûnên ku banê malekê hildigirin bin. Her stûnek bi serê xwe tiştekî nake, lê dema tên gel hev, dibin qesreke bilind ku tu ba û bahoz nikarin wê hilweşînin."
"Min emrê xwe di vê rêyê de bi qîrînê qedand, niha dor ya we ye ku hûn vê qîrînê bikin Yekîtî."
Ev helbesta ku bi "qîr û hewar" dest pê dike, îro di guhê her ciwanê/a Kurd de wekî zengilekê lê dide.













