Di Aştî û Civaka Demokratîk de Jineolojî

În 24 Tîrmeh 2026 - 17:15

  • Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1993’yan şûnde ji bo aştî û çareseriya demokratîk bi her gava avêtre, di esasa hişmendiya azadiya jinê de rêxistinbûn û têkoşîna jinê xurt kir û ji bo gavên avêt. Ev ji bo banga 27’ê Sibata 2025’an derbasdar e. Îdeolojiya rizgariyajinê, felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û têgeha jineolojî û teoriya , xeta sêyemîn di alî jinande ava dike. Ev xet li dijî xeta muhafazakar-faşîst, xeta jiyan û azadiyê, têkoşîna hebûnêîfade dike. Ev îlankirina ku jiyana bi azadiya jinê dikare bidestxistinê ye.

 

Lêgerîna çarseriyê ya Abdullah Ocalan a dema nû ya der barê aştî û civaka demokratîk de, disalên dawî de aliyekî nû bidest xistiye. Abdullah Ocalan ev pêvajo bi pêşketina paradîgmayîgirtiye dest û bi manîsefetoya civaka demokratîk û aştiyê tacîdar kiriye. Manîfestoya Riya Şoreşê ya li Kurdistanê, bi fesixkirina PKK’ê re ketiye demek nû û têkoşîna şoreşê derketiyeholê. Ev guherîn bi têkoşîna jina azad bi teşe bûye. Abdullah Ocalan tecrubeyên pêvajoyaşoraşa jinê ya di têkoşîna azadiya jinê de û mîrate bi manîfestoya nû tacîdar kir.

Bi hevdîtinên Îmraliyê re Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de lêkolîn û analîzên derbarêjinan de daniye holê, di pêvajoya avakirina civaka demorkatîk de rola afrîner a hebûna jinêdide qezenckirin. Di vê esasê de di hevdîtina 23’yê cotmeha 2024’an de em dibînin kubaweriya bi hêza pêşeng a tevgera jinê daniye holê. Di vê esasê de Abdullah Ocalan bitêkoşîn û keda 52 salî, nirx û tecurbeyên di hişmendiya jineolojiyê de aniye astek nû.

Bi manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re seta têgeha nû ya derket holê hem di alî dîrokîhem di alî sosyolojîk de der barê pirsgirêkên rojane tên jiyîn de nerîneke nû û kûr derxistiyeholê. Dibêje ‘pênasekirina sosyolojiyê bi pergala katîlê kastîk û şaristaniya Girê Mirazan ji nûve bikin’.

Rastiya bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derketiye holê, wek zanista jinê ya Jineolojiyê lêpisînkirina kujerên kastîk yê civakê girîng e. Kujerê Kastîk çiye, rastiya dîrokîçawa dikare bê vegotin? Şoreşa Neolîtîk çawa pêk hatiye ? Têkiliya jin û çanda xwedawendiyê di alî zanistî de çawa tê destgirtin? Kuluba neçîrê çiye?

Hepskirina jinê divê çawa bê destgirtin, rewşa wê ya rojane divê çawa bê destgirtin. Ev pirshemû di alî ronîkirina zanista civakî û jinê de, ji aliyê jîneolojiyê ve tê lêkolînkirin.

Çanda Jinê ya Çar Ast jî wek îdeolojîk, hebûna jinê pênase dike. Ji bo pêşengiya jinê rast bêfêmkirin û pêşxistin, ji bo avkairina sosyalîzma civaka demokratîk, lêkolînkirina sosyolojiyadîrokî ev girîng e. Xwegîhandina hişmendiya jinê û ji bo li hember rastiya xwe biyanî nebin pênasekirin û lêpirsîn hişmendiya avakirina civaka demokratîk dide qezenckirin. Di alî dîrokîde deşîfrekirina çar astî, îfşakirina îdeolojiya serdest ya mêr e.

Sosyolojî û jineolojî ku divê di mayîndebûna civaka demokratîk de rola xwe bilîze, di esasêde wek polîtîk, etîk û estetîk divê bepirsyariya xwe bîne cih û ev berpirsyariyên ku dem lê bar dike ye.

Abdullah Ocalan ku dibêje ‘dema bûyer tên analîzkirin esasgirtina sê nokteyan girîng e; dîrokîbûn, civakîbûn û avabûna kastîk. Divê her dem ev pêk bê.’, diyar dike ku kujerê kastîkli ser milê civakê xençerek e û divê bi vî awayî ji nû ve bê pênasekirin. Deşîfrekirina kujerêkastîk yek ji xebata azadiya civakî ya herî girîng e.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi karekterê xwe yê ku hişmendî û bernameya ji boderbasbûna serdemeke nû di têkoşîna sosyalîzma demokratîk de destnîşan dike, nexşerêyaavakirina hebûna Kurd û sazûmankirina wê ya demokratîk jî eşkere dike. Em dikarin bipêvajoya aştî û civaka demokratîk hişê Kurd, ramana wê ya diyalektîk û hişmendiya wê ya azadiyê ya bi dest xistî pêk bînin; em dikarin bi pêkanîna prensîba hêviya jinan avakirinaazadiya jinan misoger bikin û bingeha civakî ya jineolojiyê birêxistin bikin. Ruhê demêderiyê demokrasî û aştiyê vedike ku civak dê bi bilindbûna nirxa jinan bi dest bixe. Ew ê bibedema jina azad ku bi ser bikeve.

Ev nivîsk ji hejmara 37’emîn a dosyaya mijara ‘Jin û aştî’ ya kovara Jineolojiyê hatiye girtin. JINNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.