
- Her destpêk, di kûrahiya xwe de bersiva bangevaziyeke qedîm e. Gava mirov rûpelên çarenûsa lehengekî ku di nava dîrokê û dilê gelê xwe de cih girtiye vedike, rûbera gotaran vediguhere deryayeke raman û hestan.
HOGIR BERBIR
Ew dibe janek û di herikîna xwînê de, xwe berdide nav kûrahiya mejiyê hestiyan. Ahmedê Bilokî jî bi dosyaya xwe ya bi navê “Jana Hestiyan”-ku hîn çap nebûye û li benda ronahiyê ye vê êşê bi hemû giranî û kûrahiya wê bi me dide tahmijandin. Nivîskar, li girtîgehan bîranînên xwe di çarçoveya vegotineke ji rêzê derdixe û radestî qêrîneke bêdawî dike; ev nalîneke bêsînor e ku ji kûrahiya sî salên ji temen çûyî hildikişe û bi sêwirandineke xurt, jana hestiyan bi me dide kişandin.
Ger em nivîskar û bîranînên wî bidin aliyekî û berê xwe bidin naveroka pirtûkê û lehengê wê yê sereke, an jî Şehîd Selman (Elî Temel); em ê rastî heqîqeta çîrokeke wiha bên ku di nava dilê deşt û çiyayên Dêrika Çiyayê Mazî de, di bin tîrêjên janê de hestî û giyan bi hev re têne kelijandin.
Di pirtûkê de, dema ku Selman dibe şervanê gelê xwe û dest bi pîvandina çiyayên azadiyê heta qada Serokatiyê dike, nivîskar pêvajoya ji serdema agirbestê heta şehadeta wî ya li herêma Mêrdînê û Eyaleta Gapê, gav bi gav vedihûne û rave dike. Di vê rêwîtiyê de em li gelek aliyên Şehîd Selman yên civakî, şoreşgerî û fermandarî tên. Ew ne şerkêrekî ji rêzê bû; afirînerê jiyanê, rûgeşekî bi ken û gula ber dilê heval û hogirên xwe bû. Wekî ku hevjîna wî Asûman û kurê wî Argêş di pirtûkê de tînin ziman, wî “heta roja dawî di dilê tu kesî de nehiştiye” û kurê wî bi serbilindî dibêje: “Ez kêfxweş im dema ku dibêjin ‘tu biçûk bûyî û tu çûyî cem bavê xwe!’” Pirtûk bi pêşgotina hevjîna wî Asûman û bi van çar gotinên tije wate yên kurê wî Argêş dest pê dike û diherike nav jiyana Şehîd Selman. Jiyana wî di her kêliyê de zelal, paqij, sade û dewlemend bû. Ev paqijî ne tenê di reftarên dilê wî de, lê di bîr û baweriya ku li hemberî jiyanê û dilê gel mîna ava kaniyê diherikî de bi cih bûbû. Ew wekî mirovekî paqij hat vê dinyayê û bi heman paqijiyê ji vê dinyayê bar kir.
Di kesayetiya Selman de du taybetmendiyên herî mezin derdikevin pêş: zanyariyeke kûr û hestiyariyeke hunermendî.
Ew dildarekî birdoziya xwe û têkoşerê doza gelê xwe bû. Ji dîrokê her çi xwendibû, di kûrahiya hişê xwe de mayînde kiribû; nakokiya ked û sitemkariyê baş dahûrandibû û ev yek kiribû taybetmendiyeke xweser a kesayetiya xwe. Lê belê, bi vê zanistiya xwe tu carî rûyê xwe sar û hişk nekir. Berovajî wê, gava ji girtîgehê derket, bi rûyê xwe yê bi ken, bi tînaz û henekên xwe yên ku “heval ji kenan zikopişto dikirin”, jiyana girtîgehê û zehmetiyên wê li ser dildarên azadiyê sivik dikir. Bîranînên Mazlûm, Eşref, Kemal, Ferhat… û yên din bû şûrê li ser zimanê wî û helbest pê da rêsandin. Ew afirînerekî wiha bi coş bû; dema destê xwe davêt tembûrê û bi saetan di bin sêbera dengê xwe yê xweş de kilam digot, vediguherî dibû derwêşekî evîndarê welatê xwe.
Nesekinî û li Stenbola heft tepik Navenda Çand û Hunerê (NÇM) ava kir û bi şev û rojan di nava xebatên “Koma Çiya” de xebitî. Lê belê, her çiqas di nav qelebalixiya heft tepikan de bûya jî, giyan û ramanên wî her tim li ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bû. Ew ji berjewendiyên piçûk, jiyana tengav û têkiliyên şaş ên bajêrî aciz bûbû; ji bo wî ew jiyan wekî şikenceyeke ku êşa hundurê wî gurtir dikir dixwiya. Çarçoveya hewaya wî ya paqij, ber bi çiyê û meşa şervanên azadiyê ve dikişand.
Wî tu carî êşa sîla mamosteyê xwe yê dibistana seretayî ku ji bo axaftina bi zimanê kurdî xwaribû ji bîr nekir. Ew êş, ji bo wî bûbû mamosteyê herî mezin ê jiyanê. Ji ber vê yekê, gava wî fîringiyeke Newala Xursê bêhn dikir, bi fikr û ramanên kurdewarî dikişand nav kezeba xwe. Wî bi hêza peyva xwe ya vegotinê fêm dikir ku berê her destpêkê ber bi meşeke bêdawî ve diçe.
Ji bo vê yekê jî, navê xwe yê şer ji “Selman”ê ku bi xwe rûmeta şerekî pîroz û herikîna ava Çemê Şikestûnê ya bi xwînê sorbûyî dikir, girtibû. Ev fermandarê leheng ê ku li gundê Şikestûna Dêrika Çiyayê Mazî şehîd ketibû, dizanibû ku têkçûn û radestbûn tarîkirina rûyê dîrokê ye; loma bi zanebûn ev rûmet hildabû ser milên xwe û da ser şopa wî û rêhevalên wî. Dema ku ber bi meşa xwe ya bêdawî ve dimeşiya, wiha got û çû:
“Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”
Ev rastiya wî, di dilê hevalên wî yên têkoşînê de her tim zindî ma. Selman bi vî awayî mirineke paqij hilbijart û gewdeyê wî bû “jana hestiyan” ku di tu darbestan de hilnehat û hilnayê. Ew çû, lê şopa wî û hin hestiyên wî yên ku piştî bîst salan hatin dîtin, bûn tovê jiyaneke nû.
Îro, ew axa ku Selman tê de hatiye veşartin, bûye quncikek ji mala hevjîna wî Asûman û kurê wî Argêş. Wekî ku wî bixwe kiribû weşiyet û gotibû: “Dê şitla azadiyê di nava dilê me de şîn bibe.”
Pirtûka “Jana Hestiyan”, ku ji bîranînên nivîskar ên bi Şehîd Selman re li qadên azad dest pê dike û heta kêliya şehadetê vedigire, pirtûkeke wiha hêja ye ku hîn li benda ronahiyê ye. Ev berhem li benda weşanxaneyek û çapkirinê ye da ku bi per û bask bibe, bi tîrêjên rojê re tevbigere, bibe tov û di dilê her xwendevanekî de ronahiyeke mayînde bihêle.













