Divê dewlet gavan biavêje
Duşem 31 Adar 2025 - 03:20
Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Nîqaşên têkildarî bangê berdewam in. Herî zêde jî malbatên zarokên xwe di şer de şehîd bûne piştgiriyê dan bangê. Malbata Erkol ku li Wanê dijî, diyar kirin ku divê dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê gavan biavêje. Malbata Erkol, ji salên 1980'î heta niha di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digire. Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di sala 2007’an de û Sercan Erkol (Şoreş Zewkî) jî di sala 2013’an de tevlî PKK’ê bûn. Mercan Erkol, di 16’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de şehîd bû. Agahiyên nasnameyê jî di 17’ê Adara 2019’an de hatin eşkere kirin. Lê belê heta niha jî cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Bi hinceta “ewraqên kêm” cenaze nadin malbatê. Serkan Erkol jî di 11’ê Mijdara 2023’yan de li Herêma Serhedê şehîd bû û cenazeyê wî jî hêj nehatiye teslîmkirin.
Em bi Rêbertiyê bawer in
Bav Hesin Erkol ku di şer de her du zarokên xwe şehîd bûne û cenazeyên wan negirtiye, diyar kir ku bi banga Rêber APO re hêviya wan mezin bûye û got:“Em gelek bi kelecan bûn. Em ji Rêbertiya xwe bawerin. Lê belê hinek welatiyên me pêvajoyê baş naxwînin. Dibêjin ‘Ew ê PKK çawa çekan berde? Heke çekan berde wê tu wateya vê têkoşînê bimîne?’ Ev tê wê wateyê ku pêvajoyê baş naxwînin û fam nakin. Banga Rêbertiyê li hemû cîhanê deng veda. Ji bo gelan bû hêvî. Ev bang wê rê li ber rijandina xwînê bigire. Ji bo aştiyê divê her kes heta dawiyê piştgiriyê bide Abdullah Ocalan.”
Divê Rêbertî azad bibe
Erkol, anî ziman ku berdana çekan ji bo hemû aliyan wê baş bibe û got:“PKK’ê banga Rêbertiyê qebûl kir û got ku amade ye. Ji wê rojê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Lê dîsa jî hêviya me heye. Divê Tirkiye bi destê Rêbertiyê bigire. Ji bo vê jî divê gavên şênber biavêje. Divê Rêbertî di demeke nêz de bê berdan. Bi azadiya Rêbertiyê re wê li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibe. Rêbertî her tim bi aştî û azadiyê re ye. Divê her kes cidî nêzî gotinên Rêbertiyê bibe. Banga me ji bo dewletê ew e ku çareseriyê peyda bike. Bila ev welat êdî ji rijandina xwînê û şer xelas bibe. Divê êdî mafên Kurdan bên qebûlkirin.”
MA/WAN