
- Di cîhana nûjen de, têkoşînên gelan ên ji bo azadî, nasname û xwebûnê bi rengekî bêhempa didomin. PKK jî yek ji wan e; ne tenê navek, saziyek an partiyek e ku tê û diçe. Bi gotineke din, PKK felsefeyeke kûr, birdoziyek berfireh, fikr û ramanek zindî, hişmendiyek nûjen, feraseteke ku sînorên kevneşopî dişikîne, çîrokeke bêdawî û hebûneke xwebûnî ye ku bi hêza gelan xwe diyar kiriye.
HOGIR BERBIR
Ev hebûn bûye fikr û raman, birdozî, hîşmendî û feraset; ne tenê di warê siyasî an leşkerî de, di heman demê de bûye sembola berxwedan û xweparastina nirxên gerdûnî ku xwe di her şert û mercî de timî nû dike, xurt dike û bi pêş ve diçe.
PKK di bingeha xwe de ne tenê têkoşîneke ji bo azadiya neteweyî bû, herwiha felsefeyek bû ku li ser prensîbên wekhevî, dadmendî, azadî û xwebûnê hatibû avakirin. Ev felsefe bi fikr û ramanên Serok Apo hat geşkirin û di nav civakan de bû çavkaniya îlhamê. Birdoziya PKK’ê li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, ekolojî, jineolojî û xweseriya civakî ava bûye. Ev tevger ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê bûye modeleke jiyanê û li dijî pergala serdest û yekdest rawestiyaye.
Ev felsefe bi têgeha “xwebûnê” ve girêdayî ye. Xwebûn di vê çarçoveyê de ne tenê wateya azadiya neteweyî an siyasî digire nava xwe, di heman demê de tê wateya ku her kes, her civak û her gel xwedî maf e ku bi nasname, çand û nirxên xwe bijî. PKK’ê têkoşîneke domdar meşand da ku gelên bi sedsalan di bin zilm, asîmîlasyon û qirkirinan de mabûn, nasnameya xwe ji nû ve bi dest bixin, biparêzin û hebûna xwe rabigihînin.
Tevgereke ku xwe timî nû dikir
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên PKK’ê ew e ku ne statîk bû, berevajî vê, pir dînamîk bû. Ev tevger bi demê re, li gorî şert û mercên cîhana global, civakî û dîrokî xwe nû kir û her tim di nava lêgerîna rê û rêbazên nû de bû. Tevî ku nav, sembol, kesayet an hêmanên din ên tevgerê bi demê re hatin guhertin jî, di warê fikr, raman û birdoziyê de qet dev ji bingeha xwe berneda û bernade. Vê yekê hebûna wê ya xwebûnî bi hêztir kir û hişt ku li hember hemû astengî û êrîşan li ser piyan bimîne.
Di salên destpêkê yên damezrandinê de (1978) her çiqas wekî tevgereke Marksîst-Lenînîst dest bi têkoşîna xwe kiribe jî, îro bi analîzên kûr ên Serok Apo û guhertinên di cîhana global de, berê tevgerê ber bi paradîgmayeke nû ve çû. Ev paradîgma li şûna dewletbûna neteweyî, li ser xweseriya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, yekîtiya gelan û rêveberiyên xwecihî û cewherî sekinî. Ev guhertin ne tenê nîşana nermbûnê ye, di heman demê de nîşana wê yekê ye ku dikare bi awayekî realîst û nûjen bersivê bide daxwaz û hewcedariyên cîhana global û gel.
PKK gel e, gel li vir e
Ev gotina navdar ku ji aliyê bi milyonan mirovan ve bi coş hat bilêvkirin û dubarekirin, bi awayekî zelal ruh û mebesta hebûna wê radixe ber çavan. Ji ber vê yekê, ew ne tenê partiyek ji hêmanên siyasî an leşkerî pêk dihat, bû hêzeke zindî ku bi gelan re, di dilê civakan de bijî û bibe “partiya şehîdan”. Ev têkiliya organîk bû sedem ku bêyî şehîdan nikaribû hebûna xwe bidomanda. Partiya şehîdan, têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xwebûnê ji sembola berxwedanê wêdetir bir û di dilan de cih girt. Ev yek di dîrokê de bi gelek nimûneyan diyar e; girêdana bi şehîdan re wê tim û tim li ser zimanan be û bijî.
PKK di salvegera 48 salên têkoşîna xwe de ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê bû mînakek. Berxwedana li hember artêş û teknîka herî pêşketî, bi têkoşîn û baweriya herî xurt û bi xebatên xwe yên giranbûha, bû sîwana her çar parçeyan û pêşengê têkoşîna xwebûnê.
Di vê têkoşînê de, rola jinê hate pêşxistin. Bi ramanên jineolojiyê, têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê kir yek ji stûnên bingehîn ên birdozî. Jinên Kurd di nava refên wê de ne tenê şervan bûn, di heman demê de bûn rêber, serkêş û sembolên berxwedanê yên ku bi cihêrengiya xwe cih dan hemû çînên civakî. Bi vî rengî, bû modeleke nûjen a wekheviya zayendî ku civak pê pêş bikeve.
Di nêzîkahiya salvegera damezrandina wê de, tevî ku dibe ku navê wê li hin cihan neyê bilêvkirin jî, em bi hebûna şehîdan û bi fikr û ramanên Serok Apo re bi kelecan wê pêşwazî dikin. 27’ê Mijdarê wê li ser rêça şehîdan a ji bo azadî, wekhevî û xwebûnê tim di dilan de bijî û ev meş wê bê domandin. Ev meş bi feraseta fikr û ramanên Serok Apo, bi birdoziya xwe ya kûr, felsefeya xwe ya nû û hişmendiya xwe ya dînamîk wê her tim were pîrozkirin. Çi bi navê PKK’ê be, çi bi navekî din be, ev raman û ev têkoşîn wê her tim di dilê gel de hebe û bijî. Çimkî ruh û mebesta ku di dilê bi milyonan de cih girtiye, bi dengê zelal hîn tê gotin: “PKK gel e, gel li vir e!”
27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê ye. Ji ber vê yekê, bila careke din salvegera damezrandina wê li Şehîdan, li Serok Apo û li gelê me yê berxwedêr hezar carî pîroz be!..















