
- Di vê pêvajoya hilweşîna nîzama kevn û pêşketina pirserkêşî û pirhêzdarî de, Rojhilata Navîn careke din bûye qada şer û veguhertina pergala cîhanî. Bûye navenda tûj a reqabeta gerdûnî. Ji ber ku hêzên hegemon (wekî DYA) ji herêmê gav bi gav vedikişin yan jî stratejiyên xwe yên leşkerî kêm dikin, valahiyeke desthilatdariyê derdikeve holê. Ev valahî rê li ber dînamîkên nû vedike.
MEHMET ŞAHÎN
Li Rojhilata Navîn êdî ne tenê hêzek an jî hevpeymaniyek serdest e. Hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran, Erebistana Siyûdî û Îsraîl hewl didin ku di vê serdema bêîstiqrar de qadên bandora xwe berfireh bikin. Ev yek herêmê ji şerên rasterast ber bi "şerên wekîlan" û reqabeta dîplomatîk ve dikişîne.
Herçiqasî DYA êdî giraniya xwe bide ser Asya-Pasîfîkê jî, lê ew ê nikare bi temamî ji Rojhilata Navîn qut bibe. Di heman demê de, lîstikvanên nû yên global ên mîna Çîn û Rûsya bi rêya rêkeftinên aborî, firotina çekan û dîplomasiyê kûrtir dikevin herêmê. Çîn bi rola xwe ya navbeynkar a di navbera welatên herêmê de nîşan dide ku ew dixwaze li ser xetên enerjiyê xwedî gotin be.
Rojhilata Navîn ne tenê bi petrol û Xaza Siruştî, di heman demê de bi xetên veguhestinê yên stratejîk jî tê naskirin. Têkoşîna li ser kontrolkirina bendergeh, xetên bazirganiyê û projeyên wekî "Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê" nîşan dide ku aborî û jeopolîtîk li vê erdnîgariyê li hev qulibîne.
Li kêleka şerên siyasî, Rojhilata Navîn di bin gefa qeyranên avhewa û kêmbûna avê de ye. Qeyranên avhewayê, av û pirsgirêkên civakî rojbiroj zêde dibin. Ziwabûn û pirsgirêkên ekolojîk dê di pêşerojê de bibin sedema tevgerên mezin ên koçberiyê û nakokiyên nû yên navxweyî.
Di vê nîzama nû de, Rojhilata Navîn êdî ne tenê herêmeke ku ji hêla rojavayî ve tê birêvebirin, qadeke serbixwe û aloz e ku tê de gelên herêmê û hêzên herêmî ji bo çarenûsa xwe têdikoşin.
Di nîzama nû ya Rojhilata Navîn de rista Kurdan
Di dilê hemû qeyran, pevçûn û veguherînên statuyên Rojhilata Navîn de, pirsgirêka herî bingehîn û çaresernebûyî ev e ku Kurd li çar parçeyan hatine dabeşkirin û heya îro jî ji statûyeke fermî ya gerdûnî bêpar hatine hiştin. Di sedsala borî de nîzama piştî Peymana Sykes-Picot û Lozanê li ser bingeha înkarkirin û parçekirina Kurdan hate avakirin. Lê, di nîzama nû ya cîhanî û herêmî de ku ber bi pirqûtûbûnê ve diçe, ev statukoya kevnar êdî nayê domandin. Rojhilata Navîn bûye qada jeopolîtîk û têkoşîna statuyê.
Siyaseta Kurdî di vê serdemê de rê li ber dînamîk û pênaseyên nû yên jeopolîtîk vedike. Civaka Kurd di dîroka nûjen de gelek caran ji aliyê hêzên hegemon û herêmî ve wekî "lîstikvanekî demkî an taktîkî" hate bikaranîn. Lê îro, Kurd ne tenê Hêza Parastinê ya li dijî radîkalîzm û terorê ne, ew wekî aktorekî siyasî, civakî û îdeolojîk ê serbixwe ku xwedî projeyên birêvebirinê ne. Ji Başûrê Kurdistanê ku xwedî ezmûneke statûya federatîf e, heya Rojava ku modela rêveberiya xweser a demokratîk ava kiriye, Kurdan nîşan dane ku ew di birêvebirina erdnîgariyên xwe de xwedî kapasîteyeke xurt in. Kurd êdî ne aktorekî taktîkî ne, hêzeke stratejîk a sereke ne.
Veguherîna nîzama nû li her parçeyekî Kurdistanê encamên polîtîk ên taybet derdixe holê. Li Rojavayê Kurdistanê li hemberî hilweşîna dewletê û şerê navxweyî, Kurdan bi avakirina pergala Xweseriya Demokratîk re ne tenê xaka xwe parastin, di heman demê de bûn faktora herî bingehîn a siberoja siyasî ya Sûriyeyê.
Li Başûrê Kurdistanê herêmeke statûdar e ku xwedî ezmûneke qanûnî û aborî ye, di navbera reqabeta hêzên herêmî (Tirkiye û Îran) û krîzên navxweyî de ber bi xeteke nû ya jeopolîtîk ve diçe.
Li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî piştî serhildana mezin a bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî", Kurd bûn pêşengê guherîna civakî û siyasî ya li hemberî rejîma navendî ya Îranê.
Li Bakurê Kurdistanê civaka Kurd bi serjimara nifûsa xwe ya herî mezin û bi têkoşîna xwe ya siyasî hevsengiyên navxweyî yên Tirkiyeyê rasterast diyar dike û polîtîkayên derve yên dewleta Tirk bi tevahî li ser vê tirs û axê tên teşekirin.
Yek ji tevkariyên herî kûr ên tevgera siyasî ya Kurd ji bo nîzama nû ya Rojhilata Navîn, reftara wî ya li hember qeyranên netewe-dewletê ye. Di navbêna neteweperestiya tûj û kevneşopiyên radîkal ên herêmê de, modelên mîna Konfederalîzma Demokratîk, jiyana hevpar a gelan, azadiya jinê û ekolojî wekî alternatîfeke kûr ji bo pirsgirêkên mîsogerkirî yên Rojhilata Navîn tên pêşkêşkirin. Ev yek dihêle ku Kurd bi hêzên navneteweyî û civaka sivîl a cîhanî re peywendiyên nû yên bîrdoziyê ava bikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya û Çîn di lêgerîna hevsengiyên nû de li Rojhilata Navîn neçar in stratejiya xwe ya li hember Kurdan ji nû ve binirxînin. Hêzên hegemon gava ku hewl didin balansa xwe di navbera hevpeymanên xwe yên kevn (dewletên navendî) û aktoriya nû ya Kurdan de ragirin, fêm dikin ku bêyî tevlîkirina Kurdan ti projeyeke îstiqrarê an jî korîdoreke aborî û enerjiyê nabe xwedî temenekî dirêj.
Bi kurtî; çareserkirina pirsgirêka Kurd û naskirina statû û mafên wan ên rewa, êdî ne tenê daxwazeke etnîkî an jî neteweyî ya gelê Kurd e, ew stûna zêrîn û şertê sereke yê aramiya jeopolîtîk û aştiya domdar a tevahiya Rojhilata Navîn e. Di nîzama nû de ku nexşeya hêzê ji nû ve tê nivîsandin, Kurd êdî ne mijara peymanên dewletan e, xwedî pênûs û îradeya ku çarenûsa herêmê diyar dike ne.














