
- Di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, pênaseya "Jiyana Azad" di nava paradigmaya Modernîteya Demokratîk de ne daxwazeke xeyalî ye û ne jî tenê serxwebûna takekesî ya ku ji civakê qut e. Jiyana Azad xebat û pratîka rojane ye ku li hember pergala kapitalîst alternatîfeke şênber, zindî û civakî ava dike.
MEHMET ŞAHÎN
Têkiliya vê jiyanê bi paradigmaya Modernîteya Demokratîk re li ser stûnên bingehîn û pîvanên felsefî tê avakirin. Modernîteya Demokratîk Jiyana Azad ne di nava dewlet an desthilatdariyê de, di nava rêxistinbûna resen a civakê de dibîne. Jiyana Azad redkirina netewe-dewleta yekparêz û zordar e. Di bin sîwana Neteweya Demokratîk de ziman, çand, bawerî û nasnameyên cuda bêyî ku serdestiyê li ser hev ferz bikin, bi hev re bi rengekî azad dijîn. Neteweya Demokratîk pênaseya pir-rengî û hevjiyana azad e.
Bêguman azadî bêyî rizgariya aborî ne pêkan e. Modernîteya Kapitalîst aboriyê dike amûrê talankirin û berjewendiyên çend kes an şirketên sermayedar. Lê di Jiyana Azad de aborî vedigere cewherê xwe yê komunal û li ser bingeha hewcedariyên resen ên civakê û parastina siruştê tê meşandin. Aboriya komunal û ekolojîk tenê dikare azadiya rastîn garantî bike.
Jiyana Azad ew e ku civak rasterast xwedî îradeya biryargirtinê be. Pergala meclîs, komîn û akademiyan dihêle ku civak bêyî hewcedariya dewletê, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û biryarên xwe bi destê xwe bide. Cewherê vê ferasetê di Konfedaralîzma Demokratîk û Rêveberiya Xwecihî de vedişêre. Di vê paradîgmayê de azadî ne diyardeyeke bêkar e ku ji derve de bê bexşîn, ew statuyeke manevî û etîk e ku bi têkoşîn û kedê tê bidestxistin.
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku “Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe.” Azadkirina têkiliyên zayendî û avakirina "Hevjiyana Azad" pîvana herî girîng û bingehîn a jiyana azad e. Şoreşa zayendî destpêka hemû azadiyan e û rizgariya jinê pîvana bingehîn a hevjiyana azad e.
Jiyana Azad li ser rêya ku şehîdan bi fedakarî û giyanê xwe yê pak xêz kirine ava dibe. Şêwazê vê jiyanê paqijbûna ji kiretiyên kapitalîzmê û pêkanîna pîvanên etîkî û estetîkî ye. Ew jiyanek e ku her dem bi bîr, ked û nirxên şehîdan re di nava têkiliyeke kûr de ye.
Modernîteya sermayedar mirov ji siruştê qut kiriye û siruştê tenê wekî tiştekî ku divê bê talankirin dibîne. Jiyana Azad di nava Modernîteya Demokratîk de li ser bingeha zanyariya ekolojîk têkiliya mirov û siruştê ji nû ve ava dike û cewhera mirovbûnê ya ekolojîk derdixe holê.
Cudahiyên di navbera du modernîteyan de
Nirxandin û pênasekirina jiyanê li gorî pergalên rênîşander diguhere. Di sedsala me de, di navbera Modernîteya Kapitalîst û Modernîteya Demokratîk (Jiyana Azad) de li ser bingehên civakî, siyasî û exlakî nêzîkayî û nakokiyeke kûr heye. Ev her du pergal li ser pênasekirina azadiyê û rola mirov û civakê ramanên bi temamî dijber pêşkêş dikin.
Modernîteya Kapitalîst bingeha xwe li ser takekesiya bêsînor, reqabet û berjewendiyên maddî ava dike. Li hember vê, Modernîteya Demokratîk jiyanê li ser bingeha civakbûna komunal, piştgirî û rûmeta mirovahiyê ava dike.
Di pergala kapitalîst de, rêveberî bi rêya burokrasî, dewlet, hiyerarşî û zordariyê tê meşandin. Lê di Modernîteya Demokratîk de, şêwazê meşandina jiyanê ne dewlet e, komîn, meclîs û xwerêveberiya rasterast a civakê bixwe ye.
Têgîna azadiyê di kapitalîzmê de tenê wekî azadiya xerckirinê an jî axaftina ku ji hêza madî bêpar e tê sînordarkirin. Di gelemperiya Modernîteya Demokratîk de azadî berfirehtir dibe, ew bi etîk, estetîk, biryardarî û rizgariya ji her cure koletiyê tê pênasekirin.
Di Modernîteya Kapitalîst de, jin wekî bireserek (obje) ji bo bazirganî û desthilatiya zayendî tê dîtin û bikaranîn. Lê di Jiyana Azad û Modernîteya Demokratîk de jin ne obje ye, ew pêşeng û afirînera bingehîn a şoreşa civakî ye. Afirînera jiyana nû ye.
Bi kurtasî; dema ku Modernîteya Kapitalîst bi rêya hiyerarşî û madiyatê jiyanê û civakê parçe dike, Modernîteya Demokratîk bi rêya komîn û azadiya jinê alternatîfa Jiyana Azad ava dike.
Di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, Jiyana Azad di nava Modernîteya Demokratîk de ne tenê formuleke siyasî ye, ew biryara mirov û civakê ye ku naxwazin bibin koleyê pergalê. Ew şêwazekî jiyanê ye ku zanyariya etîk, estetîk, ekolojîk û azadiya jinê dike bingeha pergaleke nû. Ev jiyan biryardariya avakirina civakeke azad û demokratîk e ku xeta şehîdan û nirxên bilind ên mirovahiyê biparêze.














