Civanga wêje û aştiyê

Nûçeyên Forum —

Duşem 16 Mijdar 2026 - 07:00

  • Bi mazûbaniya PENa Kurd û tevlêkariya PENa navnetewî û gelek mêvanan, dîsa gelek vexwendiyên hêja, 6 û 7’ê Mijdarê li Amedê civanga ‘ Wêje û Aştî’yê pêk hat. Em jî tevlî vê xebatê bûn. Ji ber gurbûna kar ez nikanibûm tevlî herdu rojan bibama, tenê tevlî roja destpêkê bûm, lê ji bo min gelekî perwerdekar û bi adan bû. Him bi agahiyên xebatê him jî bi herka hestan dewlemend bûm.

ŞADIYE MANAP

Di vê pêvajoyê de xebateke wisa gelekî bi îsabet e û di cî de ye. Lewra jiyan jî, têkoşîn jî rastiyeke piralî ye û yekpare ye. Ango komple ye. Tu derdor, tu qada xebatê  nikare bêje; ‘têkiliya min bi pêvajoyê nîne, berpirsiyariya min li hember pêvajoyê nîne.’ Her tiştê ku jiyanê têkildar dike, civakê têkildar dike. Lewra jiyana mirovan bi civakîbûnê pêk tê. Û her tiştê ku civakê têkildar dike, pêvajoyê têkildar dike. Lewra pêvajo li ser çarenûsa civakê, hebûn û tûnebûna civakê, reng resmê civakê tê jiyîn û pêş dikeve.

Ji axaftina vekirina civangê heta axaftina serokê PENa navnetewî gelek nirxandinên pir di cî de û granbuha hatin kirin. Mêvanên biyan, dostên enternasyonalîst jî bi amadekariya rêkûpêk û kedeke grîng tevlêkariyeke pir bi nirx kirin. Civang bû wesîle ku gelek nivîskar û wêjesaz ji tixûban biborin û hev nas bikin. Ger meriv van nasînan, dan û stendinan jî li ser esasê temsîla civakî û pêşxisyina pêvajoyê  bigre dest, meriv kane gelek encaman bi dest bixe.

Di civangê de rista wêjekaran, rewşenbîran ya li hember azadiya civakî, li hember pêvajoyê û têkoşîna demokrasiyê gelek caran û ji gelek aliyan ve hate ziman. Mijareke grîng bû. Lewra çawa ku bi felsefeya lîberalîzmê çand û huner, wêje ji heqîqeta civakê hatiye qutkirin, rewşenbîr û wêjekar jî wekî çîneke ji civakê qut, wekî çîneke ku têkiliya wê bi civakê nîne hatiye pênasekirin û beralîkirin. Hal ew e ku, wekî ku Rêbertî dibêje; “ huner ji nû ve afirandina jiyanê ye, di radeya estetîk de.”  Ev tespît her tim fîlozofekî ku dostê Gelê Kurd e bîra min dixe. Di pirtûka “ Dîyalogên Bi Jiyana Azad re” de fîlozofek çavdêriya xwe par dike. Dibêje; ya rast tişta ku Abdullah Ocalan dike felsefe ye. Lê çima dinyaya felsefeyê wî wekî fîlozof pênase nake. Heye ku mijara qedexeyê, Tevgera Azadiyê wekî "teror" pênasekirinê jî ristê dilîze, lê esil tişta diyarker felsefeya jiyanê ya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan çi difikire wê dibêje, çi dibêje wisa dijî. Ger dinyaya felsefeyê wî wekî fîlozof pênase bike, ew ê vê felsefeya jiyanê li ser fîlozofên dinyayê jî ferz bike. Û ew vê yekê naxwazin. Bi van mînakan em fêm dikin ku, têkiliya wêjekeran bi azadiya civakî re, bi pêvajoyê re danîn wêreki û berpirsiyariyeke grîng e. 

Di civangê de em ta radeyekê li ser wêje û wêjekariya li zindanê jî rawestiyan. Kêmasî, nebesî û zehmetiyên wêjekariya zindanê li aliyekî, di roja me de wêjeya Kurdî, wêjeya têkoşînê, berhemên wêjeyî yên ku hatine weşandin û tên weşandin, di radeyeke grîng de aîdî dîlên polîtîk e. An jî bingeh li zindanê, di mercên dîlîtiyê de hatine avêtin. Ji çawaniya berheman heta derfetên weşanê gelek bîwarê grîng hatin nirxandin ku,  li ser sekinîn pêwist e.

Di civangê de wêjeya Kurdî û nêzikatiya li wêjeya Kurdî jî wekî mijareke herî stratejîk hate nirxandin. Di nava evqas dezawantaj de wêjekariya bi zimanê Kurdî, di wateya rastîn de berxwedanê dixwaze. Bi qasî parastina devokên cihêreng, standardiya zimanê Kurdî jî ji boy pêşketinê grîng hate dîtin. Ya grîng ew e ku, meriv di axaftina Kurdî de bi israr û îstîkrar be. Axaftina Kurdî ya bêhtir bi rûkûpêk, bêhtir zelal û sefiyayî, karê gavên pêş e.

Ji boy xebatên dema pêş yên wisa meriv kane hin pêşniyazan jî bike. Xuyabû ku, di navbera sazkarên vê xebatê û ragihandinê de herkeke di dema wê de û bi têrî pêk nehatibû. Hal ew e ku di hemî xebatên civakî de ragihandin êdî risteke pir grîng dilîze. Ne ku meriv kirina kar grîng nebîne lê vebeyna ragihandinê grîng bibîne ( carna kêmasiyên wisa jî tên jiyîn), di aliyê agahdariyê de jî , avakirina bal û giyanê de jî ragihandin grîng e. Mijara din: di civangê de axiver hebûn û vexwendî hebûn. Ango hemî yên ku rasterast bi wêjeyê re têkildar bûn. Bi fikra min kanibû wekî guhdarvan gelek derdor bihatana vexwendin ji boy civangê. Dê bêhtir derdoreke fireh ji guftûgoyan û pêşketinan agahdar ba. Qe nebe bi qasî danîştokên vala kanibû tevlêkarî çê biba. Ev jî mijarên ku meriv ji boy xebatên dema pêş li ser bisekine. 

Em êdî li bendê ne ku, di radeya netewî de û navnetewî de dengê wêjekaran bêhtir berz bibe, da ku pêvajo bibe xwedî giyan û wate.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.