
OSMAN KAPAN
Sura bayê sibê mîna dojehê bû,li ku deverê dida wekî zileheke bi şideh lê bikeve,sor dikir.Bayê payîza paşî tim ji serma xwe re cuda û dijwar bûn,lê wê kêlîkê ji her demê dijwartir bû.Her çiqasî kincên stur û germ li xwe kiribûn jî,bê fede bû. Mina çîta nava avê di lerizî li ber sura bayê sibê.Carina berê wî li ba bû,wê demê rondik dibarîn,ew rondik di cî de li ber wî ba yî dibûne cemed!
Vê sibeya zû,kê / kî bidîta teqez dê bigotana dîn e.Lewra di demên welê bi serma de tu kes dernediket derve.ji bona serma welê dapîra wî tim digot : “ sermayeke welê heye, mîzê di rovî yan de di esirîne !” Vê sermayê ev peyv anî bîrê. Wê bi kuve biçûya, çima vê sibeya zû derketibû, ji jana sermayê carina ji bîr dikir. Demekê pişta wî kete bayê û bi lez meşiya xwe gihande ber rizdeya rezê li biniya malan. Ji xwe re got; “ niha hinek min li vir bibînin, gelo wê çi ji min re bibêjin?” Bişirî. Xwe bi xwe got: “ Dê bibêjin, ma ev dîn bûye?”
Rabû ser xwe ku biçe,bayê sar xwe li dev rû yê wî pêça. Rûnişt. Dê hinekî din li wir bimana,belku bi hilatina rojê re têhna hewa yê hinekî din bişikestana.Lê gotina ku hinek min bibînin, dîsa hat li ser mêjî sekinî. Bişirî û got : Erê dê bibêjin, ev dîn bûye. Ya rast jî ew e. Ji xwe ku dema evîn zîl dide li ser dil, aqil li devereke din e ! ma ne ji ber wê Mecnûn bi çolan ket, Siyabend ji zinar kete jêr, Mem di zîndanê de giyan da ?” Got û hey got. Di nava wan ramanan de serma ji bîr kiribû.
Tarîtiyê konê xwe dida hev û cihê xwe ji ronahî yê re vala dikir. Tîrêjên rojê hino hono ji lutkeya çiyan bera jêr dida. Serma ne şikandibû lê bi wan tîrêjan hêviya germahiyê av dida. Roj, çiqasî bilind bû hêvî mezin bû. Ew hêvî bû germahî û xwe berda nava wî.
Li wir çi dikir? Ya rast wî jî bersiva xwe tam nedida. Lewra wî û evîna xwe hev û din êvarî li devera ku xewleya wan bû, hev dîtibûn. Pêşî hezkirina xwe ji hev re gotibûn, destên hev girtibûn û miz dabûn. Her çiqasî wî ji her demê zêdetir xwe nêzî evîna xwe dikir jî, wê hinekî xwe jê dûr dixist.Pêşî tu wate nedabûyê. Lewra tim evîna wî,ji wî gremtir û bi degeltir bû.Xwestibû sedema vê jê bipirse,bes ew wêrekî bi xwe re nedîtibû. Dema ku ji hev qetiyabûn,heya sibê li ser wê helwesta evîna xwe ramîyabû. Ji bona wê doşek mîna bizmara di laşê wî re diçû. Pirs di labîrentên mêjiyê wî de li bin guhê hev diketin.
Îca li gel ewqas ramyarî yê jî, tu bersiv negirtibû. Tişta di wê sura bayê sibê de ew avêtî derve jî ew bû. Ji cihê xwe rabû û ber bi gund ve meşiya. Wekî pisîka ku li goştê di bin kulînê de bi gere, li dora mala evîna xwe diçû û dihat. Jê we ye ku tu kes wî nabîne,lê pîra fatê ew raçav dikir û ji xwe re digot : “ Mala bavê evînê bi şewite, bê çi tîne serê mirovan…!” Nêht kiribû ku gazî bike, bila hinekî xwe germ bike, lê dengê xwe nekir.
Dayîka evîna wî derkete ber derî, li hawîrdor nerî dema ku çav bi wî ket,ber pêve hat û got: “ Ka Sêvê li ku ye ?” dema welê got, wekî tu aveke cemidî bi ser de berdê, bi carekê ricifî, ziman ne geriya nizanî bû çi bêje. Sêvê li ku bû û bi kuve çûbû. Şew şewe digeriyan, ev demeke dirêj bû, ciwan diçûne bi çiyan ve. Çirkênî ji dilê wî hat. Ma Sêvê…
Xwe bi xwe digot: “ Na tiştekî welê nabe…” hema bê wate li nav çavên dayîka evîna xwe dinerî. Dayîkê gotina xwe di domand. Herî dawî zimanê wî geriya got: “ Ez nizanim.” Wê demê qudumê dayîkê şikestin, destên xwe xistin kêleka xwe û bi dengekî melul got: “ Sêvê çû…”
Selo yê dîn çitika xwe xistibû nav ranê xwe de û digot : “ Sêvê,Nûrê, Sarya … çûn…” Ew deng li nava gund belav bû, kuçe bi kuçe geriya xwe di baceyan re berda nava malan. Sancoyekê xwe li dilê wî pêça, mîna şoravkê di şewitand. Bi wê êşê bera xwe da çiyan û meşiya…







