Hêza vegotinê û bîra civakî

Nûçeyên Forum —

Pêncşem 15 Cotmeh 2026 - 07:30

  • Hêza vê vegotinê di “Hespê Şeytên” de ye ku rastiya civakê bi gotinên sivik, ên rasterast an jî bi peyamên veşartî tê vehonandin. Ev hêz di nav bûyerên rojane, gotinên lehengan û hestên zarokan de xwe nîşan dide. Bi vî awayî, çîrok ji vegotinê derbasî asta tecrûbeyeke wêjeyî dibe; tecrûbeyeke ku di bîra civakî de bibe deng û vebêje.

HOGIR BERBIR

Di zarokatiya min de dayika min timî ji min re digot: “Li hespê şeytên siwar nebe!” Lê nivîskarê me Kadîr Stêra me li “Hespê Şeytên” siwar kir; ka em bala xwe bidinê ew çi ji me re vedibêje. Di cîhana bêdawî ya wêjeyê de hin nav û navên pirtûkan hene ku mirov berî ku rûpelên wê veke û bikeve nav cîhana wê, bi tenê bi bihîstina wan dikeve bin bandorê. Ew nav mîna deriyekî veşartî ne ku li pişt wan çîrok bîranîn, xeyal û serpêhatî li benda me ne. Navê “Hespê Şeytên” jî yek ji wan navan e; navek ku di destpêkê de meraqê di dilê xwîner de geş dike û berî ku rûpelên pirtûkê vebin, xeyalan dihone û dide ser rêya çîrokê. Ev nav, tevî ku di destpêkê de wekî gotineke gelêrî, biwêjeke kevnar an jî nîşaneyeke serpêhatiyeke bi kelecan xuya dike jî, di hundirê xwe de ji bo çîroknûsiya nûjen a kurdî deriyekî berfireh vedike. Ew çîroknûsiyeke ku hêmanên xwe ji jiyana rojane, bîranînên zarokatiyê, rastiyên civakî û kûrahiya derûnî ya erdnîgariyekê distîne.

Pirtûka “Hespê Şeytên”, ku çapa xwe ya duyemîn ji Weşanxaneya Bêjingê derxistiye, berhema ewil a nivîskar Kadîr Stêra ye. Stêra bi vê berhema xwe re tenê gav navêje nava qada wêjeyê, di heman demê de siwarê hespê xwe yê nivîskariyê dibe û li ber deryaya berfireh a wêjeyê dest bi rêwîtiyeke taybet dike. Ew di vê rêwîtiyê de ne bi lez û bezeke bêarmanc, lê belê bi hêza bîranînên zarokatiyê, çavdêriya jiyanê û bi zimanekî ku di navbera qerf, henek, hest û melankoliyê de digere, dixwaze cihê xwe di nava wêjeya kurdî de ava bike. Hespê ku li ser rêya çîroknûsiya wî dibeze, rê ji sînorên çîrokê wêdetir berfireh dike û bi bîranînên kolektîf, birînên civakî û cîhana veşartî ya derûniya mirovên erdnîgariyeke bindest digihîje ber deriyê qonaxa novelê.

Ger em li ser navê pirtûkê bisekinin, em ê bibînin ku “Hespê Şeytên” ji navê çîrokekê wêdetir, xwedî hêza wêneyekî sembolîk e. Hesp di xeyala mirovahiyê de gelek caran nîşana hêzê, tevgerê, azadiyê û derbasbûna ji qadekê ber bi qadeke din ve ye. Siwar jî ew kes e ku bi helwest, vîn û armancekê dikeve rê. Di vê qonaxê de hespê ku Kadîr Stêra lê siwar bûye, dibe wêneyê pênûs, xeyal û vîna wî ya ku deriyê nivîskariyê vedike. Bi meşa vî hespî re ew dikeve nava deryaya wêjeyê; deryayeke ku sînorên wê nayên dîtin, rêyên wê naskirî ne û bi her lêdana pêlekê re cîhaneke nû dihone.

Li vir, dema ku siwarê hespê di deryaya wêjeyê de rêwîtiyê dike, ev wêne ji sînorên xwe yên asayî derbas dibe û dibe helwesta nivîskar ku dixwaze bi rêya çîrokên xwe bikeve nava qadeke ku her gav xwe nû dike. Lê belê, tenê siwarbûna li ser hesp têrî nivîskar nake; rêwiyê siwar rê nas dike, pêlên deryayê dibîne û xwe ji pêlan re amade dike. Ji ber wê jî, “Hespê Şeytên” dibe destpêka rêwîtiyeke wêjeyî; destpêkeke ku di tecrûbe, çavdêrî, ziman û xeyalan de hêdî hêdî dibe hêza vegotinê.

Çar beş, çar stûnên çîrokê

“Hespê Şeytên” ji çar beşan pêk tê. Her beşek bi reng, awaz û taybetmendiyên xwe ve cihê xwe di avahiya giştî ya pirtûkê de digire. Di van beşan de dem û bîranîn, rastî û xeyal, jiyana rojane û kûrahiya derûnî bi hev re dikevin nav danûstendinê. Şêwazên cuda yên nivîsandinê, ku carinan bîr û şêwaza wêjeya klasîk û carinan jî taybetmendiyên wêjeya nûjen bi bîr tînin, bi awayekî hostayî di nava hev de tên tevnkirin û cîhaneke çîrokî ya rengîn diafirînin. Helbestên nivîskarên naskirî jî wekî xemlên watedar di nav vê avahiyê de cih digirin û bi deng, hest û wateya xwe, cîhana lehengan dewlemendtir dikin.

Ev pirrengî “Hespê Şeytên” nake awayê vegotineke xêzkirî; berevajî vê, ew dibe cîhaneke çîrokî ku bi yek reng, yek hest û yek dengî neyê sînordarkirin. Her beş dibe deriyek ku li ser beşeke din vedike û xwendevan ji deriyekî derbasî qonaxeke nû ya bîranîn, têgihiştin û tecrûbeyên cihêreng dike. Bi vî awayî, çar beşên pirtûkê ne tenê çar beşên ji hev cuda ne; ew wekî çar stûnên avahiyekê tevdigerin ku di nav wan de jiyan bi hemû nakokî, xweşî, êş û xeyalên xwe ve xwe vedigire.

Dema ku bîranîn dibin çîrok

Navê pirtûkê di destpêkê de meraqekê di dilê xwîner de çê dike ku ew ê bikeve nava çîrokên gelêrî, lê bi xwendinê re mirov rastî tiştekî gelekî kûrtir tê. Di hundirê çîrokan de, zarokatiya salên nodî û derûniya civakekê dibe yek ji bingehên sereke yên vegotina nivîskar. Ew salên ku li paş man, lê şopên wan di bîra civakê ya hevpar de hîn jî dijîn; ew demeke dirêj e ku bi perçeyên jiyanê yên tijî kêfxweşî, tirs, xeyal û pirsên bêbersiv ve girêdayî ye.

Kadîr Stêra bi zimanekî zindî, xwezayî û herikbar, van bîranînan ji bin toza wê demê derdixe. Geh bi qerf û henekan, geh bi hestên nazik û geh jî bi melankoliyeke kûr re wan dike yek; bi vî awayî xwîner di navbera kenîn û xemgîniyê de digevize, di navbera bîranînên xweş û rastiya dijwar de cih digire.

Lehengên di “Hespê Şeytên” de ji jiyana rastîn dûr nakevin. Hest, gotin, tevger û nakokiyên wan ji cîhaneke razber nayên girtin, rasterast ji nava jiyana rojane, ji nava civakê û ji serpêhatiyên asayî derdikevin. Ji ber vê yekê, xwendevan dema çîrokan dixwîne, ne tenê çarenûsa lehengan dişopîne; ew rastiya xwe, ya kesên li dora xwe û parçeyekî ji dîroka civaka xwe jî di wir de dibîne.

Neynika zarokatî û civakê

Yek ji aliyên herî balkêş ên vegotina Stêra ew e ku ew di nav hin leheng û bûyeran de şopa rastiyan vedikole; ev yek bi taybetî di kesayetiya Heyv Tava de xwe dide der. Dema ku mirov bi çavê zarokekî li cîhana çîrokê dinêre, tiştên ku ji bo me îro asayî ne an jî ji ber demê girîngiya xwe winda kirine, ji nû ve dibin mijara pirs û lêkolînê. Zarok bi çavên xwe yên pak û bêpêşdarazî li cîhanê dinêre, lê ew cîhan her tim bi heman pakî û rastiyê bersivê nade. Di navbera çavên zarok û pergala heyî de dûrbûneke kûr ava dibe; dûrbûneke ku “Hespê Şeytên” wê bi hûrgilî bi rêya wêjeyê aşkere dike.

Dîmena ku mamosteyê zimanê tirkî ji xwendekaran dixwaze kompozîsyonê binivîsin, ji her aliyî ve gelekî girîng e. Zarokên ku di pergaleke perwerdehiyê de bi zimanekî din re rû bi rû dimînin, ne tenê zimanekî nû hîn dibin; di heman demê de ew bi pirsa nasnameyê, bi zimanê malbat û civakê, bi xwe-naskirinê û bi hebûna xwe ya di wê cîhanê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, ew dîmen ji çarçoveya wêneyekî asayî wêdetir diçe. Ew dibe deriyek ji bo dîtina nakokiya di navbera zarokatiyê û şertên dijwar ên ku li ser civakê hatine ferzkirin de; di navbera zimanê ku mirov bi xwe pê difikire û zimanê ku pergal ji wî dixwaze pê bifikire, biaxive û  bijî de.

Stêra rastiya zarokan bi awayekî xwezayî datîne holê; zarokên ku dixwazin xwe bînin ziman, lê di nav sînorên ku ji aliyê pergalê ve ji wan re hatine xêzkirin de asê mane. Bi vî rengî ziman, ku di bingeha xwe de amûra têgihiştin, pêwendî û afirandina cîhana mirov e, di van şertên taybet de dibe qadeke ceribandin û nakokiyan. Nivîskar bi vegotina vê tecrûbeyê, ne tenê bûyerên zarokatiya xwe vedibêje; ew deriyê birînên civakî jî vedike û xwîneran vedixwîne ku bandora perwerdehiyê, giringiya zimanê dayikê û şertên ku zarok tê de mezin dibin, ji nû ve bifikirin.

Beza di navbera qerf û kûrahiya derûnî de

Mijara girîng ne tenê ew e ku di “Hespê Şeytên” de çi tê gotin, awayê gotinê jî bi qasî wê girîng e. Kadîr Stêra bi zimanekî şêrîn, xwezayî û herikbar nêzîkî xwendevanê xwe dibe. Vegotina wî ne bi peyvên giran, ne jî bi xemilandineke zêde ya hevokan hewl dide ku balê bikişîne. Ew rasterast ji hêza gotinê, ji hestên rastîn û ji çavdêriya jiyana rojane sûd werdigire. Qerf û henekên wî carinan kenînê li ser lêvan çêdikin, lê di binê vê kenînê de rastiyeke giran, pirsek an jî birîneke veşartî heye.

Ev yek taybetmendiyeke wisa dide nivîskar ku ji vegotinê wêdetir mirov diramîne. Henek, di destê nivîskar de dibe amûreke rexneyê; tiştên ku di jiyana rojane de bûne tiştekî asayî, ji nû ve dixe ber ronahiyê. Melankoliya ku mirov carinan nikare rasterast bi gotinan bîne ziman jî, ew bi rêya bîranîn û bêdengiyê radigihîne. Di navbera van her du aliyên vegotinê de, Stêra qadeke hestyarî diafirîne ku tê de kenîn û xemgînî ne dijberê hev in, her yek ji wan aliyekî din ê jiyanê ronî dike.

Her çend di hin beşan de şopa tecrûbeya jiyana kesane ya nivîskar tê hîskirin jî, girîngiya vê yekê di şiyana veguhastina wê ya bo qada giştî de ye. Tecrûbeyeke ku di nav çarçoveya wêjeyê de ji sînorên xwe yên teng derbas dibe û dibe helwestek ku her xwîner dikare xwe di nav de bibîne. Nivîskar ji jiyana xwe dest pê dike, lê dema ku ew wê dike çîrok, jiyanê vediguherîne qadeke hevpar; qadeke ku bîranînan dike bîranînên hebûn û xwebûna gelek kesan.

Destpêkeke hêvîdar e

Bi kurtasî, “Hespê Şeytên” deriyekî nû vedike ber bi rêwîtiyeke kûr a çîroknûsiyê ve. Hêza berhemê di hewldana wê de ye ku rastiya jiyana kurdan, bîranînên zarokatiyê, qerf û henekên civakî û kûrahiya hestên mirovan di çarçoveyeke wêjeyî de li hev tîne. Ev hemû bi zimanekî zindî û vegotineke xwezayî tên pêşkêşkirin û cîhaneke çîrokî ava dikin ku xwendevan di nav de ne tenê wekî temaşevan dimîne, dibe beşdarê rast ê nava hest û bîranînan.

Vê berhema ewil a nivîskar, her çend di destpêkê de pêdiviya wê bi ceribandinên nû û xurtkirina şêwazê hebe jî, nîşaneya rêyeke pir bi hêz e. Ya herî girîng ew e ku nivîskar di destpêka rêwîtiya xwe de bi dîtin, hest û pirsgirêkên jiyanê re bi awayekî wêrek ketiye nava cîhana wêjeyî. Di “Hespê Şeytên” de, ev rê bi bîranîn, çavdêriya civakê û hewldana vegotina rastiyên jiyana rojane dest pê dike. Ev bingeh ji bo pêşveçûna şêwaza taybet a nivîskariyê dibe derfeteke mezin.

Wêjeya kurdî, wekî her wêjeyeke din a cîhanê, bi dengên nû, tecrûbeyên cuda û awayên nû yên dîtinê dewlemend dibe. Nivîskar bi van çavên ku li cîhanê dinêre û bi zimanê xwe yê xwemalî vedibêje, deriyekî girîng vedike. Di vê çarçoveyê de, wekî gotina dawîn; siwarbûna li “Hespê Şeytên”, di rêya deryaya wêjeyê de deriyekî berfireh li ber me hemûyan vekiriye. Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin Kadîr Stêra bi “Hespê Şeytên” re di rêya wêjeyê de bi hêzeke mezin daye ser rê; her çîrok dibe gaveke nû, her rûpel dibe pencereyek ji bo dîtineke nû û ev berhem jî dibe pêleke xurt li ser deryaya bêdawî ya wêjeya kurdî.                                                                                                                   

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.