- Amûda Seîd Axayê Deqorî dilê me yî biçûkanî bû, heyva dilê me yî biçûkanî. Deqoryan gundê me Dengiza jî ava kiribûn. Bi du aliyan dilê min bi Amûdê ve kelijî bû; Qaçaxçîtiya merivan û ya herêmê û pismamê min Smeîl, Smeîlê Şikriyê Rizo (Yilmaz) di Sinema Amûdê de şewitî bû. Ji xizanî û berberiyê koçî binxetê kiribûn, bûn Amûdî. Amûda pismamê Amedê û Amediyê, bermayiya Medan.
FERATÊ DENGIZÎ
Amûdê ji min re bûbû Amûda Şewitî, xweşbêriya wê, bi hebîna dil, paşê têlên mirêsayî, welat, parçebûn û bêwarî... Her bi hesret bûm. Beriya salên duhezarî di girtigehan, di rojnameya Azadiya Welat de min car bi car helbestên rêzdar Ehmed Huseynî dixwendin û bi hevalan re parve dikir, rewşek taybet bû, derûniyek awarte... Me digot çi helbestên dirêj û kûrwate, ji Amûdê, ji dilê yekî Amûdî. Wek behrê. Carinan bi kûrahiya felsefeya wî re tênedigihîştim.
Sal buhurîn, duhezar û pênc bû bawer im, piştî ku ji girtîgehê derketim û tevlî xebatên Enstîtuya Kurdî ya Amedê bûm, bi navbênkariya hejayê dilê min Rênas Jiyan me hevdû nas kir. Li Galeria Amedê, li odeyeke Gun Radyo /tv ji bonî Roj Tv’yê di bernameya "Dengvedana Peyvê" de cara ewil bi vî mirovê dilnerm î evîndarê Ziman û Wêjeya xwe Kurdî re bûm heval û dildost... Bi vê bernameyê û yên din ( Em Helîm Yûsiv jî ji bîranekin...) xizmetek giranbuha ji bonî Wêje û Zimanê Kurdî kir û ket ser rûpelên zêrîn ên bîra Kurdî.
Paşê di gelek bername û festivalên Şaredariyan ên çand û wêjeyê de em bûn heval û me sohbetên giranbuha kirin.
Mirovekî cuda bû. Mere li balê pir rihet bû, wek ku bi dost û hevalekî xwe yê ji dil diaxivî, wek ku em ji mêj ve hevdu nas dikin, ne xerîbê hev, havênê hevîrekî... Bêhna Amûdê jê dihat. Amûda şewitî ya mîna dilê Kurdan î dilsotîner. Lê wî sînor radikirin bi helwest û jiyana xwe.
Ew ê her Şêxê dilê me, yê dilê min û mîrê peyvê, wek rojek geş li asîmanê wêje û zimanê Kurdî be. Jiyana wî, peyva wî nalîna kûrdîroka Kurdî bû, Kurdekî bindest î serhildêr, feylesof û berxwedêr...
Ev helbest bila ji Kela Mêrdînê biherike wek stêrkekê, wek şewqa elatrîkên Amûdê biherike Qamişloka rengîn î evîndar û biçe Amûdê li ser dilê Ehmed Huseynî bilûse, rih û simbêlên wî şeh bike!
Şaxkulîlkê Qurifî
Şaxek Gulabidûn, Gulabidîn
Wek berbelava Gula Berbiro
Wek xweşxweyaniya kulîlkên bihîvan
Ji Amûdê ber bi Amedê
Helwestek Kurdî, Kurdewar difûriya
Dilê Kurdekî dilşewat
li peyvê digeriya
Paşê bû tov
Sînor rakirin
Xet, têl bêwate
bû bêhnbinefşa Cizîrî
û Cegerxwîn gerand bi peyvê
bi dengekî berz
Feqiyê Teyran bi qubequb dixwend
di asoya peyvên Ehmed Huseynî
Ehmedê me, Şêxê me, Pîrê me
Ji Amûdê ber bi Mêrdîn
hêdî hêdî were
bibe mêvanê dilê me
Were em bibin dengvedanên eşqê
aşiqê keçikên Mêrdînî, Nisêbînî yên şervan î xweşawir
Qehwa Bilalo dê bibe
jivana me
Û
Çavên felekê kor