Stêr ji tariyê di tirsiyan

Nûçeyên Forum

Duşem 3 Tebax 2026 - 07:00

Şev tarî bû, stêrkan mîna morîkan xwe bi gerdana asîman ve dizeliqand. Her stêrê li gorî xwe xweşikatîyek dida esîman û wekî mîrekî li ser text jêr temaşe dikir. Carina bi birqonîka xwe, bi hev re diketin pêşbirkê û li dora heyva sê şevî dileyîstin. Hin stêran bejna xwe dihejand û digotin heyvê: “Ma çima nava te reş e,wekî dasekê te xwe li tarî yê pêçaye…?"

OSMAN KAPAN

Şev tarî bû, stêrkan mîna morîkan xwe bi gerdana asîman ve dizeliqand.Her stêrê li gorî xwe xweşikatîyek dida esîman û wekî mîrekî li ser text jêr temaşe dikir.Carina bi birqonîka xwe, bi hev re diketin pêşbirkê û li dora heyva sê şevî dileyîstin.Hin stêran bejna xwe dihejand û digotin heyvê: “ ma çima nava te reş e,wekî dasekê te xwe li tarî yê pêçaye…? Digotin û hey digotin. Lewra hingê bûbûne şahidên nebaşî,êş û azarên şevtarîyan, ew jî ji tarîyê ditirsiyan. Ji bo wê bû her tim ronî bûn. Lewra dizanîn ku melul bibin dê bibine xwarina hin stêrên din! Ew jî bi ezmûna xwe fêr bûbûn.

Stêreke geş,bi jêr de serniqut bûbû û li çavên Nûrê ya yanzdeh salî dinerî. Nûrê, wê êvarê xwestibû hinekî zû rakeve.Bes dema li ser ban ketî nava nivînan û xwe li hestiyê piştê dirêj kirî, wekî her car pêşî li stêran temaşe kir, piştre stêr hejmartin. Lewra dapîra wê digot: “ Ji bona xewa te were, stêra bi hijmêre.” Çiqasî stêr di hijmartin, stêr tevlî hev dikirin. Carina çend carî heman stêr dihejmart.Ku mêjî di westiya bi xew ve diçû. Îca ev yek hem jê re wekî leyistikekê, hem jî mîna lorîka dayîka wê, xewa wê dianî.

Nizanî bû demjimêr çi ye.Bi dehên caran heman stêrk hijmartibûn. Ne hejmara wan diqediya, ne jî xewa Nûrê dihat.Herî dawî çavên wê, ji nava hemû stêran li yeke ku ji hemûyan geştir aliqî. Çav kuskusandin wê stêrê. Wê li stêrê,stêrê li wê dinerî.Du dilop rondik ji çavên stêrkê niqutîn. Lê Nûrê ew nedîtin. Bes, hingî keyfa wê ji stêrê re hatibû, nedixwest ji ber çavên xwe winda bike. Sebr û arama xwe pê dianî û ji hêla din ve xwe dişibande wê stêrê.

Nûrê yanzdeh salî bû. Di nava hevalên xwe de hem zîrek, hem pir xweşik bû.Her kesî digot: “ Yeke weke Nûrê bedew heya niha, ne ketiye gund, ne jî çêbûye…” Nûrê qet guhê xwe nedida tu kesî. Ew hîn zarok bû û dixwest zarokatiya xwe bijî. Her çiqasî dem derbas dibû, stêr hîn pirtir geş dibû û nêzî Nûrê dibû. Nûrê jî nêzî wê dibû û demekê Nûrê çvên stêrê dîtin, ma tenê çav? Stêr pê re dikeniya!Nûrê jî pê re bişirî. Pişt re ji xwe re got: “ Ez vê ji hinekan re bêjim, wê bêjin; Nûrê dîn bûye.” Wê li stêrê, stêrê li wê dinerî. Lê bêhizûriyekê ew radipêça. Nizanî bû ew bêhizûrî çi ye û çima îşev nikare rakeve.Mesele stêr bû,an tiştekî din? Ji nava hev dernedixist. Lewra her êvar stêr di hijmartin, bi hijmara wan re radiket.Lê îşev xewa wê nedihat. Çima, ji bona çi?

Şeva tarî,stêr û Nûrê di himbêza hev de bûn.Şev çiqasî diçû tarî dibû, stêr kêlî bi kêlî geş dibû, xofa nava Nûrê mezin dibû.Nûrê çima di tirsiya? Li çima ya wê diegeriya. Heçku bersiva wê di çavên stêrê de bûn, tim li wir dinerî.Demekê lêvên stêrê berjêr bûn,ewran xwe berda ser çavan û ew ewr bûne baran, bi jêr ve herikîn. Nûrê matmayî ma. Lewra qet ne dîtibû,ne jî bihîstibû ku di meha  Tebaxê de baran barî ye.

Dem jî wekî baranê diherikî,şev hîn tarîtir dibû. Demekê dengin hatin guhê Nûrê. Baş guhên xwe belik kirin da bizanibe ew çi dengin.her çiqasî dem diçû deng zêdetir û nêzîktir dibû.Êdî ji barandina baranê çavên stêrê nedixuya û ew bi xwe jî melul bûbû.

Nûrê, ji xwe re got: “ Ev dengê çekan û mirova ne.” Xwest ku dayîk û bavê xwe hişyar bike, lê li gorî wê deng ji dûr ve dihatin.Dîsa li stêra xwe nerî.Stêr ji hemû stêran melultir bû.Bi carekê dît hawar bi nava gund ket. Hinekan digot: ev Fermana heftê û… gotin di nava hev de dixeniqîn, hewar zêde dibû.

Nûrê hingî li xwe hay bû ku ewên kinç reş û bext reş ketine nava gund. Kî bi keve ber wan gulebaran dikin. Dê,bav,xwîşk û birayên wê jî rabûbûn û her yekî/ ê bi deverekê de direviyan.Nûrê jî, bi devera ku şêneyên gund direvin ve reviya.destekî ew rapêça û çuxekî reş li serê wê pêçan.Di nava tarî yê de,tarî yeke din! Nûrê çiqasî kire hewar û xwest xwe ji nava wî lepê ew zevt kirî û tarî yê rizgar bike jî, bê fayde bû.Her der tarî bû,ne kes,ne jî tu dever didîtin…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.