PAJK: Heval Asya û Rojger dijî tecrîdê helwest danîn

Nûçeyên Jin

Duşem 28 Cotmeh 2024 - 16:00

  • Koordînasyona Partiya Azadiya jinên Kurdistan (PAJK) çalakiya li ser TUSAŞ’ê ku ji alî Asya Alî û Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran ve hatî kirin slav kir û got,’’Hevrê Asya û Rojger bi vê çalakiya fedaiyane ve, li hemberî komploya 9'ê cotmehê, tecrîda girankirî û êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser gelê Kurd û Kurdistanê pêk tê helwest danîn.’’

PAJK’ê bi domdarî anî zimên du kesan bi qasî hêza tabûrekê şer kirin û şerê azadî anîn serdemeke nû û got,’’Ev ruh, rêxistinbûyîna demê ya di xeta fedayitiya li derdora Rêber Apo de, biryardariya parçekirina îmraliyê ye.’’

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bi domdarî wiha got:’’Dewleta Tirk ji bo ku civaka xwe û raya giştî bixapîne her dibêje Gerîla ber bi qedandinê ve diçe, lê pêwîst e êdî herkes vê bizanibe ku PKK-PAJK, milîtanên Apoyî û Gerîla tu carî naqede, bi hezaran milîtanên weke Asya û Rojger bune pisporên şerê Gerîlayê modern. Herkesî dît ku çawa bi wêrekiyeke mezin, biawayek profesyonel diçine ser hedefê. Gerîla, di erkê xwe yê parastina gel de hemû sînoran bêwate dike. Pêkanîna êrîşê li ser saziya leşkerî ya herî taybet TUSAŞ a ku di bin serweriya faşîzmê de ye, ya di dilê faşîzmê de ye artêşa Tirkiyê û siyaseta wê serûbin kir. Dewleta Tirk a ku bi çekên NATO ve li hemberî gel û Gerîla şer dike bê encam e û ew ê bê encam jî bimîne. TUSAŞ navendeke leşkerî ye. Gerîla jî bi zanebûn, bi wîjdan, bi exlaqekî azad û demokratîk û hedefeke leşkerî kiriye armanc.’’

Şerê qirkirinê li ser gel dikin

PAJK’ê anî zimên TUSAŞ navendeke leşkerî ye û hewl tê dayin ku vê rastiyê berovejî bikin û got,’’Dewleta Tirk li dijî gelê me şereke qirkirinê dimeşîne. Gerîla weke aliyê vî şerî, cihên leşkerî kiriye hedef. Vêna berovajî kirin şerê komkujî ya ku pêncî sale didome înkarkirin e. Dewleta Tirk ji bo vî şerî înkar bike têgîna terorê bikartîne. Tevayî cîhan jî dizane ku Kurd di nav sînorên dewleta Tirk de li ser xaka xwe dîlgirtî ne, hebûna Kurdan, çand-zimanê Kurdan û tevayî mafên Kurdan, îradeya Kurdan tê binpêkirin, înkarkirin. Kurd di warê leskerî, siyasî, huquqî de têne hedefkirin, xwezaya Kurdistanê tê şewitandin, ciwanên Kurdistanê bi rêbazên narkotîk, ajankirin, fuhûş dixwazin birizînin.’’

Ji bo aştiyê divê pergala Îmralî biqede

Bêguman tenduristî, ewlekarî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo di navenda hemû têkoşîna me de ye. Ji bo lihevkirina di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de, pêwîstî bi dawîkirina pergala Îmraliyê heye. Di vê wateyê de demokrasî û azadî li cihek din gerîn şaş e û xwe xapandin e. Rêya demokrasî û azadiyê ya rast di Îmraliyê re derbas dibe. Ji xeynî vê ti polîtîkayeke ku yek neferek Kurd jî ciddî bigre tune ye.

Peyama wan sonda serkeftinê ye

Israrkirina di ruhê Apoyî û Gerîlatiya serdemê de, vîna azad a li dijî êrîşên qirkirinê, faşîzm, parçekirin û îmhayê ye. Di şexsê Bêrîtanan, Zîlanan, Sarayan û Rûkenan de, di şexsê Rojhat û Erdalan de, di şexsê hevreyên me Asya û Rojger de jî zayîna gelê azad, jina azad û mêrê azad pêk tê. Rêheval Asya û Rojger beriya ku çalakiyê bikin armanca pêkanîna vê çalakiyê bi mîsoger anîne ser ziman. Peyama wan sonda serkeftinê ye, israra jina azad, mêrê azad û civaka azad e. Fêmkirina hevalên me Asya û Rojger û tevayî şehîdên me, fêmkirin û pêkanîna rêhevaltiya rast ya bi Rêber Apo re ye. Pêngava 'Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî' bi sekna demê ya di şexsê hevrêyên me Asya û Rojger de mîsoger kirin. Em hem şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.” BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.