
Devera Hewraman a li Başûrê Kurdistanê ji bilî ku bi xweza, çand û hunera xwe dewlemende, di heman demê de xwediyê zaravayê xwe yê taybet yê Hewramiye. Hewramî yek ji zaravayên kevnar û dewlemend yên zimanê Kurdî ye. Lê niha ji ber xemsariya hikûmetê û hin sedemên din, metirsiya windabûnê li ser çêbûye. Di derbarê mijarê de nivîskar û çalakvanên Hewraman ji ajansa me re axivîn.
Çalakvan Adil Koçerî da diyarkirin ku hemû gelek bi deng, reng û çanda xwe serbilinde û got: “Wek Hewramaniyan em jî bi çanda xwe serbilindin. Bi qasî ji me tê em parastinê li çand û zaravayê xwe dikîn. Lê hin astengî û zehmetî li pêş zaravayê me hene, divê em wan astengiyan derbaskîn. Ger hemû xelkê me û zarokên wan bi Hewramî biaxive, wê demê zaravayê me wê parastîtir be.”
Kanelek fermî û waneyên bi Hewramî nîn in
Di dewamê de Adil Koçerî destnîşankir ku metirsiya li ser zaravayê Hewramî ewe ku heta niha neketiye nava waneyên xwendinê û got: “Ev yek bi xwe metirsî dixe li ser zaravayê Hewramî. Kanalek fermî nîne ku giringiyê bi pêşxistina vî zaravayî bide. Ev û gelek pirsgirêkên din hene. Em dixwazin li gor dem ev pirsgirêk û astengî bên derbaskirin. Em daxwaz dikin waneyek bi zaravayê Hewramî di dibistanan de were dayîn. Çalakvan û rewşenbîrên me di nava hewldanan de ne da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.”
‘Em dest jê bernadin’
Nivîskar Bekir Hecîcî jî li ser mijarê got: “Niha zaravayê me winda dibe, lê em dest jê naberdin. Tişta baş ewe ku çalakvan û rewşenbîrên me Hewramî zindî bikin û bipêş bixin.” Bekir Hecîc jî da zanîn ku pêwîste waneyek bi zaravayê Hewramî bê xistina nava bernama perwerdê de û got: “Ji bo waneyek bi zaravayê Hewramî bikeve nava sîstema perwerdê hewldan hene, lê ev hewildan sist û lewazin.”
ROJNEWS/HEWREMAN











