Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Sibat 2026 - 02:50

Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (ZIMAN-DER), li Colemêrgê avabûna xwe ragihand û bi merasîmekê avahiya xwe vekir. ZIMAN-DER'ê ewilî bi şîara “Statû ji bo zimanê kurdî” meşek li dar xist û ji nava sûkê heta avahiya xwe meşiya. Di meşê de dirûşmên “jin jiyan azadî”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî zimanê kurdî” hatin avêtin. Piştî meşê Dayikên Aştiyê, parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl bi hev re avahiya ZIMAN-DER'ê vekirin.

Parlementer Onur Duşunmez di merasîma vekirinê de axivî û got: “Me çawa bi hezaran salan e zimanê xwe parastiye, bedela wê çi dibe bila bibe em ê disa biparêzin. Ew hêzên ku xwestin me asîmîle bikin, çand û zimanê me tune bikin bila baş bizanin ku navê vêderê Colemêrg e. Cihê  berxwedanê ye. Di sala 2016an de qeyim avêtibûn ser şaredariya Colemêrgê û qeyim ewilî êrişî zimanê me kir. Saziyên ziman hatin dorpêçkirin û bi hin hincetan hatin girtin. Kesên ku zimanê me nas nakin, em jî wan nas nakin.”

Piştî axaftinê qûrdele hat birîn û avahiya ZIMAN-DERê hat vekirin.

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.