
Di warê hilberîna naverokên zarokan ên Kurdî de gaveke girîng a din tê avêtin. Kanala zarokan a Kurdî Zarok TV da zanîn ku ew ê fîlma çîrokî ya navdar a cîhanê “Şînok” ji 1’ê Adarê û pê ve li ser kanala fermî ya YouTube ya The Smurfs bi vebijarka Kurdî were weşandin.
Kanalê di peyama xwe de ragihand û got; “Karokên xwe amade bikin, ji kûrahiya daristanê dengekî Kurdî bilind dibe!”
Di daxuyaniya Lijneya Weşanê ya Zarok TV’yê de soza ku di roja yekem a destpêka weşanê de hatibû dayîn hate bîranîn û hate gotin ku armanc ew e ku zarokên Kurd jî bigihîjin naverokên ku zarokên din ên li cîhanê digihîjin, bi zimanê xwe yê dayikê.
Di daxuyaniyê de ev gotin jî cih girtin; “Şînok ku bi salan ji aliyê gelek nifşan ve wek sembola qencî û hevaltîyê tê temaşekirin, êdî tenê li ser ekranên Zarok TV’yê namîne. Ji 1’ê Adara 2026’an û pê ve Kurdîya Şînok’an, dê di nav zimanên cîhanê de li ser kanala fermî ya YouTube cih bigire.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi kalîteya dublaja profesyonel û beşdariya çandî, Kurdî bûye zimanekî naverokê ku li ser asta cîhanî tê naskirin û hate gotin ku êdî temaşevan dê li kêleka vebijarkên Îngilîzî, Fransî û Îspanyolî, vebijarka Kurdî jî bibînin.
NAVENDA NÛÇEYAN












