‘Tu bi zimanê min napeyivî?’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 02:45

  • Nivîskar û helbestvan Mehmet Şîrîn Bulga da zanîn ku gotina diya wî ya "Tu bi zimanê min napeyivî, em ê çawa ji hevudin fam bikin?" berê wî daye ziman û bi zimanê xwe 7 berhemên bi Kurdî nivîsandiye.

Endamê PEN International û PEN a Kurd, nivîskar û helbestvan Mehmet Şîrîn Bulga diyar kir ku zincîra bişaftina li ser Kurdî tenê bi axaftina Kurdî ya di her qadê de dikare were şikandin. Bulga anî ziman ku ew bi koçberiya ji gund ber bi bajêr ve ji zimanê xwe dûr ketiye û heta salên zanîngehê haya wî jê tune bû ku xwedî zimanekî ye ev tişt got: "Piştî ku ez hatim bajêr, têkiliya min bi zimanê min re qut bû. Heta zanîngehê tu şop nebû ku ez xwedî zimanekî me, min nizanibû ku ez rengê cîhanê me. Li zanîngehê ez hîn bûm ku navê gelê min Kurd e û zimanê min Kurdî ye. Di wê serdemê de derfet nebûn, ferheng û pirtûk peyda nedibûn, min biryarek da: Min ê vî zimanê ku wek şîrê pak ê dayikê helal e, fêr bibûma."

Soz dide dayika xwe 

Bulga destnîşan kir ku têkoşîna wî ya ziman bi sozekî bihest dest pê kiriye û wiha pê de çû: "Diya min ji min re got 'Tu bi zimanê min napeyivî, em ê çawa ji hevudin fam bikin?'. Wê rojê min soz da. Min got 'Heta ez vî zimanî hîn nebim û bi vî zimanî berheman neafirînim, ez ranawestim'. Diya min, berî ku bibîne min soza xwe bi cih aniye, wefat kir. Min pirtûka ku bi Kurdî nivîsandibû bir ser gora wê û min got 'Dayê, ez fêrî vî zimanî bûm'. Niha 7 berhemên min ên wekî çîrok, roman û helbestan hene."

Bi Kurdî li ber xwe dide 

Bulga diyar kir ku Kurdî bi keda dengbêj, çîrokbêj û dayikan gihiştiye îro û wiha axaftina berdewam kir: "Li ser rûyê erdê bi hezaran ziman hebûn; îro zimanzan dibêjin ku bi sedan ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Kurdî, her çend bê statu û bê dewlet hatibe hiştin jî, di nava zimanên herî dewlemend ên cîhanê de tê nîşandan. Ev ziman çawa gihîşt îro? Di awaza dengbêjan de, di vegotina çîrokbêjan de û di keda dayikan de jiya û hat. Lêbelê piştî vê yekê dê ne bi heman rengî be. Ji ber ku modernîzm her ku diçe xurtir dibe. Berê Kurd bêtir bi xweza û çiyan re bûn; têkiliya wan bi bajaran û jiyana modern re kêm bû. Bi vî rengî wan karîbû zimanê xwe biparêzin. Lê îro bi pêşketina amûrên ragihandinê re modernîzm xurt bûye; êdî ne pêkan e ku mirov ziman tenê bi stranan an jî bi lorînên dayikan biparêze."

‘Mafê ziman mafekî xwezayî û gerdûnî ye’

Bulga bal kişand ser rewabûna mafê ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê ziman mafekî gerdûnî ye û hewcedariya wî bi tu qanûnan nîn e. Ji qanûna xwezayê û qanûna gerdûnê mezintir kîjan qanûn heye? Mafê ziman mafekî rewa ye. Xwedîderketina li ziman berpirsiyariyekî exlaqî ye. Divê her kes ne tenê li zimanê xwe yê dayikê, li hemû zimanên cîhanê xwedî derkeve. Ji ber ku her zimanek rengê cîhanê ye, gula cîhanê ye."

Divê em xewnên xwe jî bi Kurdî bibînin

Bulga rave kir ku ziman di çarçoveya baweriyê de ayetek e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her zimanek ayetekê Xwedê ye û neheqiya li zimanekî, tê wateya înkara wê ayetê. Li zimanê xwe xwedî derkevin; li malên xwe, li sûk û li qadan bazara ziman ava bikin. Parastina zimanekî ku ne zimanê kolanê, ne zimanê sûkê û ne jî zimanê perwerdehiyê be, zehmet e. Ji ber vê yekê, ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê têkoşîna zimanê perwerdehiya fermî were kirin. Kesayetiya we zimanê we ye, heke zimanê we winda bibe, navê we jî winda dibe. Divê gelê Kurd li her derê bi zimanê xwe biaxive, bi zimanê xwe bifikire û heke ji destê wan tê, xewnên xwe jî bi Kurdî bibînin."  

MA/AGIRÎ  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.