Li Amedê semînera ‘Zimanê dayikê, lîstik û bîr’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Sibat 2026 - 02:40

Kooperatîfa Ziman Huner û Perwerdehiyê ya Amedê, bi minasebeta 21’ê Sibatê seminera bi malbatan re li ser “zimanê dayikê, lîstik û bîr” li Çand Amedê li dar xist. Di eywanê de pankarta “Statûya Kurdî Perwerdehiya Bi Kurdî” hat daliqandin û dowîzên “Bi zimanê xwe bixwîne, hebûna xwe biparêze”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê kurdkî şîrîn a” hat danîn. Gelek saziyên ziman û malbatên zarokan beşdarî bernameyê bûn.

Mamosteya Zimanê Kurdî Nûh Bozkûrt destpêkê de axivî û Roja Zimanê Dayikê li hemû kesan pîroz kir û got, “Wekî ku hûn zanin ev hefteya roja ziman bû û me dît ku tiştek derket holê. Zimanê kurdî di nava zarok û civakê de her ku diçe kêm dibe. Zarokên kurdan nikarin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Em jî dixwazin têkiliya zarokan a bi zarokan re çiye li ser vê yekê nîqaşan bikin. Em ê di vê semînerê de li ser vê yekê bisekinin.”

Rêvebira Kooperatîfa Ankayê Dîlan Şeveşoglu jî behsa xebatên kooperatîfê kir û got; “Em bi atolyeyan xebatên xwe dimeşînin. Xebatên hûnerî dimeşînin. Kapasîteya me di navbeta 60-65 zarokan de pêk tê. Heta perwerdehiya fermî destpê dike û bi dawî dibe perwerdehiyên me jî berdewam dikin. Em hêvî dikin ku hûn jê sûd werbigirin. 21’ê Sibatê care kedin li we hemûyan pîroz be.”

Rola ziman di civakê de girîng e

Piştre Dr. Azad Dildar li ser duzimanî û bandora li ser zarok axivî. Azad Dildar jî roja zimanê dayikê li hemû kesan pîroz kir û destnîşan kir ku ziman ji hebûnê pêk tê û got; “Bê raman ziman nabe. Bê ziman fikir jî nabe. Di aliyê civakê de rola ziman gelek girîng e. Ziman weke awayekê di hemû têkiliyên me de heye. Danûstantinên me yên civakî saz dike û di her qonaxa jiyana me de cih digire. Armanca perwerdehiya nûjen ew e ku kes bikaribe di qada derûnî de û civakî de bi kêrê xwe û civakê were. Zarok dema dest bi dibistanan dikin rastî gelek pirsgirêkan tên û aliyê derûniyê de jî tên. Ji ber ku dibistan ji bo zarokan derdoreke nû û qadeke jîngehê ya nû ye, ev bi serê xwe dibe faktoreke stresê. Ev stres bi hinek zarokan re xwe weke pirsgirêkên dibistan û pirsgirêkên derûnî dide der.”

‘Ziman ji bo me bîr e’

Piştre civaknas Ronahî Onen li ser mijara mezinkrina zarokan a bi kurdî axaftinê kir destnîşan kir ku ziman ji bo wan hebûn, nasname û dengê dayika wan e. Ronahî Onen, bi lêv kir ku dengê dayikên wan bi tena serê xwe xwedî taybetmendiyekê ye û wiha dewam kir, “Ev ji bo me gelek girîng e. Ne pêwîst e em bi rûpelan behsa ziman bikin. Dema dengê Kurdî tê em xwe di ewlehiyê de hîs dikin. Ji ber ku malbat ji bo wan ewlehî ye. Dema bi zimanê din tişt tên gotin zarok hîs nakin. Ziman ji bo me bîr e. Em kîjan zimanî biaxivin em bi wê çandê mezin dibin. Ji ber ku bi hevre girêdayî ye. Pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê, modela herî xurt e.”

Tesîra çîrokên Kurdî li ser ziman

Di dawiyê de mamosteya pêşdibistanê Bêrîvan Duman jî li ser çîrokbêjiyê axivî û teqez kir ku berê şevbihêrk dihatin lidarxistin û dayikan ji wan re çîrokan vedigotin. Bêrîvan Duman got, “Çîrok cureyek vegotinê ye ku li ser bûyerên ku qewimîne, dikarin biqewimin û yan jî xeyalê vedibêje. Çîrok girîng e. Ji ber ku zimanê zarokan pêş dixe û dibe sedem ku bifikire. Çîrok zimanê zarokê zêdetir pêş dixe. Dikare ji bo demên dirêj bala xwe bide. Her wiha dikare empatiyê bike. Xwe çêtir dikarin îfade bikin. Çîrok çalakî ye, pêdîvîyek e. Çîrok mêjî xwedî dike û zarokan bi hêz dike. Teşe dide karakterên zarokan. Zarok bi vî awayî bi fikr mezin dibe. Gelek hunerên Sûsika Simo, Feqiyê Teyran, Aslika Qadir, Fatma Îsa hene. Ji ber vê yekê em dengbêjî û çîrokan nikarin ji hevdû cuda bigirin dest. Dengbêjên me yên navdar gelek tiştan bi denbêjiyê aniye ser ziman.” Bêrîvan Duman di dawiyê de çîrokek ji kesên beşdar re anî ziman. Bername bi çepikan bi dawî bû. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.