Ziman bingeha hebûnê ye -2-
Sêşem 28 Tîrmeh 2026 - 18:00

- Herî dawî Konferansa Zimanê Kurdî di sala 2012’an de hatibû lidarxistin. Lê piştî kupêvajoya çareseriyê têk çû, di sala 2016’an de hemû saziyên ku ji bo zimanê Kurdîdixebitin hatin girtin, xebatkarên ziman hatin binçavkirin û doz li ser wan hatin vekirin. Lê belê têkoşîn domiya û saziyên zimanê Kurdî careke din yek bi yek hatin vekirin û xebatên xwe meşandin.
Di rewşa dawî de, li navçe û bajaran bi giştî 30 saziyên ziman hene ku ji bo zimanê Kurdîdixebitin, bernameyan derdixin û mamosteyan digihînin. Lê belê me di vê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, hem ji bo nûkirina polîtîkayên xwe hem jî ji bo ku daxwaza xwe ya “Statûya Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” bi awayekî şênber ji dewletê bixwazin, konferanseke giştî li dar xist. Di vê pêvajoyê de, me wek Saziyên Zimanê Kurdî armanca xweya vê konferansê bi qada kedê, siyasetê, rêveberiyên herêmî, hiqûqê û çandê re parve kir û ev sazî jî di vê pêvajoyê de bi me re xebitîn.
Xebata konferansê şeş mehan domiya û me di 27-28’ê Hezîranê de, bi şîara “Ji Statûyê HetaPerwerdehiyê: Çarçoveyeke Nû Ji Bo Muzakereyê”, Konferansa Zimanê Kurdî li dar xist. Konferans du rojan bi tevlîbûna 500 delegeyan domiya. Konferans ji heft rûniştinan pêk hat û 19 axêveran li ser gelek mijaran zanîna xwe bi me û delegeyan re parve kir. Li gel pêşniyarênme û yên axêveran, di dawiya her rûniştinê de delegeyan ji bo pêşvebirina zimanê Kurdîpêşniyarên xwe anîn ziman.
Di rûniştina dawî de, piştî hin nirxandinên delegeyan, ev pêşniyar li eywanê hatin dengdanê û yên ku hatin qebûlkirin ji bo Saziyên Zimanê Kurdî, rêveberiyên herêmî, qada siyasî û saziyên din bûn biryar. Di encama vê dengdanê de, me encamnameya konferansê amade kir û bi raya giştî re parve kir.
Li gorî nirxandinên ku di derbarê konferansê û biryarên hatine girtin de ji aliyê raya giştî ve hatin kirin, em serwext bûn ku pêdivî û bendewariyeke ji Konferansa Zimanê Kurdî û vanbiryaran hebûye. Yek ji biryarên me ew bû ku “Zimanê Kurdî pîvaneke welatparêziyê ye.” Wekî min di serê nivîsê de diyar kir, “Ziman bingeha hebûnê ye.” Ger em wek jin, wek sazî û wek her Kurdekî bêjin ku em Kurd in û daxwaza statûya xwe û zimanê xwe bikin, divê em jibo pêşvebirina zimanê xwe rola xwe bi cih bînin.
Di nav van biryaran de biryarên wek sazûmaniya karên folklorê, vekirina kanala çandê û kanala Zazakî, avakirina dibistana serhêl, Kurdîkirina peyzaja bajêr û ji bo temsîliyeta gel bikaranîna zimanê Kurdî hene. Hin ji van biryaran rasterast bi rol û mîsyona ku jina Kurd bisalan e girtiye ser xwe ve girêdayî ne.
Ji bo pêkanîna biryarên ku hatine girtin, di serî de jina Kurd divê rola xwe ya parêzvanî, berhevkarî, parastin, berbelavkirin û veguheztina ziman di navbera nifşan de bigire. Jin diparastin û pêşxistina zimanê Kurdî de xwedî roleke taybet in, ji ber ku gelek caran ewmamosteyên yekem ên zarokan in. Bi lêkolîn, perwerdehî, huner, afirînerî û bikaranîna rojaneya Kurdî, jin dikarin beşdariyeke girîng bikin da ku zimanê Kurdî ne tenê were parastin, lê dinav nifşên nû de jî bi hêztir û zindîtir berdewam bike.
Lê li gel vê rola jina Kurd, ev berpirsiyarî ne tenê ya jinan e. Ev erk e ku divê hem jin hem jîmêr bi hev re hilgirên wê bin. Ev armanc tenê bi hevkariya hemû civakê; jin, mêr, malbat, dibistan û saziyên civakî, dikare bi awayekî domdar pêk were.
Wek jin, wek sazî û wek gelê Kurd, daxwaza me ya “Statûya Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” heta ku em wê bi dest bixin, dê bidome. Ji ber ku bi destxistina vî mafî gelek pirsgirêkên me dê çareser bibin, zimanê Kurdî dê di nav civakê de bêtir were zanîn û axaftin, civakên licîhanê dê wê wekî zimanekî fermî nas bikin û dê di asta zimanê zanist û akademiyê de werenaskirin.
Li gel van, parastin û pêşxistina zimanekî tenê bi hikûmetan nayê kirin; beşdariya kesan, malbatan, civaka sivîl, mamoste, nivîskar, hunermend û medyayê jî roleke girîng heye. Ji boKurdan, rêyên ku dikarin zimanê Kurdî biparêzin, berbelav bikin û zindî bihêlin ev in:
1. Di malbatê de bi Kurdî biaxivin
Ziman di malbatê de dest pê dike. Dê û bav dema ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, zarok zimanê xwe bi awayekî xwezayî hîn dibin. Ev bingeha parastina ziman e.
2. Perwerdehiya bi zimanê dayikê xurt bikin
Piştgiriya perwerdehiya bi Kurdî, beşdarbûna kargehên Kurdî û xwendina pirtûkên Kurdî dibe alîkar ku ziman hem di warê akademîk de hem jî di jiyana rojane de bihêz bibe.
3. Xwendin û nivîsandina Kurdî zêde bikin
Xwendina roman, helbest, kovar û rojnameyên Kurdî, her wiha nivîsandina gotar, çîrok an jînivîsên rojane bi Kurdî, dê dewlemendiya ziman zêde bike.
4. Di medyaya dîjîtal de Kurdî bi kar bînin
Li ser torên civakî, blog, podcast, YouTube û platformên dîjîtal bi Kurdî naverokan çêbikin. Heke ciwan Kurdî di cîhana dîjîtal de bi kar bînin, ziman dê bi nifşên nû re gelek bihêztirwere girêdan.
5. Piştgiriya huner û çandê bikin
Stran, şano, fîlm, dengbêjî, wêje û hunerên din ên bi Kurdî hem ziman diparêzin hem jî balêdikişînin ser ziman.
6. Di jiyana rojane de Kurdî bi kar bînin
Di bazarê, karûbarê, civînan, telefonê, peyaman, nameyan û ragihandinên rojane de Kurdî bikar bînin. Ziman dema tê axaftin û bikaranîn dijî.
7. Zaravayên Kurdî wekî dewlemendî bibînin
Kurmancî, Soranî, Zazakî (Dimilkî/Kirmanckî) û zaravayên din beşên dewlemendiya zimanêKurdî ne. Hezkirin, rêzgirtin û hînbûna wan dibe alîkar ku hemû mîrasa zimanê Kurdî wereparastin.
8. Ferheng û termên nû pêş bixin
Ji bo zanist, teknolojî û warên nû peyv û termên Kurdî pêş bixin û wan bi kar bînin, da kuziman bikaribe bi şert û mercên demê re pêş bikeve.
9. Piştgiriya rêxistin û projeyên zimanî bikin
Beşdarî kargeh, semîner, konferans, komên xwendinê û rêxistinên ku ji bo zimanê Kurdîdixebitin bibin.
10. Nifşên ciwan teşwîq bikin
Ciwan dema ku bibînin Kurdî zimanekî zanistî, hunerî û teknolojîk jî ye, ew ê bi serbilindîzimanê Kurdî bi kar bînin. Ji ber vê yekê, divê şert û derfetên bikaranîna Kurdî di her qadê de bên afirandin.
Ziman tenê bi gotinê nayê parastin; bi bikaranînê dijî. Heke her Kurd li malê, li dibistanê, licihê kar, li medyayê û di jiyana rojane de bi Kurdî biaxive, bixwîne, binivîse û afirîneriyê biKurdî bike, ziman dê ne tenê were parastin, lê dê her roj pêş bikeve. Bi vî awayî, zimanêKurdî dikare ji nifşekî ji bo nifşeke din bi hêz û zindî were veguheztin. KOVARA JINÊ/LEYLA KAYMAZ














