Ziman bingeha hebûnê ye -1-
Duşem 27 Tîrmeh 2026 - 18:00

- Herî dawî Konferansa Zimanê Kurdî di sala 2012’an de hatibû lidarxistin. Lê piştî kupêvajoya çareseriyê têk çû, di sala 2016’an de hemû saziyên ku ji bo zimanê Kurdîdixebitin hatin girtin, xebatkarên ziman hatin binçavkirin û doz li ser wan hatin vekirin. Lê belê têkoşîn domiya û saziyên zimanê Kurdî careke din yek bi yek hatin vekirin û xebatên xwe meşandin.
Di rewşa dawî de, li navçe û bajaran bi giştî 30 saziyên ziman hene ku ji bo zimanê Kurdîdixebitin, bernameyan derdixin û mamosteyan digihînin. Ziman ji bo neteweyan ne tenêamûreke ragihandinê ye, her wiha bingeha hebûn, nasname, dîrok û çandê ye. Neteweyek bêzimanê xwe wekî dara bêreh tê dîtin; çand, gotinên kevnar, stran, wêje, bîr û tecrûbeyêncivakê bi zimanê wê neteweyê ji nifşekî ji bo nifşeke din tên veguhestin.
Ji bo Kurdan jî girîngiya zimanê Kurdî ne tenê axaftin e; ew bingeha hebûna neteweyî ye. Kurd di dîroka xwe de gelek caran di warê ziman de bi astengî û qedexeyan re rû bi rû mane. Ji ber vê yekê em parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ji bo Kurdan wekî parastina hebûn û nasnameyê dibînin. Ji ber vê yekê jî bi salan e em wek sazî, wek jin û wek Kurd, bi têkoşîn, xebat û çalakiyên cûr bi cûr ji bo pêşvebirin û zindîkirina zimanê Kurdî dixebitin.
Wexta em lê dinêrin, têkiliya “Jin û Ziman” di têkoşîna zimanê Kurdî de pir kûr û girîng e. Ev têkilî dikare ji aliyê civakî, çandî û zimanî ve were ravekirin. Li gel van, ji bo parastinazimanê Kurdî têkoşîna jina Kurd di dîrokê de cihê xwe girtiye. Wexta ku em li dîrokê dinêrinû guhdarî dayikên xwe dikin, em dibînin ku ew bi salan ji ber axaftina bi zimanê Kurdî li berzext, zorî û îşkenceyan mane. Gelek jin hene ku li kolanan, gundan, bajaran, dadgehan û girtîgehan ji ber zimanê Kurdî îşkence dîtine. Lê li gel van îşkenceyan, di nav malê, likolanan, di kar û xebatên xwe de, di şîn û şahiyan de bi axaftin, stran, çîrok, dengbêjî, wêje û çanda devkî, parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî hîn xurttir kirine û ev hê jî berdewam dike. Li gel van xebatan, jin wek mamoste, nivîskar û xebatkarên ziman; di nav civakê de, di sazî û dezgehan de, di kargehan de û di medyayê de cih digirin û ji bo parastin, berbelavkirin û pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin.
Li gel vê bîrê, di mijara parastina ziman de ne mimkun e ku ez çalakvana nemir Sêvê Demir bi bîr neynim. Sêvê Demir bi taybetî wek çalakvaneke siyasî û çalakvana tevgera jinan tênasîn. Her çiqas navê wê pir caran bi têkoşîna mafên Kurdan û jinan re tê gotin jî, di xebatênxwe de girîngî da parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, ji ber ku wê ziman wekî bingehanasname û çandê didît.
Di çarçoveya vê nêrînê de, têkoşîna Sêvê Demir ji bo zimanê Kurdî ev bû:
*Parastina zimanê dayikê wek mafekî bingehîn ê gelê Kurd.
*Piştgiriya perwerdehiya bi zimanê Kurdî, da ku zarok bikaribin bi zimanê xwe hîn bibin.
*Bi rêya ziman xurtkirina nasname û çanda Kurdî.
*Teşwîqkirina jinan ku di nav malbat û civakê de bi Kurdî biaxivin û ziman ji nifşekê ji bonifşên din veguhezînin.
*Di xebatên siyasî û civakî de parastina mafên zimanî wek beşek ji mafên demokratîk.
Sêvê Demir, heta ku li Cizîrê hat qetilkirin, di jiyana xwe de ji bo parastina zimanê Kurdîxebitiye û ked daye. Sêvê Demir têkoşîna xwe li ser wê baweriyê ava kiribû ku zimanê Kurdîne tenê amûreke ragihandinê ye; bingeha hebûna neteweyî, çandî û nasnameya gelê Kurd e. Jiber vê yekê, parastin û hînkirina Kurdî wek mafekî bingehîn diparast. Her wiha, dîrokaKurdan dide diyarkirin ku jina Kurd di her qadê de ji bo mafên zimanî ked daye û têkoşînaxwe domandiye.
Wekî parêzvana ziman, jin
Di nava malbatê de, zarok pêşî zimanê xwe ji dayika xwe hîn dibin. Ji ber vê yekê jin diveguheztina zimanê dayikê de, bi gotinên pêşiyan, stran, çîrok, dengbêjî, wêje û kevneşopiyan, roleke sereke dilîzin. Heke ziman di nav malê de bijî, ew bi taybetî bi xebatajinan dijî.
Jin û parastina çandê
Ziman tenê rêzek peyvan nîne; ew hilgirê çand, bîranîn û nasnameyê ye. Jinan bi rêya lorik, dengbêjî, çîrokbêjî, kilam û kevneşopiyan gelek beşên vê mîrasê heta îro gihandine nifşên nû.
Di têkoşîna ziman de, jin
Jin di pêşxistin û pêşvebirina zimanê Kurdî de wek mamoste, nivîskar, lêkolîner, rojnamevanû çalakvan dixebitin. Jin di hînkirina Kurdî, amadekirina pirtûkan, xebatên akademîk û çalakiyên civakî de roleke girîng dilîzin.
Perwerdehiya bi zimanê dayikê
Lêkolînên perwerdehiyê nîşan didin ku hînbûna zarokan bi zimanê ku di malê de diaxivin, bigelemperî pêvajoya hînbûnê hêsantir dike. Ji ber ku jin di salên pêşîn ên jiyana zarokan de roleke sereke digirin, şertên ku dayik zimanê xwe bi kar bîne û zarok bi wî zimanî mezinbibe, ji bo domandina zimanê Kurdî girîng tên hesibandin.
Bi vê bîr û baweriyê, em wek Saziyên Zimanê Kurdî bi salan e li hemberî pişaftin, serdegirtinû tunehesibandina zimanê Kurdî xebatan dimeşînin, da ku zimanê Kurdî di nav civakê de, disiyasetê de, di medyayê de, di akademiyê de û di çand û hunera Kurdî de pêş ve biçe û lihemberî zext û zoriyan têk neçe. Lê mixabin dewlet jî, wek desthilatdar, her tim bi rê û rêbazên cûr bi cûr, bi hemû hêza xwe dixebite ku zimanê Kurdî tune bike. Di nav van rêbazande perwerdehiya tenê bi zimanê Tirkî, qedexekirina axaftin, çand, wêje, muzîk û huneraKurdî, şerê taybet-derûnî, serdegirtina saziyan, îşkence, girtin, kuştin û bikaranîna teknolojiyêhene.
Mixabin di salên dawî de civaka Kurd, ku bi van polîtîkayan re rû bi rû dimîne, di zanîn û bikaranîna zimanê Kurdî de di asteke nebaş de ye. Ji bo parastin, pêşvebirin û gihandinazimanê Kurdî ya ji nifşên nû re, li Bakurê Kurdistanê û li herêma Tirkiyeyê 30 saziyên zimanhene û xebatan dimeşînin. Lê me, wek Saziyên Zimanê Kurdî, dît ku ev têr nake. Hem ji bopolîtîkayên navxweyî hem jî ji bo ku her sazî, dezgeh, qada siyasî û rêveberiya herêmî rolaxwe ya di parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de nû bike, me pêdivî bi Konferansa ZimanêKurdî dît. KOVARA JINÊ/LEYLA KAYMAZ














