OSMAN KAPAN
Rêber Apo,di hevdîtina dawî a bi malbatê re dibêje; “bi Kurdî bijîn.” Belê,her gel bi çand,huner ,kevneşopî û gerdîşên xwe gel e.Tişta gel jî dike gel,Ziman e.Lewra welat,li ser bingeha ziman hatine bi nav kirin û naskirin.Ku mirov bi çi zimanî bi axife,welê bi wê tê pênase kirin.dema ku mirov bibîne yek bi Kurdî diaxife,bêyî ku were pirsîn,mirov di cî de dibêje; “ev Kurd e,Kurdîstanî ye.”
Tişta ku gel bi hemû gelên cîhanê dide nasîn,bermahî û afirînerî ya wî gelî ye.Ango gencîneya wî a çand û hunerê ye. Ew jî bi ziman têne afirandin. Bes ji bona mirov bi zimanekî bi afirîne,dive bi wî zimanî bijî.Lewra ji bona gel,ziman hebûn e,afirandin e.Berî niha bi hezarên salan,hin gel ji dîrokê hatine mihandin,ango ew gel fizîkî ji holê rabûne,an jî di nav gelên din de hatine pişaftin .Lê heya îro em dizanin ku ew gel jiyaye.Ji mirovahî yê re gencîneyek hiştiye.Çima? Lewra wan gelan,bi zimanê xwe û heste yên bi wî zimanî jiyan e,li ser zinaran gelnasî ya xwe kolane,ew bûye huner.Em bi wê dizanin.Em vê jî zanin ew gel êdî naafirîne.lewra, Ziman mirî ye.Dibe ku ew gel bijî,lê ziman çu ye.Îca ziman çi be,gel ew e.
Belê ziman, asraq a netewê ye. Ma bê stun kon, bê asraq xanî dibe? Ji ber wê ye mêtînger berî her tiştî êrîşa mezin dibine ser ziman.Ew baş dizanin,ku ziman çû giyana netewî dimire.Lewra ziman çîmento ya netewê ye! Niha pirr netwdewlet ji gelê cur bi cur hene. Em navê çendan dibihîzin? Ku em derkevin kolanan û bi pirsin, her kes dê çend dewletan ji me re bibêje û bi dehan dewltan jî najimêre.Lewra ew di bin sîwana yên din de ne.Çima? Lewra ew dewletên nayêne nasîn,di fermîyetê de zimanekî din bi kar tînin.Ango zimanê xwe kuştine? Li cîhanê 58 netewdewlet,ne Ingilîz in,bes zimanê wan ê fermî bi Ingilîzî ye! 2o Netewdewlet bi Îspanî, 29 netewdewlet bi Frensî. Belê dibe ku qalik ew bin! Bes giyan a wan Ingilîz,Frensî,Îspanyolî ye…
Rêber Apo,di pirtûk a pêncemîn de dibêje: “ Ji bona gelekî ziman,zanîn,ciwankarî, wate û bi destxistina heste yane.Pêşveçûna ziman û jiyanê bi hev ve girêdayî ye.Civakekê çiqasî zimanê xwe bi pêş xistibe,dê jiyana xwe jî ewqasî bi pêş bixe.Çewtê wê,çiqasî di bin bandora zimanê serdestan de bimîne,dê ewqasî zimanê xwe wenda bike û jê dûr bikeve û bê bişaftin.Civaka ku bi bişaftinê re rû bi rû bimîne, jiyana wî ya sincî, ciwankarî bê wate dibe…”
Mirov bi çi zimanî bi ramî,bi çi zimanî bi nivîse,çi bi afirîne bila bi afirîne,nabe ya wî dibe ya zimanê pê hatî afirandin.Mixabin pir kes ên qaşo dibêjin; “ Em rewşnbîr,siyasetmedarên Kurd in.” Bi zimanê dagirkeran diaxifin,di nivîsin. Bi rastî ew xizmetê ji neyar re dikin.Lewra Roman,helbest,çîrok a ku ew dinivîsin di nava wêjeya neyar de tê hesibandin,ne Kurdidtanê! Romanusê herî xurt,di Tirkî de ne Y. Kemal e? Her kes ê bibêje belê. Xerca Romanên wî ne Kurd û Kurdistan e? Tu kes vê jî ret nake.Wêje ya wî malê KÎ ye? Îca bila tu kes xwe nexapîne.Di her rûpelî de deh caran jî bibêjin: “KURDISTAN.” Ku ne bi Kurdî be,ew wêje nabe ya Kurdan.
Dive ev jî baş bê zanîn,ne bi niyet lê bi emel xizmeta neyar dikin.Lewra gel pirtûkên wan dixwîne û jê bi bandor dibe.Li Kurdistanê,zimanê Kurdî kêm tê bikaranîn.Ango di bin xetereyê deye.Em dibêjin; “ zimanê dayîkê.” Lê mixabin,êdî nifşê nû yên bûyî dayîk,bi zarokên xwe re bi zimanê dagirkeran di axifin.Ku ziman mir, em Netewdewletekê jî ava bikin,bê feyde ye.
Ligel hemû pêkutî,qedexekirin a li ser zimanê Kurdî jî,niha di cîhanê de di nava zimanê herî xurt de,Kurdî di rêza 8 de ye.Îca zimanê me,zimanekî kevnare û dewlemende.Ew zimanên ku em di hesidinê û pê diaxifin,li ber zimanê me pirr jar in.Divê demildest,em Kurd li xwe vegerin û bibine xwe.Xwebûn jî bi ziman gengaz e.Divê her Kurd bi zimanê xwe bi axife,bi xwîne,bi nivîse.Kurt û kurmancî her tiştê xwe bi zimanê xwe bijî.Kengê em ji bin bandora zimanê din rizgar bûn û zimanê me bû evîna me,wê demê emê bibine em!Ma ev jî ne paradokseke mezin e? Em dibêjin: “ ZIMANÊ ME RÛMETA ME YE…”lê em bi wî zimanî naaxifin !
Gotineke me ji Rewşenbîr,Nivîskar û Siyasetmedaran re jî heye.Dev ji zimanê din berdin,bi zimanê xwe yî dewlemend ku bi Kurmancî,Soranî,Kelhurî,Dimilkî…ûhwd.dewlemend e bixwînin,bi nivîsin,bi axifin.Binerin bê çiqasî şêrîn e zimanê Kurdî,çiqasî dewlemed e.Bi heste yên Kurd û Kurdistanî,cejna roja Zimanê Dayîkê li we pîroz dikim.Wekî Rêber Apo gotî: “BI KURDÎ BIJÎN.”









