Stûxwarî yan jî stûxwarkirin

Nûçeyên Forum

Pêncşem 21 Gulan 2026 - 07:30

  • Gava qala stûxwariyê tê kirin; pêşî bindestî, biçaretî û derûniya herwisa tê bîra mirov. Tew ku mijar Kurd an Kurdistanî bin, rewşa xizanî, bêkesî, nexasim rewşa çend deh salên berê ya bêxwedîtî mirov radipêçe.

FERATÊ DENGIZÎ

Îca stûxwariyek an jî stûxwarkirinek heye ku dixwaze, bi bişirîn û awirên xwe û zanîna dilpola berxwedanê û şerzanî derdixê holê û berê xwe dide bibîka çavên mirov, wêrekiyê dilopîne dil. Can dixwaze kulîlikekê, nexasim mizîlaqekê, bizbizêkekê diyarî wan awiran bike. Ew awir, awirên banga berxwedanê ne, bibîrxistina bindestiyê û banga azadiyê ne.

Wek kes qala stûxwariya-stûxwarkirina bi hişmendî û zaneyî ya tenik û awirên Yilmaz Guney û Ehmed Huseynî dikim. Rewşa Yilmaz wek birêşên deviya ku li ber bişkuvandinê ne, sîtehlkên dara berûyê tînin bîra mirov û vejînê dixin dil û mejiyê mirov. Divê mirov xwe ji bonî şerê jiyanê, şerê azadiyê amade bike û wêrek be, ne bêçare! Her çiqasî pergalê stûxwarî kiribe para me lê em red dikin, bangî stûxwaran dike ku ji bonî berxwedan û egîtiyê dil bike pola, asteng berhewa ne! Bela bila bi xêr bên!

Ehmed Huseynî birînan nîşan dike bi awir û stûxwariya-stûxwarkirina dilbirîn a zaneyî û jidil, dilê mirov dişewitîne, jixwe ew çirûska şewatê ye. Wek ku bibêje, birînên min naqedin, kûr in, mîna barana çilesirîn her û her dibarin. Behna kulîrqehwanê, bêhna qehwê, nexasim qehwa mira belav dike derdorê û dibê ev bêhna te ye dildara min, wek qehweya şewitî, lê hezdar, hêzdar û divê ez birînan bikevînim, nebim hêsîrê wan û berxwdanê bi îksîra ahenga helbestê bilorînim, bila bilûra kevnare derdan bibêje, birînan bikewîne û ez ê ji êşan dermanekî, melhemekê çêkim, te bipêçim Amûda min, Kurdistana min…

Yilmaz didome, diqîre; ez bi giraniya derdê Kurd û Kurdistanê şûşî  erdê bûm, neketim, çeka min qelp kir min guh nedayê meşiyam û min şer ranewestand. Lewra ez reşikê jiyanê xwînesmera/ê xaka qedîm bûm, divê bi serketam, ma binketin li min li me tê, dibe ku qels bim, lê dil kûreya agir, divê bi ser neyar de biteqim. Bi jiyan, sînema û awirên xwe bingeh ji lehengên şoreşê re amade dikir. Dibe ku şeşderb qelp bike, dibe ku tiving neteqe carinan lê ev ne dawiya dinyê ye, derî li dinyayê neketiye, lewra ceger a te ye û stûyê xwe rastbike, biçe ser neyar, biçe ser bêçaretiyê.

Huseynî, banga azadiyê ye ku ji agirê kûreya dil çirûskan diweşîne, lewra payva wî dirêj, wate kûr î xweşaheng e, ji stûxwaran berxwedêran, şervanan diafirîne, lewra ew tilsima vejîna jiyanê ye. Wek ku bibêje, Mazlum dikarin agiran pêxin agirê Newrozê û jiyan bibe govend… “Canê, canê, were meydanê…” ku awirên wî diket mirov, dil radibû çargavan, li wateyan digeriya û ji şewatê berê xwe dida lûtkeyên çiyê. Tu kesî nikaribû ew zeftbikira û Gabbarê her şûrkêşiya dilê wî yê li hember mêtingeran bû.

Îca ku îro wek kes ez stûxwarî-stûxwarkirina wan didim ber çavên xwe, dibêjim ew banga serhildanê bû, ew rewş ne serî danîn î qebûla çarenûsê bû. Ew qadxwestina li hember neyar bû, yekî bi sînema, dîtbarî banga agirê dilê xwe radigiha û Hûseynî peyam bi peyvê ji jiyan, ji felsefê û dîrokê radigihand û dil radikir ser lingan, dibû peyva dilê Ferhat Merdê wek tîr ku dikir em bi zanehî û wêrekî têbikoşin te digot qey E. Heyderê rîhspiyê çiyê yan jî  cangorî Kasim Engin e hatine cem me, Riya Heq, Heqîqetê ji me re vedibêjin û dibêjin; qet û qet bindestiyê qebûl nekin û jiyanê bikin qada berxwedan, şer û têkoşîna bi her awayî. Herê Yilmaz hêrs, dilgermî, redkirina neheqî û înkarê, serîrakirina li ber zilmê,  dînîtiya me ya ciwaniyê, Huseynî jî xemgînî û dilnermiya me ya navseretiyê bû.

De gidî jiyan!

Na em ne bêçare ne. Stûxwarî ne para me ye. Ma ne xaka me warê evînê û warê azadiyê ye. Wan evîna Kurdewar î ku bi çandê, bi ziman ji jiyanê dihat parizandin û bi keziyên jinê dihat hûnandin dixist dilê me. Duristiya hebûnê, dilsoziya xwezayî radigihnadin, ev jixwe di havênê me de hebû wan distira. Hilbet têkoşîna Tevgera Azadiyê bi hezaran Huseynî û Yilmaz afirandin ku hestên tevan a leheng û cangoriyan bi rûh û banga van dilsozan havên digirt. Belkî ku jiyanê dem bidana bê ka Yilmaz di hunerê di dil de çawa bigihştandana Xelîlê Çiyayî, hunerên bêhempa diyarî jiyan û Cîhanê bikiranan. Lê dem û dewran tim bahozan radike, çavên felekê kor be, lê em rûspiyên jiyan û çiyê ne. Vê derbê azadî para me ye. Lê niza’m çima tim tiştek dilê me bindestan de diqurife!

Bi hesabên rojane yên serdestan em nexapin, naxapin… divê em feqên mizawiriyê ji dûr ve bibînin, zane bin, bizanibin ku çiya li pişta me ne. Çiyayê ku rê nedan Moxolan, Deh-hezaran û Skenderan… Divê bîra me tijî be. Bi raman, wêje, huner, şerzanî û her awayê jiyanê bizanibin “xwe” ava bikin û rê li azadiyê, rê li evînê vekin. Rengesmeriya me dê dilhebîna azadiyê be. Ji bonî xatirê vê xaka xweşaheng û xweşreng divê êdî em bibin dengê yekîtiyê û axînan nexin dilê dayikan, dilê gelê stûxwar î berxwedêr, bila yekîtî nebe qurbana ezezî û xweristî, cahilî, quretî, xulamiya neyar û heyraniya serdestan,

Êdî bes e, bi xatirê van herdu rûgenim û berxwedêran yekîtî…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.