Tîrhîva: Çîrokek serkeftina perwerdeya bi Kurdî

Nûçeyên Forum

Duşem 18 Gulan 2026 - 07:30

  • Navê wê bavê wê lê kiriye, ango Tîra li dora Hîvê ye. Bi rastî jî wek tîrek li derdora hîvê ye. Ji ber vê bedewiya hîvê li ser e. Nazik û nazenî ye.

ROJBÎN EKÎN

Navekî pir balkêş e û ez cara yekem rastî vî navî têm. Ez dibêjim mirov nikare di gelek zimanan de du tiştên ji hev cuda bîne gel hev û bike navek û wateyê lê bar bikî. Lê zimanê dayika me, ango Kurdî ne wisa ye. Gelek dewlemend e û mirov dikare her bedewiyan jê biafirîne. Welhasil Tîrhîva jî ji bedewiya zimanê me afiriye.

Tîrhîva Hesen ji Efrînê ye. Jixwe em hemû dizanin çîroka Efrîna me ya bedew a dagirkirî. Efrîn hîna jî birîndar e û em hemû jî pê re birîndar in. Piştî hevpeymana ku di navbera QSD û HTŞ’ê de pêk hat, Efrînî hêdî hêdî berê xwe didin axa xwe. Di 9 salên dawî de bûyerên ku gelê Efrînê jiyan  trajediyek ji trajediyên vê serdemê bûn. Tîrhîva di nav vê trajediyê de mezin dibe û niha jî 15 salî ye. Bi malbata xwe re li ser rêya koçberiyê bi salan derbas dike. 

Hêviya vegerê, jana dûrbûna ji Efrîna bedew dibe hesreta herî mezin a di dilê wê û malbata wê de. Bavê wê Ciwan Hesen ku bi xwe jî helbestvan û hunermend bû, bêrîkirina xwe ya ji Efrînê re dike helbest û wan helbestan diherikîne ser têlên tembûrê. Helbest û awazên wî dibe kela dilê hemû Efrîniyan. Di helbestên xwe yê Şala Zeytûnê de ku ew helbest bi xwe jî bi awaz kiriye wiha dibêje: “Li beden kefen Me pêçîn/Şala zeytûnê têra min dike/Ser tirba min av birêjin/Ax biyane min tî dike/Şûna kêleka min zeytûn biçînin/Bila şîn bibe bi tenê mehêlin/Siya te pixure dara min/Navnîşan bîr û ala min/Çend sal in ji te dûr im/Bê war im lal û kor im/ Xanî li pişt e, derd lê mişt e/Dimrim mîna masî bi xişt e.....”

Ciwan Hesen di 21-22’yê Gulana 2025’an de di encama qezayek şewatê de jiyana xwe ji dest da. Li du xwe 20 stranên ku wî bi xwe gotin û awazên wan amade kiriye hişt. Her wiha malbatek, xeyalên nivçemayî û hêviyên şikestî....

Di tabûtekê de vegeriya ser xaka xwe û hesreta hunermend Ciwan Hesen ya vegera Efrînê mixabin bi vî rengî bi dawî dibe.

Lê Tîrhîva bi dayik, xwişk û birayê xwe re li Herêma Cizîrê û li bajarê Amûdê ma. Ji ber xwendina xwe li vir didomand û wek dilsoziyek bi keda bavê xwe re soz daye ku bi serkeftî der biçe.

 

Tîrhîva dibêje: “Mamosteyê min yê yekem bavê min bû. Hezkirina min a ji ziman û nasnameya min re bi saya wî bû.” Tîrhîva li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û xwendevana refa 12’an e. Ji pola yekê heta 12’an bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dîtiye, wê îsal refa 12’an bi dawî bike û derbasî qonaxa zanîngehê bibe. Yek ji şagirtên herî jîr û serkeftî ye. Werzên xwendinê her bi bawernameyên serkeftinê qedandiye.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek şoreş di nav xwe de afirand. Yek ji wan şoreşên giranbuha jî şoreşa ziman bû. Bi rastî jî bi zimanê xwe perwerde dîtin xewna tevahî kurdan a bi hezaran salan bû. Ev xewna bi hezaran salan li Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de pêk hat. Dema derfeta perwerdeya bi zimanê Kurdî li pêşiya wan vebû, berê xwe dan dibistanên ku berê bi darê zorê xwendina bi zimanê erebî li ser wan dihat ferzkirin û deriyê wan dibistanan şikandin. Bi deriyê dibistanan re quflên li ser zimanê wan hatî danîn jî şikandin û bi azadî qîriyan. Hemû bendên li pêşiya xwe dan aliyekî. Bi berdêlên giran û bi keda 15 salan gîhan roja me ya îro.

Niha bi hezaran mamosteyên ku perwedeyê bi Kurdî didin zarokên kurd, bi hezaran xwendevan û dibistan li Rojavayê Kurdistanê hene. Mixabin Efrîn û Serêkaniyê di pêvajoya 15 salan de ji ber mercên dagirkeriyê ji vê yekê bêpar man. Lê zarokên ji Efrîn û Serêkaniyê di rêyên koçberiyê de jî dev ji xwendina bi zimanê Kurdî bernedan.

 

Tîrhîva Hesen jî yek ji wan zarokan e. Di rêya xwendina wê de Efrîn, Şehba û Amûdê ji bo wê bûn sê navend. Ew jî wek hemû zar û zêçên neçarî koçberiyê bûne  gelek zehmetî ji bo xwendinê dîtiye. Ji bo ku bêzar û bêtaqet bibe û dev ji jiyan, her wiha pêşeroja xwe berde zextek jiyanî yên gelek mezin li ser çêdibe.

Lê ew dev ji xwendina xwe bernade. Bi zimanê xwe xwendin dibe armanca wê ya sereke û soza pêkanîna xeyalên wê. Tîrhîva wiha pênaseya xwendin û perwerdeya bi zimanê dayikê dike: “Bi rastî jî ziman tişta herî girîng a di nav civakê de ye. Her gel bi zimanê xwe tê naskirin. Ger tu ji xwe re dibêjî ez Kurd im pêwîst e tu bi zimanê xwe jî baş û xweş biaxivî. Ji ber ku ziman nasname ye. Ziman hebûna mirov bi xwe ye. Bandora bişavtinê li ser gelê me zêde ye. Ji ber ku  di nav gotinên xwe de em gelek gotinên biyanî bi kar tînin. Ez ji refa yekê heta niha bi zimanê dayika xwe dixwînim. Ji bo min cihê şanaziyê ye ku bi zimanê xwe dixwînim. Wek piranî gelên cîhanê derfet bi min re çêbû ku ez li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe bixwînim, binivisînim û biaxivim.”

Bêguman li pişt her serkeftinê armanc û baweriyek heye. Tîrhîva serkeftina xwe ya di warê perwerdehiyê de dispêre armanc û baweriya xwe û dibêje: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her neteweyekî ye. Ez ji zimanê xwe gelek hez dikim û ev bû 12 sal bi zimanê xwe dixwînim. Zimanê me tade li hebûna zimanê tu neteweyek din nake. Ez dixwazim bi zimanê xwe ji gelê xwe re xizmetê bikim û xwe bi zimanê xwe bi cîhanê bidim naskirin.”

Dayik, xwişk û birayê Tîrhîva wê vegerin Efrînê. Lê Tîrhîva dixwaze xwendina xwe berdewam bike û li zanîngeha Rojava beşa bijîşkî bixwîne. Ji ber li Efrînê niha mercên ku perwerdeya xwe bi Kurdî bidomîne nîne û rejîma Sûrî ya nû tu biryar heya niha di vî warî de dernexistiye. Ew ji ber hezkirina xwe ya perwerdeya bi Kurdî, hesreta xwe ya vegera li Efrînê daye aliyekî. 

Ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne beriya her tiştî pêwist e ji aliyê desthilata nû ya Sûrî ve zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî di nav destûra Sûrî ya nû de bi fermî bê naskirin. Niha hem Tîrhîva hem jî bi tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşîna vê yekê didin.

Tîrhîva bi biryardariyek mezin dibêje ku ew ê tu zextên ku xwendina bi zimanê Kurdî asteng bike nas nekin û vê peyamê dide:  “Ev 12 sal in em bi zimanê xwe dixwînin. Çima em ji vê saetê şûnde neçar bimînin ku em bi zimanekî din xwendinê bikin. Tenê du saet perwerdeya bi zimanê dayikê, tê wateya bişavtina veşartî. Çawa dibe ku tu ji netewekî ku xwedî çand, ziman û dîrokek kevnar e, bêjî tu yê tenê du saetan bi zimanê xwe perwerdeyê bibînî? Tu netew vê yekê ji bo zimanê xwe qebûl nake. Ne ereb ne jî tu netewek din vê yekê ji bo xwe qebûl nakin. Çima li ser me tê ferzkirin û çima em ê qebûl bikin? Ez kurd im, kurd hatime dinê û mafê min e ku ez bi zimanê xwe jî perwerdeyê bibînim. Dema mirov bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne zêdetir afrîner dibe û bi hezkirin nêzî fêrbûnê dibe. Nifşê wek me wê tu carî qebûl nekin. Divê em bi israrek mezin bi zimanê xwe biaxivin. Em ne li dijî fêrbûna zimanên biyanî ne. Helbet mirov çiqas ziman zanibe ewqas dewlemend jî dibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.