Kurd û Kurdî

Nûçeyên Dosye

În 15 Gulan 2026 - 07:30

  • Heta niha derbarê girîngiya zimanê dayikê de, bi taybetî jî derbarê zimanê kurdî de gelek tişt hatine gotin. Bi sedan, belkî jî bi hezaran caran û ji aliyê bi hezaran kesan ve, çi bi devkî, çi bi nivîskî ev mijar ji gelek milan ve hatiye vegotin.

HEVAL DILBIHAR

Me bi xwe jî gelek caran derbarê zimên de, bi taybetî derbarê zimanê kurdî de gelek tişt diyar kirine. Bêguman tişta herî sereke ew e ku, zimanê kurdî jî wek neteweya kurd nirxekî herî dîrokî, qedîm, dewlemend, xwebûnî, xwezayî, resen, xweser û bêhempa yê me kurdan û mirovahiyê ye. Çawa ku neteweya kurd bi kedeke dîrokî ya bêhempa zimanê kurdî afirandiye, saz kiriye û heta îro aniye, zimanê kurdî jî li dijî hemû êriş, zext, zordarî, dagirkerî, mêtingerî, komkujî û hovîtiyan, bi hebûna xwe kurd wek neteweyekê heta îro anîne, hebûn û xwebûna wan parastiye, ew kirine yek û ew kirine xwedî nasnameyeke herî xweser û resen, ew li ser bingeha yekîtiyê wek neteweyeke dîrokî li ser piyan girtine, bûye çavkanî, mîrate û hêza wan a herî sereke ya xwebûn, xweparastin û xwejiyînê.

Bêguman, zimanê kurdî çawa ku ji bo bîr, hişmendî, çand, giyan û jiyana me kurdan bûye çavkaniyeke bingehîn û jêneger, çawa ku hemû heqîqet, kod, şifre û razên herî hebûnî, xwebûnî û xwezayî yên dîrokî, çandî, civakî û neteweyî yên me kurdan di nava xwe de hewandine, veşartine û heta îro anîne, ji bo gelek kom, gel û neteweyên din jî ji gelek milan ve bûye çavkaniyeke bingehîn. Anku zimanê kurdî ne tenê zimanekî xwebûnî ye, di heman demê de zimanekî gerdûnî ye. Ji ber vê yekê çawa ku nirxê herî xwebûnî yê kurdan e, di heman demê de ji gelek aliyan ve nirxekî gerdûnî yê bingehîn ê mirovahiyê ye jî. Di pêkanîn, parastin, pêşxistin û veguhastina wê ya heta îro de kedeke bêhempa ya bi hezaran salan, bi hezaran nifşan, bi sedan milyon mirovan e heye. Ji ber vê yekê, nirxekî gelek pîroz e.

Bo çi bê kurdî jiyan nabe ?

Ji ber rastiyên ku me li jor anîne zimên in ku Rêber Abdullah Ocalan jî di gelek nirxandinên xwe de bi taybetî balê dikişîne ser zimanê dayikê/zimanê kurdî û hebûna zimanî ya ji bo civakê ji nan û avê girîngtir dibîne. Ji ber ku Rêber Ocalan bi hemû kûrahiya xwe bi rist, fonksiyon, hêz û peywira zimên hesiyaye û ew ji her milî ve derxistiye zanebûnê diyar dike ku “Bêyî ziman, civakek nikare bîra xwe ya dîrokî û xwebûna xwe biparêze; zimanê civakekê giyanê wê ye, xwebûna wê ye…”

Rêber Ocalan diyar dike ku; “Her peyveke di zimanekî de mîrateya bi hezaran salan a wê civakê ye. Ji ber vê yekê windakirina peyvekê, windakirina dîrokekê ye. Civaka ku laşê wê anku zimanê wê hatibe girtin/desteserkirin, hişê wê jî naxebite û naxwaze azad bibe. Ziman keleha berxwedanê ye.”

Li ser vê bingehê, Rêber Ocalan parastina zimanê kurdî wekî ‘Çalakiya rûmetê’ dibîne, her cihekî ku ziman lê heyî wek ‘Qada berxwedanê’ bi nav dike. Ji ber vê yekê bi taybetî diyar dike ku; “Yên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin… Yên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin… Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî… Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

Rêber Abdullah Ocalan rista zimanî ya di avakirina netewe û civakeke azad de wek risteke sereke dibîne. Ji ber vê yekê jî zimanê wek stûna neteweya demokratik dinirxîne û dibêje ku; “Şoreşa Kurdistanê di heman demê de şoreşa zimên e; li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasete heta hunerê kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”

Dîsa Rêber Abdullah Ocalan, zimanê dayikê wek nirx û mafekî gerdûnî dibîne û wiha dibêje: “Perwerdehiya bi zimanê biyanî anku zimanê serdestan, bîra zarokan parçe dike û wan ji kokên wan qut dike. Ji bo avakirina ‘Neteweya Demokratîk’, pêşketina zimanê kurdî di her qadê de wekî bingehekê ye… Miroveke/î ku bi zimanê xwe nefikire, nikare bibe ‘xwebûn’ yanî vîneke azad. Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û xwezayî ye. Bêyî zimanê dayikê, perwerde dibe amûreke koledariyê.”

Rêber Ocalan, têkoşîna ji bo zimanê kurdî têkoşîneke sereke, stratejîk û jêneger dibîne, diyar dke ku divê têkoşîna ji bo kurdî li her derê û ji her milî ve bê meşandin; ev yek peywir û berpisyariya hemû kurdan e.

 “Heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerde, siyaset û aboriyê, xetereya li ser hebûna kurdan bi dawî nabe.” Bi taybetî destnîşankirina wî ya “Her peyveke kurdî wekî çepereke parastinê ya li dijî pergalên mêtinger tê hesibandin; parastina kurdî weke çalakiyeke siyasî û nasnameyî ye. Dema ku zimanek winda bibe, civak jî rastî qirkirina çandî tê…” rist û girîngiya zimanê kurdî ya li djî dagirkerî û mêtingeriyê bi awayekî balkêş û zelal radixe ber çavan.

Vegera li xwe

Li ser bingeha van rastiyan, di mijara zimanê kurdî de rewşa me kurdan a heyî çawa ye gelo?

Gelo dema ku em kurd, helbet di serî de û bi taybetî tevger, sazî, dezgeh, platform, înîsîyatîf û hemû qadên din ên birêxistinkirî û sazîbûyî yên ku li ser navê neteweya kurd, bi taybetî jî li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê têkoşîn û xebatan dimeşînin ji gotinê wêdetir bi awayekî şênber li zimanê kurdî çiqas xwedî derdikevin, çiqas xwedî stratejî, polîtîka, plansazî, bername û karnameyên kurdî ne, ji bo pêkanîna van çiqas budçe, kadro, xebatkar û derfetên din vediqetînin?

Gelo bi deh hezaran jin, mêr û ciwanên ku li ser navê neteweya kurd di tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, înîsîyatîf û li gelek qadên din ên kurdan de wek pêşeng, rêveber, xebatkar û endam cih digirin ji bo zimanê xwe kurdî çi dikin, çiqas lê xwedî derdikevin, çiqas hîn dibin, hîn dikin û didin hînkirin; li dijî her cureyê kurdîkujiyê ji bo parastin û pêşvebirina kurdî çiqas têkoşîn û xebatên cur bi cur ên hişmendî, rêxistinkirin, sazûmankarî û dîplomatîk dimeşînin; çiqas mal, sazî, dibistan, kom, komun, meclis, jîngeh û wargehên kurdî ava dikin; di mal, kargeh û hemû jîngehên ku em lê dijîn, lê dixebitin û lê têdikoşin kurdî çiqas bi kar tînin, kurdî çiqas dikin serwer, wan deran çiqas dikin kurdî-geh?

Her yek ji me xwe çiqas dike xebatkar, têkoşer û şoreşgera/ê zimanê kurdî? Bo çi her roj û li her derê bi rengekî mayînde û birêkêpêk hem li dijî hêzên dagirker ên kurdîkuj û hem jî di nava xwe de ji bo zimanê kurdî çalakî û bernameyên herî şênber ên herî guncav,  afirîner û encamgir nayên lidarxistin? Bo çi kar, xebat û têkiliyên rêxistinî, sazûmankarî, civakî û jiyanî bi kurdî nîn in; bo çi serdestiya zimanên din a li ser zimanê kurdî û gelek rewşên din ên kurdîkuj hatine qebûlkirin û normalîzekirin; bo çi li dijî wan têkoşîneke bêhempa ya encamgir nayê meşandin û ev rewşa dilsotîner a ‘normalîzebûyî û radestbûyî’ ji holê nayê rakirin? Madem ku li aliyekî ji desthilatdarên dagirker ‘Statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî’ tê daxwazkirin bo çi em di nava xwe de kurdî nakin xwedî statu û zimanê perwerdeyê? 

Madem ku dûrketina ji zimanê xwe xwekuştineke herî dilsotîner be gelo em ê kurd dê kengî -bêyî ku careke din lê venegerin- li xwe, li dayika xwe anku li zimanê xwe kurdi vegerin; em kurd li hêviya çi û kê ne; kê û çi pêşiya me girtiye, em e heta kengî XWE bikujin?

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.