
- Xezîne lêgerînek e. Lêgerîna hêviyê ye. Ji bo hin kesan hêviya dîtina zêr û zîvan, ji bo hin kesan hêviya nasîna parçeyekî dîrokî, ji bo hin kesan dîtina şaristaniyê û ji bo hin kesan jî lêgerîna heqîqetê ye. Ji ber wê me navê fîlm kir “Xezîne”.
MIHEME PORGEBOL
Metîn Ewr, di fîlmê xwe yê nû “Xezîne” de li ser çîroka ciwanekî ku ji ber xwestekên malbatê û civakê dixwaze bi lez bizewice radiweste. Karakter, ji bo ku lêçûnên zewacê peyda bike di lêgerîna xezîneyan de ye. Piştî demekê, di nîvê şevekî de, di lêkolînekî de li cenazeyekê rast tê. Ew cenaze bixwe xezîneyeke rastîn e.
Em jî bi Metîn Ewr re li ser xezînegerî, sînema û rastiya Kurdistanê axivîn.
Meriv dikare bibêje ku lêgerîna xezîneyê di van salên dawî de li Kurdistanê pir belav bûye. Bawerim te ji bo fîlmê xwe gelek çavdêrî û lêkolîn li ser lêgerîna xezîneyê kiriye. Tu dikarî ji me re qala taybetmendiyên berbiçav ên lêgerîna xezîneyê li Kurdistanê bikî? Çima lêgerîna xezîneyê ewqas belavbûye? Dînamîk û motîvasyonên wê yên bingehîn çi ne?
Li Kurdistanê taybetmendiya herî derdikeve pêş ya karê xezîneyê cihê erdnîgariya wê ye. Li Kurdistanê mîrateyek dîrokî heye. Ji ber ku li ser axa Kurdistanê şopên gelek şaristaniyên wekî Mezopotamya,Ûrartû, Asûr û Osmaniyan hene. Taybetmendiyek din jî rewşa erdnîgariya wê, xwezaya wê ye. Çiyayên zexm, zêdebûna gir û kortikan, zêdebûna şikeftan û bermahiyên ji şaristaniyên kevn mayî, sembol û nîşaneyên li ser keviran û goran e. Û ya herî girîng jî ya ku îro van kesên li xezîneyan digerin motîve dike bermahiyên li pey şer û komkujiyan mane ne. Ji ber ku Kurdistan bi gelek şer û komkujiyan re rû bi rû maye û gelên li ser axa wê jiyane hatine qetilkirin. Bêtirîn jî di çîrokên kesên li pey xezîneyan digerin de komkujiya Ermenan, Suryanan derdikeve pêş ku dema hatine qetilkirin an dema ji tirsa mirinê reviyane û koç kirine de alavên xwe yên bi qîmet, zêr û diravên xwe ji cihên ku çûne li pey ve binax kirine an jî veşartine. Bi nerîna min ya herî girîng, ji ber rewşa mêtingehiyê ji aliyê dewletê ve astengiyek ber bi çav tune ye û mîretaya dîrokî jî tê talankirin û dizîn. Hêla din ya vê rewşê jî şerê pêncî salan li Kurdistanê domiya bû hincet ku dewlet şert û derfetên kar ava neke û gelê li vir ji aliyê aboriyê ve têk biçe. Sedema sereke ya motîvasyona kesên herêmê ku li xezîneyan digerin yek jê jî ev e. Bi xeyala ku bigihîje xezîneyan û dewlemend bibe û ji feqîriyê rizgar bibe. Wekî din jî kesên ji derve tên û li Kurdistanê li ser navê restorasyonê îhaleyên avahiyên kevnar digirin û kolanên bi dizî dikin de tiştên derdikevin didizin.
Lêgerîna xezîneyê mijareke ku di sînemayê de pir caran tê lêkolîn kirin. Xezîne di fîlmê de çi celeb wêneyan temsîl dike? Çi tişt di lêgerîna xezîneyê de heye ku sînema ewqas jê hez dike?
Di serî de nepeniya wê heye, meraqê dide avakirin ev jî bala temaşeger dikişîne û kelecaniyekê çê dike. Çîrokên xezîneyan herikînên bi coş, bi tirs, bi dahfikên veşarî û efsûnî û meraq avadike û bi rêya nexşe, nîşaneyan veşartî û sembolan jî şopên kevnar, mîtolojî, tiştên dîrokî û çandî radixîne ber çavên me. Bi lêgerîna xezîneyekê sînemager dikarin him di aliyê peyamdayîna xwe de him jî ji aliyê hestên karekterên avadike ve xurtir bike. Di fîlmên mijarên wê xezîne de hêmayên wekî çikûsî, xeterî, cazîbe û arezûya xeternak bi rehetî derxe pêş. Di warê nivîsandina senaryoyê de jî rêyeke fantazî û xeyalan bireh radixe ber me.
Em dikarin bifikirin ku şert û mercên civakî-aborî yên karakterê sereke yê fîlmê wî neçar hiştiye ku bikeve pey lêgerîna xezîneyê. Ji bo fêmkirina vê rewşa bêçare ya aborî û civakî, bes e ku meriv li wêneyê li ser dîwêr binêre. Ji aliyekî din ve, hema hema di hemû malên Kurdan de li ser dîwarên xwe wêneyên ciwanên ku hatine kuştin, bi zorê hatine winda kirin, an jî beşdarî têkoşîna azadiyê bûne hene. Hûn têkiliyek çawa di navbera "wêneyê li ser dîwêr" û rastiya heyî ya civaka Kurd de saz bikin?
Çavên me û berê me tevan her tim li wan wêneyên bi dîwaran ve daleqandû. Ew wêne her tim hêvî bûn. Ji bo me hinekan leheng, ji bo me hinekan azadî, ji bo me hinekan bedewî, ji bo me hinekan stargeh û ji bo me hinekan bibûn hêviya hebûnê. Hezkirin, bêrîkirin, bîr û hêvî bûn. Yar bûn, heval bûn, bav bûn, dayik bûn, ap û xal bûn, met û xaltîk bûn, bra û xuşk bûn, pismam û dotmam bûn û pir xweşik bûn. Ew wêne bi qasî welatekî mezin in lewma ew qas bedew û bi nirxin. Ew wêne rastiya Kurdistanê bi xwe ne.
Hûn cesedê ku karakterê sereke dema li xezîneyê digere dibîne wekî "xezîne" dinirxînin? Çima we navê fîlm "Xezîne" danî?
Belê, em dikarin wisa jî bibêjin. Carna wêneyek, carna hestiyek, carna cenazeyek jî dibe xezîne be. Ji ber ku xezîneya herkesî cuda ye. Ji bo kê çi îfade dike? Xezîne lêgerînek e. Lêgerîna hêviyê ye. Ji bo hin kesan hêviya dîtina zêr û zîvan, ji bo hin kesan hêviya nasîna parçeyekî dîrokî, ji bo hin kesan dîtina şaristaniyê û ji bo hin kesan jî lêgerîna heqîqetê ye. Ji ber wê me navê fîlm kir “Xezîne”.
Rastî, çîrok, an çavkaniyek heye ku we îlhama fîlm jê girtiye? Hûn dikarin rave bikin?
Di fîlm de navê kesê ku kujerên wî nediyar navê apekî min bixwe ye. Ew di mala xwe de hate qetilkirin. Kesên ku ji malên wan ew destê sibehê derxistin û birin û careke din venegeriyan nas dikim, hestiyên ji bîran derdikevin, gorên komî yên derdikevin, komkujiya ermenan, Dêrsim, Zîlan û hwd tev rastiya vê çîrokê ne. Li gel vê rastiyê niha ji 17 hezaran zêdetir kuştiyên siyasî yên kujerên wan nediyar hene û gorên wan tune ne.
Îro, em di pêvajoyek Aştî û Civaka Demokratîk re derbas dibin ku em hemî bi hêvî, heyecan û bi baldarîyek mezin lê dinêrin. Gelek bendewarî ji vê pêvajoyê hene, nemaze di çarçoveya rastî û ezmûnên ku mijara fîlmê we ne. Wekî hunermendek ku bi van mijaran re eleqedar hûn dikarin çi li ser vê pêvajoyê bibêjin?
Di serî de dixwazim bibêjim rengê aştiyê ji rengê şer xweşiktir e. Heta niha ji bo azadî û hebûna xwe çi berdêl hebe gelê me di vê oxirê de da. Û hunera me jî teşe û rengê xwe ji vê girt. Ku huner awêneya civakê be tu bikî û nekî wê rastiya civakî bike mijara xwe. Pêvajoyên aştiyê ji pêvajoyên şer dijwartir û naziktir in. Berî her tiştî divê rastî were qebûlkirin û li gorî van rastiyan çareseriyên bingehîn yên zagonî bêne avakirin. Lê rastiyek heye ku tu têkoşînê nekî wê tu tişt ava nebe. Divê bi her awayî û her qadên civakê têkoşîna azadî û aştiyê xurtir bike. û ji bo me hunermendan jî amûr û çeka herî baş hunere. Divê em jî bi hunera xwe bibin parçeyekî vê têkoşîna aştî û azadiyê.







