‘Mamoste em bi zarokan nikarin!’

Nûçeyên Dosye

Duşem 4 Gulan 2026 - 07:30

  • Mamoste Hisên Çatikkaş; “Li saziyên me hişmendiya zimanî pir kêm e. Di nav saziyan de hewldanên ji bo pêşxistin, axaftin û fêrkirina kurdî pir qels e. Li ser meselê li komeleya me derdora 30 zarok tên dersa quranê, lê dema mesele dibe zimanê kurdî malbat dibêjin ‘mamoste bi xwedê em bi zarokan nikarin’ û zarok nayên.”

SAIT ÖZTÜRK/HEİLBRONN

Mamoste Hisên Çatikkas ku ev demeke li Almanyayê dimîne behsa sazî, perwerde û kursên Kurdî yên li Almanyayê dike. Gava ew bi van meseleyan dadikeve û bersivên pirsen me dide îşaret bi gelek hûrgiliyan jî dike û rastiya van meseleyan eşkere dike. Em bi çavê mamosteyekî Kurd li Almanyayê rewşa zimanê Kurdî çiye û çi nîne fêr dibin. Li ser meselê ew wiha dibêje; “Kurdên Rojhilatê Kurdistanê kêm tên saziyên kurdên Bakurê Kurdistanê. Gellek Rojhilatî dibêjin ku di van saziyan de tirkî serdest e, lewra xwe ji van saziyan dûr dixin. Bêguman mirov dikare gellek sedemên din bibêje, lêbelê sedema sereke ziman e. Lewra beriya her tiştî divê saziyên me berê xwe bidin zimanê kurdî û divê zimanên dagirkeran ji nav komele û saziyên me bên derxistin.”

Ji bo baştir têgihiştina vê meseleyê va ye pirs û bersivên me li jêr in.

Ji kerema xwe tu dikarî bi kurtasî xwe bidî naskirin?

Di destpêkê de ji bo derfeta vê hevpeyvînê malavayî li we dikim. Bi kurtasî navê min Hisên Çatikkaş e, demeke dirêj e li ser zimanê kurdî dersan didim zarokan. Ez dikarim bêjim ku di vê hêlê de xwedî ezmûneke dirêj im. Her wiha min beşa fîlozofiyê qedandiye û li ser fîlozofiya ziman xebitîme. Di rojnameya Xwebûnê de ku niha bû Azadiya Welat, 3 hefteyan carekê li ser ziman, fîlozofî û rewşa me kurdan dinivîsim û ev nêzî heft salan e ku li Almanyayê dijîm.

Tu wekî mamosteyekî zimanê kurdî têkiliya di navbera ziman û neteweyan de çawa pênase dikî?

Bêguman têkiliyeke xurt û diyalektîk di navbera ziman û neteweyan de heye. Çawa ku ji bo berdewamiya jiyana mirovan av, hewa û xwarin pêwîst e, ji bo berdewamiya jiyana neteweyan jî ziman pêwîst e. Çawa ku ji bo em nemirin, her roj xwarinê dixwin, avê vedixwin, ji bo neteweya me jî nemire divê em her roj bi zimanê xwe biaxivin, bifikirin, binivîsin, bixwînin. Lê heke em zimanê xwe nekin perçeyekî jiyana xwe, wê ziman jî ji nav me bar bike. Ji bo zimanê me ji nav me bar neke ango ji bo zimanê neteweya me nemire, pêwîstî bikaranîna zimanê neteweyê heye. Werhasil ji bo berdewamiya civakê û neteweyê ziman pêwîst e, ji bo berdewamiya zimanî jî mirov, civak û netewe pêwîst e. Ango pêwîstiya zimanî neteweyê heye, pêwîstiya neteweyê jî bi zimanî heye. Her du hevdû xwedî, mezin û bilind dikin. Diyalektîka di navbera ziman û neteweyê de li ser bingeha hebûn û xwebûnê ye. Fîlozofê Alman Heidegger dibêje ku "ziman mala hebûnê ye" ango hebûn bi zimanî derdikeve holê. Heke ziman tune be, em ê nikaribin qala hebûnê jî bikin. Li gorî wî ziman tenê ne amûrekê danûstendinê ye, hebûn bi dewla serê zimanî derdikeve holê. Ango ziman hebûna neteweyan e û xwenaskirina neteweyan bi ziman pêkan. Hebûn û xwebûna neteweya me jî bi dewla serê zimanê me heta roja îro maye. Lewra peywira sereke ya neteweya me ji îro şûnde parastina zimanê me ye.

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî divê çi bên kirin?

Ji bo vê pirsê gellek bersiv hene. Ji van bersivan a sereke bêguman axaftina bi kurdî ye. Ji bo parastina zimanekî divê ew ziman derbasî nifşê nû bibe. Ango divê zarokên kurdan kurdî biaxivin. Ji bo vê jî divê dêûbavên zarokan bi zarokan re kurdî biaxivin. Di heman demê de ji bo parastin û pêşxistina kurdî divê zimanê kurdî di dibistan, sazî û dezgehên kurdî de bê fêrkirin. Em di serdemeke wiha de ne ku axaftin tenê têra berdewamiya zimanan nake. Ji bo berdewamiya zimanan li kêleke axaftinê, xwendin û nivîsandina bi ziman jî girîng e. Lewra perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye. Her wiha divê zimanê kurdî di teknolojiyê, medya civakî û danûstendinê de bi awayekî kolektîf û aktîf bê bikaranîn. Li ser meselê platforma YouTube qadeke pir berfireh e. Lewra divê platform û yên wekî vê bi bernameyên zarok ên wekî fîlmên karton, xwendina pirtûkên çîrokan û lîstokên zarokan bê dagirtin. Ango zimanê kurdî û karên bi zimanê kurdî tê kirin divê bala zarokan bikişîne. Û fêrbûna zimanan li malê pêk tê, lewra divê dengê mala kurdan bi kurdî be. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku divê zimanê kurdî bibe perçeyek ji jiyana rojane, di her qada jiyanê de bê bikaranîn. Her wiha peydakirina materyalên kurdî (pirtûk, film, belgefilm, vîdeoyên jiyana rojane) yên kêrhatî hêsan be. Bêguman xala herî girîng jî ew e ku divê kurdî bikeve qada teknîk û dîjîtalê.

 Axaftina bi zimanê dayikê di nav malbatê de bandoreke çawa li ser zarokan çêdike?

Ziman karê hiş û hişmendiyê ye. Heke hiş û hişmendiya zarok, kes, mirov û civakan bi zimanekî din be, wê demê analîzkirin, nirxandin û fereseta wan jî li gorî wî zimanî ye. Ji bo ku hiş û mejiyê zarokan li ser bingeha zimanê dayikê bê avakirin, divê zimanê malbatê, zimanê zikmakî be. Zarok bi zimanê dayikê çawa xwe li dinyayê vedike. Lewra berdewamiya wê jî divê bi zimanê dayikê be. Ji bo ku zarok jiyaneke bextewar û bitenduristî bijî, zimanê dayikê xala sereke ye. Ji ber ku bandora zimanî li ser pêşketin û serketina kesayetî û nasnameya kesan heye. Ziman perçeyek ji nasnameya çandî ya kes û civakan e. Li gorî lêkolînan, zimanê zikmakî bandora erênî li ser ramana rexneyî, têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkan dileyîze. Bêguman heke zarokek zimanê dayika xwe baş fêr bibe, zimanê dayikê rê li ber fêrkirina zimanê duyem û sêyem jî vedike. Ji encamên lêkolînên zanistî jî diyar dibe ku zimanê zikmakî bi her awayî bandora erênî li ser berdewamiya civakî û kesayetî dike. Axaftina bi zimanê dayikê têkiliya zarok an jî kes û civakê xurt dike. Ango qut nakeve nav kes û civakê.

Fêrkirina bi zimanê dayikê ji bo zarokan çima girîng e?

Mirov dikare ji gellek hêlan ve bersiva vê pirsê bide. Jixwe we jî di pirsa xwe de gotiye ku fêrkirina zimanê dayikê çima girîng e. Fêrkirina zimanê dayikê him ji aliyê zihnî him jî ji aliyê hestiyarî bandoreke erênî li ser pêşketina zarokan dike. Zimanê dayikê ji aliyê zihnî ve di çareserkirina pirsgirêk û watekirina têgihan de roleke erênî dileyîze. Ji ber ku zarok beriya her tiştî dinyayê bi zimanê dayikê fêr dibe û wateyê dide dinyayê.  Zarokên zimanê dayikê baş dizanin, dikarin têkiliyên xurt ava bikin, dikarin xwe baştir îfade bikin û di têkiliyên civakî de serkeftî ne. Her wiha zimanê dayikê di navbera zarok û malbat/civakê de pirek e. Bi zimanê dayikê zarok çand, dîrok û nirxên civaka xwe fêr dibe. Ji bo nirxên civakî derbasî zarokan bibin, divê zarok fêrî zimanê dayikê bibin. Di heman demê de zarokên zimanê dayikê baş fêr dibin, bi xwe bawer in, dikarin zimanên din zûtir fêr bibin û dersên wan baştir in.

Nêzikatiya saziyên kurdan a li hemberî zimanê kurdî çawa ye?

Li saziyên me hişmendiya zimanî pir kêm e. Di nav saziyan de hewldanên ji bo pêşxistin, axaftin û fêrkirina kurdî pir qels e. Li ser meselê li komeleya me derdora 30 zarok tên dersa quranê, lê dema mesele dibe zimanê kurdî malbat dibêjin “mamoste bi xwedê em nikarin zarokan” û “zarok nayên” niha vêca pirs ev e; “gelo çima malbat hefteyê du rojan zarokên xwe tînin dersa quranê, çima nikarin zarokên xwe ji bo dersa kurdî bînin saziyên xwe?” Bêguman bersiva vê hişmendiya neteweyî ye ku di nav civaka me de hişmendiya neteweyî qels e. Ji ber ku zimanê dayikê di nav malbatê de nayê bikaranîn, hişmendiya neteweyî qels dimîne. Helbet li vir em dijî dersa quranê dernakevin, lê ji bo feraseta me derkeve holê min ev mînak da. Rêvebir û xebatkarên saziyan li hemberî rewşên wiha bêdeng dimînin. Jixwe ew zarok jî yên van xebatkar û rêvebiranan e. Di nav saziyên me yên li Ewropayê de xetereya herî mezin ev e ku kurd zimanên dagirkerên Kurdistanê wekî "zimanê hevpar" dibînin. Bi taybetî jî di nav kurdên Bakurê Kurdistanê de ev yek pir berbelav e. Ango dimil û kurmanc dibêjin ku zimanê me yê hevpar tirkî ye. Lewra kurdên dimil û kurmanc piranî bi hev re bi tirkî danûstandinê dikin. Ev yek pêşiyê kurdî digire ku kurdî bikeve nava saziyên me. Ziman ew tişt e ku neteweyan, nasnameyan an jî mirovan ji hev cuda dike. Lê heke di saziyên me de ji kurdî zêdetir zimanên din bên axaftin, wê demê di saziyên me de jî hişmendiya zimanên din pêş dikeve. Her wiha axaftina bi zimanên din (tirkî) di nav saziyan de astengiya herî mezin e, lewra gellek caran dibe sedem ku kurdên ji beşên din ên Kurdistanê neyên sayiyên me. Li ser meselê kurdên Rojhilatê Kurdistanê kêm tên saziyên kurdên Bakurê Kurdistanê. Gellek Rojhilatî dibêjin ku di van saziyan de tirkî serdest e, lewra xwe ji van saziyan dûr dixin. Bêguman mirov dikare gellek sedemên din bibêje, lêbelê sedema sereke ziman e. Lewra beriya her tiştî divê saziyên me berê xwe bidin zimanê kurdî û divê zimanên dagirkeran ji nav komele û saziyên me bên derxistin. Divê di nav saziyên me de kurdî serdest be. Bi kurt û kurmancî di nav saziyên me de girîngiya ziman tune ye. Her wiha di nav malbatên me de jî hişmendiya çand, ziman,  dîrok û Kurdistanê tune ye. Divê saziyên me yên li Ewropayê wekî dibistanên çand, dîrok, erdnîgarî û zimanê kurdî bixebitin, lê mixabin niha ji vê pir dûr in. Li gorî baweriya min, ji ber van her sedeman nifşên nû ji saziyan dûr dikevin.

Li kîjan eyaletên Almanyayê dersên kurdî tên dayin?

Divê ez di serî de dest nîşan bikim ku min kar di dibistanên fermî yên Almanyayê de nekiriye, lewra bersiva vê pirsê li gel saziyên wekî yekitiya mamosteyên kurd e, lê dîsa jî bi qasî ez dizanim di rewşa niha de li 7 eyaletên Almanyayê dersên kurdî di dibistanan de bi awayekî fermî tên dayin. Bêguman ev ji bo zarok û malbatên kurd derfetek mezin e û divê em ji her hêlan ve ji vê derfetê baş sûd werbigirn. Her wiha li 9 eyaletan  jî dersên kurdî di dibistanan de nayên dayin. Li ser meselê eyaleta ez lê dimînim ango Baden-Wurttembergê dersên kurdî di dibistanan de nayê dayin. Lêbelê em dizanin ku di gellek sazî û dezgehên kurdan de bi awayekî dersên kurdî tên dayin.

* * *

‘Divê komeleyên me berpirsyariyên xwe bi cih bînin’

Niha kurseke me heye ku 9 zarok beşdar dibin. Di vê kursê de zarokên 6 heta 13 salî hene. Bêguman ev yek bi xwe re pirsgirêkan tîne ku hinek zarok nikarin bixwînin û binivîsin, hinek jî dikarin bixwînin û binivîsin. Lewra bivê nevê di dersan de zehmetî jî derdikevin. Bêguman ji ber ku zarok hindik in, em mecbûr man ku zarokan hemûyan bixin polekî. Pirsgirêka sereke ya li kursa me temenê zarokan cuda ye. Lewra ji bo zarokan materyalên cuda tên amadekirin û ders li gorî van cudahiyan tên dayîn. Profîla zarokan jî hev cuda ye ku hinek kurdî dizanin û hinek jî qet kurdî nizanin. Ji bo vê jî pêwistî bi enerjî û eforeke zêde heye. Her wiha fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî di civaka me ya Ewropayê de pir kêm e, ango nebûye çand. Lewra pêdiviyê bi xwendin û nivîsandina bi kurdî nabînin. Ji bo vê jî zarokên xwe beşdarî kursên nakin.

Kursên me li komeleyê pêk tên. Her rojên yekşemê du saetan ders tê dayin. Ders bi awayekî rêkûpêk pêk tên, lêbelê li komeleyên me ji hêla dersdayinê ve ne guncav in. Ango komeleyên me ji bo dersdayinê jî atmosfereke polan ava nakin. Ji kursî û maseyan heya odeyên dersdayinê, ne li gorî dersdayinê ne. Lewra divê komeleyên me di vê hêlê de berpirsiyariyên xwe bînin cih. Tevî hemû pirsgirêkan jî zarok di derheqê çand, ziman, muzîka kurdî û dîroka Kurdistanê de dibin xwedî agahî û di xwendin, nivîsandin û axaftinê de pêş dikevin.

Wekî mamoste ev 5 sal in ku li Almanyayê li komele û onlîne dersan didim. Lêbelê min li welat jî ji dema zanîngehê heya hatim Almanyayê dersên kurdî di bin banê Kurdî-Der, Malên Perwerdehiyê, dibistanên kurdî û saziyên cur bi cur de da.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.