
- Dewleta Îranê ya çend xanedan guhertin, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn mîna Komara Tirkiyeyê û Şahtiya Afgan di çarçoveya hesabên hegemonîk ên Ingilistanê de weke dewleteke netewe ya modern ji nû ve hat avakirin. Çawa ku bi M. Kemal re li hev kirin, di berdêla Îraneke mînîmal de desthilatdarî dan Riza Şah.
ABDULLAH ÖCALAN*
Ingilîstanê di vê demê de Komara Tirkiyeyê, Îran û Şahtiya Afgan a mînîmîze kirî, ji bo Rûsya Sovyetê di Başûr re nikaribe dakeve li ser riya wê weke dewletên netewe yên bi rola tampon radibin hûnandin û ava kirin. Wê ev qadên navbihurî nekirin rejîmên klasîk ên mêtingeh û ev ne ji bêhêzbûna wê bû, ji ber ku fikarên wê hebûn Rûsya Sovyetê belav bibe. Polîtîkaya dewletên tampon sîstemeke Ingilîz e ku ji serê sedsala 19. ve heta roja me ya îro bi awayekî giştî serketî hatiye pêkanîn. Xanedaniya Riza Şah bernameyeke modernîteyê ya welê meşand ku rêûresma çanda Îranê da aliyekî û teqlîda Rojava kir. Hewl dan wê weke rejîmeke peyk a pêşî Ingilistan, paşê DYE û heta ya Îsraîlê li ser piyan bigirin. Rengê dewleta peyk a dewletên netewe li Rojhilata Navîn bi awayekî herî eşkere bi Xanedaniya Pehlewî hatiye nîşandan. Ev dewletên bi hêza esker û polês li ser piyan hatin girtin, kengî hêza hegemonîk desteka xwe ji wan kişand di rojekê de hilweşiyan. Dawiya Xanedaniya Pehlewî jî bi vî awayî hatiye.
Şoreşa Îslamî ya Îranê sala 1979’an bi qasî ku siyasî bû, ewqasî jî şoreşeke çandî bû. Vê şoreşê hêza xwe bi tenê ji rêxistiniya ulemayên Şîî wernegirt; berevajî hêza xwe ya bingehîn ji çanda civakî ya gelê Îranê girt ku rehên wê xwe berdidin kûrahiya dîrokê. Şoreş di destpêkê de mîna Şoreşên Fransî, Rûs û Anatolyayê xwedî naverokeke neteweyî û demokratîk bû. Xwe disipart hevgirtineke berfireh a hêzên neteweyî û demokratîk. Ev hevgirtina neteweyî û demokratîk a ji piştgiriya kominîstan, ummetgirên Şîî û di serî de Kurd ji beşên din ên gelên welatparêz ên Îranî pêkhatî, xwediyên rastî yên serketinê bûn. Lê belê ulemaya Şîî û zumreya bazirgan a çîna navîn ku ji aliyê dîrokî û civakî ve di warê rêûresma rêveberiyê de bi hêz bûn, di demeke kin de hegemonya xwe ava kirin. Hevgirtiyên xwe yên din bi awayekî bêrehm pelixandin. Di Komara Tirkiyê ya salên 1920’î de pêvajoyeke bi heman rengî pêk hatibû. Herçiqasî ulemaya Şîî bingeha şoreşê ya neteweya demokratîk berevajî bike jî ji aliyê naverokê ve bi modernîteya kapîtalîst re li hev nedikir. Olîgarşiya Şîî xwest vê daneheva antî-kapîtalîst a maneya xwe ya dîrokî û çandî gelekî mezin bû, ji bo hebûna xwe rewa bike, li dijî hêzên hegemonîk ên sîstemê weke qertekê bi kar bîne. Hê jî hewl dide li ser vê bingehê bi kar bîne. Bi tevahî hewldana olîgarşiya Îranê ew e, dixwaze vê bingeha antî-modernîst (antî-kapîtalîst) li dijî hêzên hegemonîk ên Rojava weke sîlehekê bi kar bîne di tewazuna dewleta netewe ya Rojhilata Navîn de li statuyeke bi rûmet û erêkirî cih bigire.
Weke modernîteyeke cuda, ji aliyê cewherî ve ti nakokiya wê bi modernîteya kapîtalîst re tineye. Nakokiya wê ya bi sîstemê re ew e, mîna dewletên netewe yên Ereb û qonaxên yekemîn û duyemîn ên Komara Tirkiyeyê bi hesabên taktîk dixwaze ji sîstemê para herî zêde bi dest bixe, were erêkirin û destekkirin, di berdêla vê de jî bi heman rengî wê rê bide wan ku jê sûdê werbigirin û bi vî awayî heman encaman bi dest bixe. Di rêûresma Îranê de cihê bazarê girîng û bi hêz e. Li vir jî awayekî tîpîk ê bazirganiya bazarê heye. Li Îranê jî nakokî tam di vê nuqteyê de dest pê dike. Rêûresma çandî ya bi hêz olîgarşiyeke Şîa ya bi modernîteya kapîtalîst re lihevkirî qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şansa wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du modernîteyên alternatîf de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên Tirk û Ereb hat dîtin, ew ê bi hêsanî tesfiye nebe.
* Ev danehev ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Îranê ji parêznameyan ji alî Akademiya Zanista Civakî a Abdullah Ocalan hat berhevkirin.







