Koma Berxwedan destanek dirêj e

Nûçeyên Dosye

Duşem 20 Nîsan 2026 - 19:20

  • Hunermend Xelîl Xemgîn li ser çîroka Koma Berxwedan a ji destpêkê heta niha diyar kir ku tevî derfetên kêm ên wê demê, dîsa jî Koma Berxwedan xebatek bêhempa kir û got:"Çîroka min û ya Koma Berxwedan wekî destanekê dirêj e.  Ji bo min dibistana herî mezin a min xwendiye. Di warê pratîk, fikir, avakirina kesayetê û pêşketinê de."

ROZA METÎNA/AMED

Koma Berxwedan bi salên dirêj di warê çand û hunera Kurdî de xebatên giranbiha meşand. Lê piştre ji ber hinek astengî, qedexe û kêmderfetên wê demê navber hat dayin. Piştî Agirê Jiyan û Koma Amedê endamên Koma Berxwedan jî ragihandin ku ew ê vegerin ser dikê. Li Sankt Augustin a bajarê Kolna Elmanyayê resepsiyonek hat lidarxistin. Di vê resepsiyonê de hat ragihandin ku ew ê Koma Berxwedan dîsa bê zindîkirin û geşkirin. Li ser çîroka Koma Berxwedan her wiha li ser girîngiya azadî û şoreşa jinê hunermend Xelîl Xemgîn nirxandin kir.

Koma Berxwedan destanek dirêj e

Xelîl Xemgîn da zanîn ku Koma Berxwedan ji bo wî dewlendiyeke mezin e û wiha got:”Çîroka min û ya Koma Berxwedanê wekî destanekê dirêj e. 40 sal temenê wê heye. Ji bo min dibistana herî mezin a min xwendiye. Di warê pratîk, fikir, avakirina kesayetê û pêşketinê de. Pirahiya temenê min jî di nava xebatên Koma Berxwedan de derbas bûye. Koma Berxwedan di 1983’yan de li derveyî welat wekî projeyek Rêber Ocalan hat damezrandin. Bi taybet wê demê li Elmanyayê hat avakirin. Piştî du salan ez tevli Koma Berxwedan bûm. Di 1985’an de. Bi taybet wê demê Serok ez ji bo komê pêşniyar kiribû. Tevî derfetên kêm ên wê demê tevî wê demê civaka kurd jî ewqas li Ewropayê tunebû dîsa jî Koma Berxwedan xebate bêhempa kir.”

Xebatek hevpar hat kirin

Xelîl Xemgîn bi lêv kir ku di bin banê Koma Berxwedan de xebatên hevpar hatine meşandin û wiha pê de çû:”Koma Berxwedan ji bo çand û hunera Kurdî xwediyê stratejî û hedefekê bû. Ji bo pêşketinê û ji bo vejîna çand û hunera Kurdî, hewl dihat dayin bibe saziyeke mezin. Her wiha ji bo di binê sîwana xwe de hunermend û komên muzîkê jî pêş bixîne xebatên hevpar hatin meşandin. Di bin vî banî de li welatên cuda yên Ewropayê jî komên muzîkê yên cuda hatin avakirin. Li Fransa, Elmanya, Danîmarka, Hollanda û li gelek cihên dinê şaxên Koma Berxwedan hatin avakirin. Di daqa navneteweyî de gelek xebat hatin kirin. Festîval jî hatin lidarxistin. Her wiha bi vî rengî têkiliyên di qada navneteweyî de jî dihatin pêşxistin. Di warê entegrasyona bi civakên Ewropî re xebatên me baş dimeşiyan. Bi giştî hatibû astekê. Me orkestrayên senfonî diceribandin.”

Qedexeyê bandor li ser hunerê kir

Xelîl Xemgîn bal bir ser astengî û qedexên wê serdemê jî û wiha dewam kir:”Piştî 1993’yan şûnde jî li ser Kurdan pêvajoya krîmînalîzekirinê dest pê kir. Qedexeya sazî û rêxistinên kurdan, bi biryara NATO’yê qedexekirina PKK’ê bandorên mezin bi taybet li ser xebatên çand û hunerê kir. Heta 97-98’an jî qedexeyên mezin bûn wekî sendromekê. Vizyona xebatê bi vê re ketibû talûkeyê. Jixwe Huner Kom jî hat girtin. Koma Berxwedan jî di nava van qedexe û astengiyan de gelek rêgezên xwe winda kir. Êrişên herî mezin jî li ser van rêgezan hat kirin. Êriş li stratejiya wê hat kirin. Bi van êrişana xwestin îradeya Koma Berxwedan û Huner Komê bişkînin.”

Me ji bangê feyz girt

Xelîl Xemgîn bal bir ser avakirina ji nû de ya Koma Berxwedan û wiha got:”Bi taybet piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek tişt hatin guhertin. Wê demê em wekî endamên Koma Berxwedan bi însiyatîfa xwe hatin cem hevdu. Me xwest ku em bi îradeya xwe dest bi hemleyeke nû bikin. Me got wê ev helwest girîng be. Wê demê li ser esareta serokatiyê me berhemên nû derxistin. Di nava wê rewşa mij û dûman de me gavek avêt. Me xwest bi vê gavê em li hemberî komployê tiştekî bikin. Heta 2004-2005’an jî helwesta me wiha dewam kir. Dîsa mudaxele li hember vê komê çêdibûn. Piştre em mecbûr man me xebatên Koma Berxwedan dan rawestandin. Piştre jixwe di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştre manifestoya hat parvekirin me xwe tê de dît. Me jî got ji bo avakirinê tu carî wext ne dereng e. Me feyza xwe ji vê bangê girt. Em ketin nava hewldana avakirina ji nû de ya Koma Berxwedan. Em hatin gel hevdu me nîqaş kir. Xebatên Koma Berxwedan ji bo xebatên manewî û birdozî bûn. Bi vî rengî dîsa xebatan dest pê kirin. Li ser esasên tecrubeya xwe ya mezin me dîsa dest bi rêwitiya xwe kir. Me got em ê ji kêmasiyên xwe yên berê dersekê derxin û em ê karê xwe bikin. Hatina me ya gel hev hinekî zehmet bû lê belê me li berxwe da.”

Nêrîna azadiya jinê ji bo min girîng e

Xelîl Xemgîn her wiha li ser mijara azadiya jinê jî wiha got:”Nêrîna azadiya jinê ji bo min girîng e. Her wiha jinên di jiyana min de ji bo min bûne mînak jî hene. Zehmetiyên ku jinan kişandine min bi xwe jî dîtine. Dema ez zarok bûm ji dayika min bigire heta gundiyên me êşa jinan kişandine min dîtine. Loma ez di bin bandora vê yekê de jî mame. Loma bi taybet ez nêrîna azadiya jinê pir girîng dibînim.”

Naskirina jinên şoreşger

Xelîl Xemgîn da zanîn ew bi naskirina gelek jinên şoreşger re gelekî kêfxweş bûye û wiha got:”Di xebatên çandê de jî berpirsiyara me Şehîd Mizgîn bû. Gelek hevalên jin ên berpirsiyartî kirin hebûn. Loma dikarim bibêjim di rêwîtiya xwe ya şoreşê de min gelek kesayetên girîng nas kirin. Min gelek jinên şoreşger jî nas kirin. Di jiyana xwe de jî ez tim li aliyê jinê sekinî me. Tevî ku ez mêr im jî. Evîna şoreşgerî û welatheziyê bi naskirina jinên şoreşger re geştir dibû. Her wiha gelek jinên di nava gerîla de dema diaxivin rihê jina kurd felsefeya ‘Jiyan Jiyan Azadî’ nîşan didin. Dema diaxivin li gor min strana herî baş a Kurdî dibêjin. Ev di azadiya jinê de sembol e. Şoreşa jinê ev e.”

Pîvana jinê ji bo min wekhevî ye

Xelîl Xemgîn di heman demê de bal bir ser neheqiya ku di jiyana wî de li dayika wî hatiye kirin û wiha dewam kir:” Ez trajediyeke mezin di jiyana dayika xwe de jiyam. Bavê min li ber çavên min çû bi jineke dinê re zewicî. Ev travmaya bi salan ji ser me derbas nebû. Pîvana jinê ji bo min vekhevî ye. Wekheviya mirovan. Nêzîkatiya min ev e. Jin ne tenê dayik in ew sembola jiyanê ne. Ev helwesta min e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.