
- Aktivîsta TJA'yê Mizgîn Duruk bi lêv kir ku di 8'ê Adarê de jî jin li dijî pergala kapîtalîst li berxwe didin û wiha got:"Pergala kapîtalîst bi her awayî êrîșî jinan dike. Her tiştên ku aîdî jinê be tê hedefgirtin. Tundiya li ser jinan tenê birîna li ser laş nîne , ew birînek li ser dilê civakê ye. Loma li dijî vê yekê jin di 8'ê Adarê de jî têkoşînê didomînin."
ROZA METÎNA / AMED
Ji 8'ê Adarê re demeke kurt ma. Jin di sala 2026'an de jî bi çalakiyên curbecur bi têkoşîneke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin û li dijî hişmendiya baviksalarî li berxwe didin. Her çiqas êrişên piralî li ser jinan û civakê didomin jî lê belê jin jî li dijî vê yekê rêxistinbûyin û berxwedana xwe bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" xurtir dikin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mizgîn Duruk têkildarî 8'ê Adarê û êrişên piralî yên li ser jinan her wiha li dijî vê yekê têkoşîna berdewan a li qadan a jinan nirxandin kir.
Têkoşîna jinê wê cihanê azad bike
Mizgîn Duruk di destpêkê de bal bir ser dîroka 8'ê Adarê û wiha got:"8'ê Adarê, roja jinên serhildêr ên cihanê ye. Di sala 1857'an de li bajarê New Yorka Amerîkayê jinên kedkar û berxwedêr di febrîqeyê de kar dikin. Li hemberî rêveberiya febrîqeyê çalakiyek li dar dixin. Ji bo maeş, șert û mercên wan wekhev be. Polîsên ku mudaxeleyî wan dikin, agir berdidin fabrîqeyê û derî li ser wan serhildêran digirin û kilît dikin. Jinên berxweder jiyana xwe ji dest dan. 8'ê Adarê ji wê rojê şûn de wek sembola berxwedana jinên cihanê tê pêşwazîkirin. Ji wê rojê şûn de têkoşîna jinên kedkar xurttir berdewam dike. Îsal jî li çar alîyên cîhanê jin dadikevin kolanan ku daxwazên xwe yên ji bo azadî û wekheviyê bi dengekî bilindtir li hember şer û komkijiyên li dijî jinan tînin ziman. Jiyan bi berxwedan û têkoşîna rêxistinkirî encax bi rê ve biçe. Têkoşîna jinê wê cihanê azad bike."
Ziman qada berxwedanê ye
Mizgîn Duruk diyar kir ku ew ber bi 8'ê Adarê ve diçin lê belê êrişên piralî yên li dijî jinan dewam dikin û wiha pê de çû:"Niha êriş piralî ne. Yek ji êrişa herî mezin êrişa li ser zimanê dayikê ye jî. Zimanê dayikê, amûra jiyanê ya yekem e ku mirov tê de xwe nas dike. Di malê de, di nav têkîliyên zarok û dayikan de zimanê xwe hîn dibe. Lê dewletên dagirker dixwazin nasnameyek yekreng ava bikin. Her tiştên ku pirrengî û pirzimaniyê nîşan dide tê qelskirin. Jin jî wek sembola berxwedanê, di nav vê siyaseta kontrolê de dibin hedef. Bi destê jinê çi şîn bibe, pergala desthilatdariyê êrîşî wê dike. Lewma zimanê dayikê jî heman tiştî dijî. Li ser zimanê dayikê polîtîkayên asîmîlasyonê pir zêde û kûr tê meşandin. Zimanê civakî tê qedexekirin. Stranên te yên ku dengê wan ji nav dîrokê de diherike û civakbûyinê ava dike tê qedexekirin, di perwerdehiyê de nayê qebulkirin. Pir caran ziman tenê di nav saziyan de tê sînorkirin, jiyana mirov tê sînorkirin. Divê em zimanê dayikê wek qada berxwedanê bigirin dest. Ji ber ku parastina ziman, beşek ji têkoşîna azadiya jinê ye."
Jin di 8'ê Adarê de têkoşînê didomînin
Mizgîn Duruk bi lêv kir ku di 8'ê Adarê de jî jin li dijî pergala kapîtalîst li berxwe didin û wiha dewam kir:"Pergala kapîtalîst bi her awayî êrîșî jinan dike. Her tiştên ku aîdî jinê be tê hedefgirtin. Giyana wê, hestên wê, ramanên wê, lașê wê, keda wê… Dixwazin cîhana jinê tune bikin. Di cihanê de her roj her deqe destdirêjî li jinan tên kirin. Li cîhanê her roj jin tên kuştin. Li dijî vê yekê mêr bê ceza tên hiştin. Bêcezahiştin peyamek ji bo civakê ye jî. Sûcdar dema ku dibîne cezayek tune ye hestên mêrantiya sûcdar xurtir dibe. Teşwîqkirin çêdibe. Bêcezahiştin ne tesaduf e polîtik e. Tundiya li ser jinan tenê birîna li ser laş nîne , ew birînek li ser dilê civakê ye. Loma li dijî vê yekê jin di 8'ê Adarê de jî têkoşînê didomînin."
Bila xweza bê parastin
Mizgîn Duruk da zanîn yek ji daxwazên jinan ên di 8'ê Adarê de ew e ku dawî li talana xwezayê bê anîn, xweza bê parastin û wiha dewam kir:"Bi rastî jî êrîşên li ser jinan piralî ye û yek ji wan jî li ser xwezaya jinê ye. Bêriya pergala kapîtalîst, mîrovahiyê xweza zindî û pîroz didît. Xweza her tim wek dayikekê dihat destgirtin. Xweza mirovahiyê xwedî dike û diparêze lewma civak bi hișmendiya pîroz nêzîkî xwezayê dibû. Bi pêşengîya jinê re jinaneke komunal û wekhev hatibû avakirin. Yanî civak li ser pîvanên xwezayê ava bûbû. Civak û xweza ji hev cuda nedihat destgirtin. Serkeftiyên civakê, serkeftiyên xwezayê bû. Hişmendiya tehakkumê ya li ser axê tunebû. Bi pêşketina pergala kapîtalîst û kolekirina jinê re xweza jî kete bin desthilatdariyê. Bi hezaran sal in ku jin û xweza heman rewșê an qederê dijîn. Jin û xweza kokên sereke ne. Di dîrokê de jiyan bi hev du re xwedî kirine. Lewma êrișên li ser jin û xwezayê bi hev du re dimeșin. Xweza piştî ket destê deshilatdariya mêr şûn de bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ma. Ev jî bandorên direj û kûr li ser axê dike. Li hemberî vê yekê jin çiqas bikaribe têkiliya xwe û xwezayê xurtir bike û parastina xwe çiqas bi hêz bike, dikare evqas nêztir pergala kapîtalist hilweşîne."
Jina azad civaka azad e
Mizgîn Duruk herî dawî wiha got:"Hișmendiya serdest a mêr û pergala kapîtalist, birdozîya jinê, berxwedana wê û hemû destkeftiyên jinê ji bo xwe xetereyek mezin dibîne. Di her qadên jiyanê de jinên pêşeng, têkoşer, azadîxwaz û berxwedêr dike hedef û bi hincetên vala re wan digire. Ji ber ku dizanin heke jin azad be, civak jî dê azad be. Heke jin azad nebe civak jî azad nabe. Pîvanên azadîya civakê li ser bingeha azadiya jinê ye. Civak û jin nikarin ji hev cuda bên pênasekirin. Dema li civakekê jin têne astengkirin, her tişt li civakê asteng dibe. Hișmendiya civakî, aborî, siyasî hema bibêje pêşeroj tê astengkirin. Civakek azad a polîtik û exleqî namîne. Civaka demokratîk bi azadiya jinê re pêkan e. Li hemberî pergala kapîtalist, bi Jin Jiyan Azadî re civakek exlaqî û polîtik dê were avakirin. Ev gotin şêwaza jiyanê û civaka demokratîk îfade dike. Di vî warî de careke din 8'ê Adarê roja jinên berxwedêr em bi têkoşîneke mezin pêşwazî dikin."















