Ya hedef hat girtin azadiya jinan e
Şemî 7 Sibat 2026 - 03:50

Parêzera TJA’yê Ruşen Seydaoglûyê diyar kir ku êrişên li ser Rojava di serî de azadiya jinan û destkeftiyên civakî yên ku jinan bi dest xistine hedef digirin. Rûşen Seydaoglûyê destnîşan kir ku modela jiyana rizgariya jinan, demokratîk û ekolojîk a li Rojava hatiye avakirin demeke dirêj e di bin êrişên sîstematîk de ye û got ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, di heman demê de îdeolojîk û siyasî ne jî. Rûşen Seydaoglûyê bi bîr xist ku Şoreşa Rojava 11 sal berê di bin pêşengiya jinan de pêş ket û diyar kir ku jinan bi rêya meclis, komun, Jinwar û avaniyên bi vî rengî jiyaneke azad û wekhev pêk anîne. Êrişên îro li dijî vê pergala ku navenda wê jin e û hêza jinan di qada civakî de ne.
Rûşen Seydaoglûyê diyar kir ku jin ne tenê divê bibin aktorên avakirina şoreşê, di heman demê de divê bibin aktorên ku li hember êrişan li ber xwe didin jî. Rûşen Seydaoglûyê got ku berxwedana li Rojava li her çar beşên Kurdistanê û li herêmên cuda yên cîhanê deng vedide û got ku ev têkoşîn xeta berxwedanê ya hevpar li dijî polîtîkayên dewleta netew pêk tîne. Rûşen Seydaoglûyê diyar kir ku jin îro li Rojava dîrokeke berxwedanê dinivîsin û bal kişand ser girîngiya avakirina hevgirtina navneteweyî bi femînîst, sosyalîst û hêzên demokratîk re. Rûşen Seydaoglûyê destnîşan kir ku ev têkoşîn ku li ser bingeha rizgariya jinan radibe, alternatîfeke civakî ya bihêz ji bo paşerojê pêşkêş dike.
MA/HEVAL ONKOL













