
- Hinek jin hene, di dîrokê de bi parêzvaniya mafên mirovan, bi têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad her tim li berxwe dane. Ida B. Wells jî yek ji jinên berxwedêr e. Ew xwediyê jiyaneke balkêş e. Hem jî xwediyê roleke girîng e.
Di dîrokê de reşik her tim bi cudahiyê rû bi rû mane. Her wiha koletî her li wan hatine ferzkirin. Ida B. Wells jî di sala 1862'yan de li Holly Springs, di nav koletiyê de, li zeviyekî biçûk ji dayik bû. Wek rojnamevaneke reşik a pêşeng û jineke pêşeng, Ida B. Wells parêzvaniya xwe ji bo gelê xwe û rola xwe ya wekî rojnamevanek bi hev ve girêdayî didît. Rola rojnamegeriya wê û parêzvaniya wê ya ji bo mirovan şopeke mezin di rûpelên dîrokê de hişt.
Çîrokeke jiyanê ya Ida B. Wells a balkêş heye. Ji zarokatiyê de têkoşîna wê dest pê kiriye. Ida B. Wells ji ber virusa sarihumma sêwî dimîne. Jiyana Ida B. Wells ji ber nexweşîyeke kujer û bi lez belav dibû bi tevahî diguhere. Ev ji bo Ida B. Wells, ku ligel xwişk û birayên xwe sêwî ma, trajediyek e. Tevî ku ew jineke ciwan bû jî, bi biryar bû ku malbata xwe ya mayî biparêze û zanîngeh terikand da ku wekî mamosteyekê kar bibîne û debara wan bike. Têkoşîna jiyanê ji bo wê zû dest pê dike. Dibe ku ji ber vî hawî jî hêza wê hîn zêde bûye û vê yekê bandor lê kiribe.
Ida B. Wells di heman demê de bi pênûsa xwe jî têkoşîna xwe pêş xistiye. Li dijî neheqiyê nikaribû bêdeng bimîne. Dema ku mamostetî dikir dest bi nivîsandina li ser mafên sivîl kir, bi karanîna navekî mahlas ê Lola gotarên xwe li ser cudakariya Jim Crow weşand. Wê lînçbûyina reşikan anî ziman. Wê dixwest Emerîkayên reşik hemwelatiya tam bigirin. Wê dixwest reşik bi zagonan jî bên parastin. Ji bo vê jî li berxwe dida.
Ji bo rastiyan derxe holê jî li berxwe da. Ew ji bo rojnameya New York Age ya Afro-Emerikan jî xebitiye. Li gor hinek jêderkan Ida B. Wells di dosyayên FBI'yê de wekî 'provakatoreke talûke ya reşik' derbas dibe. Ji ber têkoşîna xwe ew her tim dibe hedef. Wekî gefekê tê dîtin. Ida B. Wells a di 1931'ê de jiyana xwe ji dest da li dû xwe bîranînek têkoşînê hişt.
NAVENDA NÛÇEYAN







