
- Jineolojî yek ji qada serhildanê ya jinan e. Ev qad hêz û wekheviya di navbera civakan de jî nîşan dide. Li ser vê bingehê, li ser bingeheke zanistî Jineolojî hat avakirin û rêya heqîqetê şanî civakê da.
Bi zanista Jineolojiyê jinan xwe pêş xist. Vê pêşketinê bandor li ser jinên li qada navneteweyî jî kir. Xebatên jinên kurd ên Jineolojiyê feyzek giranbiha da jinên cîhanê. Bi bandora raman û ramanên jineolojiyê pêşxistin, li Îtalya, Skotland û Fransayê civakên jinan ava bûn. Bi taybetî van civakan li ser rêxistinkirina civakî ya jiyanê, aboriyê û perwerdehiya zarokan nîqaş kirin. Di heman demê de, avakirina komên etnîkî li Ewropayê wekheviya zayendî û dostaniya jinan pêş xist, bandor li ser hemî jinan hem di nav malbatê de û hem jî di warê siyasî de kir. Em van pêşketinan nikarin ji nedîtî ve bibînin. Jinên cîhanê eleqeyek mezin nîşanî Jineolojiyê dan. Ev eleqeya jî bû sedema nîşandana bandoreke mezin.
Jineolojî di bingeha xwe de wekheviyê, edalet û demokrasiyê diparêze. Exlaqê civakê diparêze. Vê yekê jî tu bibêjî nebêjî bala jinên cîhanê kişand. Her wiha li gelek cihên cîhanê kampên Jineolojiyê de jî hatin avakirin. Jinan di van kampan da nîqaşên xwe dan meşandin û hêz ji hevdu girtin. Her wiha bi şoreşa jinên Rojava re, ku di medyaya navneteweyî de belav bû, tevgera azadiya jinên Kurd bala jinên li çaraliyê cîhanê kişand. Rewşa siyasî ya wê serdemê tevgerên civakî û lêgerîna alternatîfên ji bo pergala kapîtalîst nîşan da. Ev yek bû sedem ku bi hezaran jin ji welat û rastiyên civakî yên cuda ji hêza manewî û rêxistinî ya jinên Kurd bi bandor bibin û tevlî tevgera jinên Kurd a li çaraliyê cîhanê bibin. Di sala 2017'an de, bi damezrandina Akademiya Jineolojiyê li Rojava, Navenda Jineolojiyê li Brukselê û konferans û kampên perwerdeyê li Ewropa û Abya Yala (Emerîkaya Latîn) bi rêya Enstîtuya Andrea Wolf, pêvajoya danasîna bingehên Jineolojiyê û damezrandina wê li derveyî Rojhilata Navîn dest pê kir. Ji wê demê ve, Akademiya Jineolojiyê beşdarîyek dîrokî di tevgera jinan a gerdûnî de kiriye û di avakirina tevgera jinan a enternasyonalîst a sedsala 21'ê de rolek girîng lîstiye. Tevgera jinan a enternasyonalîst berê xwe dane zanista Jineolojiyê û meraq kirine. Ji ber ku Jineolojî di heman demê de têkoşîneke li dijî zihniyeta baviksalar e. Vê zihniyetê her tim jin tune hesiband û li ser keda jinan rûnişt. Jin jî li dijî vê yekê li dora Jineolojiyê bûn yek.
Jineolojî li dijî faşîzmê li dijî yekperestiyê şêwazeke têkoşînê ye. Ev şêwaza têkoşînê ji aliyê jinên kurd ve hat pêşxistin. Li dijî dagirkeran rola jinan derxist pêş. Zanista Jineolojiyê her tim li gel jinên hatine çewisandin sekinî. Keda kolektîf parast. Akademiya Jineolojiyê li seranserê cîhanê qadeke nû ya lêkolînê da destpêkirin. Tevgera jinên Kurd, ji aliyekî ve, li ser bingeha zanist, bîrdozî û ezmûnê bersivên pir baş dane lêgerîna jinên cîhanê ya ji bo azadiyê. Ji aliyê din ve, wê bi tevgerên civakî û akademîk ên li çaraliyê cîhanê re nîqaşên nû afirand. Pêşketina rêbazên Jineolojiyê rêya rizgariyê ji jinan re vekir. Di warê lêkolînê de feyzek da jinan. Lêkolînên Jineolojiyê bandor li ser jinan kiriye ku şêweyê jiyana wan biguherînin. Her wiha xwe ji zihniyeta baviksalar bikaribe rizgar bike.
Bawerî bingeha jiyaneke baş ava dike. Jiyan û rêbazên zanistî yên Jineolojiyê hêviyê didin mirovan. Bi vî awayî hêza Jineolojiyê derdikeve holê. Ji bo pêşxistina têkoşîna azadiyê û avakirina yekîtîya jinan a li ser bingeha cihêrengiyê, Jineolojî cihekî girîng digire. Ev cihêrengî tiştekî xwezayî ye. Jineolojî dema wekî şêwazeke têkoşînê bê hilbijartin di heman demê de wê rêxistinbûyina civakî jî xurt bike. Wê fikir û ramanê civakî jî pêş bixe. Loma hatina gel hev a li dora Jineolojiyê jiyanî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







