
- Li her herêmeke kurdan taybetmendî û dewlemendiyeke wê ya cuda heye. Yek ji tiştên taybet jî Xalîçeya Kurdî ye. Ev mînakeke dîrokî ye û bi hunera destên jinan tê honandin.
Gelek caran alavên wekî taybetmendiyên kurdan dertên pêş ne tenê wekî alavekê ye. Ew wekî bîreke kûr e. Xalîçeya Kurdî (berik) ne tenê dekoreke, belgeyek zindî ya dîrokê ye. Xalîçeya Kurdî keda destên jinan di nava xwe de vedihewîne. Xalîçeya Kurdî li her çar beşên Kurdistanê li gor erdnîgarî û şêwazê jiyanê şêwazên cuda wergirtiye. Ev di heman demê de jiyana gelekî jî radixîne pêş çavan. Hem bîranîn hem jî hunerekê di nava xwe de vedihewîne.
Xalîçeya Kurdî eynika çîroka gelekî ye. Tenê wekî alavekê em nikarin bigirin dest. Di jêr destên jinên Kurd de û di nav malên çiyayî de, xalîçeya Kurdî di nava çend hezar salan de bûye parçeyek ji nasnameya çandî ya Kurdistanê. Hunereke ku ne tenê ji bo xemlandina malê bûye, lê belê çîroka jiyan, xweza û kevneşopiyên gelekî jî bi xwe re hilgirtiye. Ev kevneşopî piştî salên dirêj jî dewam kiriye.
Li ser axa Kurdistanê gelek bûyer û geşedanên girîng qewimîne. Wekî strana eşqê ya ewil, wekî reformên civakî yên ewil, wekî pêşgotina ewil. Her wiha li gor dîroknasan bingeha çêkirina xalîçeyan ji Kurdistanê dest pêkiriye. Ji ber ku jiyana li çiyayan pêwîstî bi xalîçeyek bihêz û germ heye. Ji ber vê jî jinên Kurd bi destên xwe dest bi çêkirina xalîçeyan kirine û piştre bûye beşek giring a ji dîrok û çanda Kurdî. Piştre bi cureyên xwe pêş ketiye. Heta roja me ya îro jî hatiye.
Hinek bajar hene û di warê xalîçeyan de li pêş in. Bajarên Sine, Kirmaşan, Mukiryan, Colemêrg, Silêmanî, Hewlêr û Mehabad wek navendên çêkirina xalîçeyan hatine naskirin. Bi taybetî xalîçeyên Sine ji ber nexş, nermî û ciwaniya xwe li cîhanê navdar in. Di sedsalên berê de xalîçeyên Kurdî li bazarên Rojhilata Navîn xwediyê cihekî taybet bûn. Heta bi nexşên li ser xwe gelek wateyan di xwe de hildigire. Ev jî wateyê li jiyanê jî bar dike. Bi rêya bazirganan ji bo Îranê, Şam, Tirkiye û heta Ewropayê jî dihatin şandin. Niha jî tevî guhertinên şêwazê jiyanê û pêşketina berhemên pîşesaziyê, lê xalîçeya Kurdî hîna jî wek sembolek çandî û hunerî parastiye. Hunereke ku dîroka Kurdistanê di nava her reng û nexşeyek wê de cihê xwe digire. Ev huner di dîrokê de bûye wekî sembolekê. Ev sembol her wiha bîranîneke giranbiha ye.
Di pêşketina vê hunerê de rola jinan gelekî girîng e. Ev roleke taybet e. Li herêmên çiyayî yên Kurdistanê, ji ber jiyana sewalkariyê û mêrgên dewlemend, şêwazên herî pêşîn ên ristin û çinînê serî hildan û piştre bûn bingeha xalîçeya Kurdî. Di nav vê pêvajoyê de, jinê roleke sereke lîstiye. Ji paqijkirina hiriya mihan û ristina davan, heta amadekirina rengên xwezayî bi pel û koka ruwekên kovî û honandina xalîçeyên li pişt tevnan. Di Xalîçeya Kurdî de ked, hest, nêrîna jinên Kurd hene. Ev ked û hest di nexşên li ser xalîçeyan de jî derketine holê. Xalîçeya Kurdî bêtir bi girêya cot tê rêsandin, ku ev sedema qayîmî û mayîndebûna xalîçeyan e. Nexşên wan jî wekî neynika xweza û jiyana Kurdan e; kulîlk, masî, balinde û çiyayên Zagrosê di nav reng û nîgaran de xuya dibin. Ev neynik û xwezaya Kurdan îro bi cureyên dinê yên xalîçeyan derketiye ser rûyê erdê. Di xwe de dîrok û bîranînek kûr veşartî hişiye. Ew wate û hêviyeke jî.
Xalîçeya Colemêrgê
Hinek xalîçe eynika wê herêmê ne. Bi taybet ên bi destan û kedeke mezin tên çêkirin. Wekî mînak em dikarin Xalîçeya Colemêrgê jî nîşan bidin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Sazîya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê ve hatibû belavkirin de wiha hatibû gotin:”Xalîçeya Colemergê û nîgarên wek canbezar, sehvanî, gûlsarya, herkî, samarî, lûleper, sîmkûbîk, cîlgûl, gûlhezar, halîtbey, keskener, sîne, gulçîn, gulsîvan û hevçeker tên çêkirin hat tescilkirin ku xasî Colemergê ye. Hejmara berhemên ku li ser bajêr hatine tescîlkirin derket 9’an."
Van mînakana tenê jê çend heb in. Lê belê mînak û dîroka xalîçeyên kurdî elbet bi van ne sînordar in.
NAVENDA NÛÇEYAN







