Kesayeta xurt a jin: Adile Xanî Jaff

Nûçeyên Jin

În 26 Hezîran 2026 - 15:00

  • Ji dîrokê heta niha gelek jinên Kurd bi behreyên xwe yên cuda navê xwe di dîrokê de dane nivîsandin. Yek ji van jinên bi sekin û behreya xwe navê xwe di dîrokê de daye nivîsandin Adile Xanî Jaff e.

 

Adile Xanî Jaff di sala 1847'an de li bajarê Sanandajê, ku duyemîn bajarê herî mezin ê Rojhilatê ye, ji dayik dibe. Eşîra Jaff mezintirîn eşîra Kurdistanê ye û xwecihê devera Zagrosê ye ku di navbera Îran û Iraqê de hatiye dabeşkirin. Adile Xanî Jaff ji malbata Sahibqeran a arîstokrat a navdar bû, ku bi serokên eşîrên Jaff re zewicî. Adile Xanî Jaff e li deşta Şarezorê bandoreke mezin di kar û barên eşîra Jaff de kir. Bavê wê wezîrê mezin ê Faris bû û mamên wê jî wezîrên mezin ên Împaratoriya Osmanî û Erebistana Siûdî bûn.

Adîle Xanim 15 salan bi tena serê xwe li Helebçeyê hikûm kir. Di dema hikûmdariya xwe de, Helebçeyê pêşkeftineke girîng a çandî û aborî bi dest xist. Adîle Xanim yekem seroka eşîrê jin bû ku bi nûnera siyasî ya Brîtanî Soane re danûstandinên dîplomatîk kir û peymanek îmze kir ku hin maf ji bo eşîra xwe misoger kir.

Ev jina hêja bi kesayet û sekna xwe ya xurt derket pêş. Ger ne wiha bûya nikaribû ewqas serkeftin bi dest bixe. Ev serketin di heman demê de ya civakê bû. Jinên wiha di dîrokê de hêviyekê jî ji bo civakê ava dikin û dibin mînakên baş. Ji ber ku serkeftin di her kêliyên jiyanê de pêwist e loma jî ev taybetmendiyeke girîng e.

Adîle Xanim 15 salan bi tena serê xwe Helebçeyê birêve bir. Di dema serweriya wê de, şert û mercên jiyanê baştir bûn, pêşketinên çandî çêbûn û aborî gihîşt astek geşbûnê. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, wê jiyana gelek leşkerên Brîtanî rizgar kir û ji fermandarê Brîtanî yê li herêmê madalyaya "Xan Bahadur" (ku tê wateya "prenseseke qehreman") qezenc kir. Adîle Xanim yekem seroka eşîrê jin bû ku bi nûnerê siyasî yê Brîtanî Ely Bannister Soane re danûstandinên dîplomatîk kir û peymanek îmze kir ku hin mafan ji bo eşîra xwe misoger dike.

Jinên Kurd bi serkeftinên xwe di qada navneteweyî de, di pirtûkan de jî navê wan derbas bûne. Ew hêjayî pesindayinê hatine dîtin. Ew bûne yek ji stûnên sereke yên têkoşînê. Adile Xanî Jaff li dijî desthildariya mêr, li dijî qalibên civakî, li dijî destdirêjiya li hemberî mafên jinan jî sekneke nîşan daye. Ev sekna wê jê re bû nasnameyek.

Di pirtûka xwe ya bi navê “To Mesopotamia and Kurdistan Disguise” de, serdar Soane çavdêriya xwe ya li ser Adile Xanim wiha anî ziman:

"Ew di warê hêza xwe de û her weha şiyana xwe ya rastîn a bikaranîna çekan de di civaka Îslamî de bêhempa bû. Ji ber ku vê jina Kurd karîbû gundê di bin kontrola xwe de (Helebce) veguherîne bajarekî. Wê zeviyek bêber li kêleka girekî çandibû, ew veguherandibû rez û baxçeyên kesk. Çalakiyên wê yên pêşkeftin û avakirinê dişibiyan vejîna dewletek kevnar a li herêmê."

Dîroknasê Kurd Mihemed Emîn Zekî Beg di nivîsek xwe de behsa hişyarî û bandora Adîle Xanim ya li ser hevserê wê, eşîr û navçeyê dike. Li gorî Zekî Beg Adîle Xanim di warê şaristanî, avahîsazî, karên fermî û civakî de karek baş û bi bandor kiriye.

Di heman demê de kar û xebatên jin bi xwe dikin ji bo wan dibe wekî nasnameyekê û ji bo wan dibe wekî destkeftiyeke mezin. Her wiha rêya civakê ronî dike û dibe destkeftiyeke civakî jî.

Adîle Xanimê gelek ji avakirin, pêşxisitina zanist û xwendinê hez dikir. Ji bona wê li Helebce bazarek û çend avahiyekî mezin çêkir ku hinek ji karên wê yên herî giring ev bûn:

*Dadgeheke serbixwe û taybet avakir û wê bixwe hemû karên wê birêve dibir. Hemû pirsgirêk û nakokî li cem wê dihatin çareserkirin. Hemû zilam û kesayatên olî ku ji aliyê Osmaniyan ve dihatin erkdarkirin bêy biryara Adîle Xanim nedikarin tiştek bikin.

*Sê qesrên mezin ên mîna qesrên Sine ava kir ku wekî wan qesran li Silêmanî nebûn.

*Girtîgehek nû li Helebce çêkir.

*Bazarek qeyserî bi tolan çêkir, tê de 54 dikan hebûn.

*Rolek baş di rêvebirina şaredariya bajêr de hebû.

*Mizgeftek bi navê Xanim ava kir hemû xerciyên wê xist ser xwe.

*Karî ku yekitiya nava Eşîreta Caf biparêze û bi jêhatina xwe destwerdanên Tirkan kêm bike.

Ji Hêza Seferê ya Brîtanî û karmenda rêveberiya siyasî Cecile J. Edmondsku bi Adile Xanim re hevdîtin pêk anî, paşê di pirtûka xwe de bi heyranî behsa wê kir û jê re got "şahbanûya bêtac a herêma Şarezûr". Di nav kesên ku pê re hevdîtin pêk anîn de kurdolog û dîplomatê Kurd ê Rûsî Vladimir Minorsky jî hebû. Hevdîtina wan di sala 1913'an de li Helebçeyê pêk hat. Adile Xanim di 11'ê Nîsana 1924'an de, di 65 saliya xwe de li Helebçeyê koça dawî kir. Cenazeyê Adîle Xanim li Goristana Ebabelê a li Helebceyê tê veşartin. Di sala 2014’an de li Baxê Giştî a Helebceyê peykerê wê tê çêkirin.

Jinên Kurd ên mîna Adile Xanim her tim ala serhildan û berxwedanê hilgirtine û parastina nirxên civakî kirine. Wê mîrateyek têkoşînê ya bihêz li pey xwe hişt.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.