
- Peykersaz Alexandros Sako ku niha li Qibrisê dijî ji bo Dayika Berfo peykerekî çêkir. Dayika Berfo yek ji dayikê şemiyê bû ku bi salan da pey şopa kurê xwe Cemîl Kirbayir. Dayika Berfo di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest dabû.
FIRAZ BARAN
Peykersaz Alexandros Sako, peykerê Dayika Berfo çêkiriye. Sako, ji Markazê (Pazarcik) ye û li Başûrê Qibrisê dijî.
Peyker, rûyê jinekê nîşan dide ku Dayika Berfo temsîl dike. Gelek fîgurên mirovan li ser wê hatine xêzkirin. Peykersaz Sako bersiv da pirsên me û got: "Dayika Berfo dilşikestî ye. Kesên li ser peykerê windayan temsîl dikin. Ew dixwazin Dayika Berfo hembêz bikin û hêz û aramiyê pêdin. Dayika Berfo jî hemû windayan wekî zarokên xwe dibîne û wan hembêz dike."
Dewleta Tirk di sala 1974an welatê Qibrisê dagirkir. Wê salê 1619 Yewnan winda bûn. Dayîk û xizmên windayan dest bi lêgerîna zarokên xwe kirin. Hetanî îro cenazeyê 662 windayan dîtin û wan bi merasîmên taybet li Başûrê Qibrisê veşartin.
Du xelk û heman çarenûs
Alexandros Sako ji bo windayên Yewnan gelek peyker afirandiye. Îro gelek dêr, meydan, gund, bajar û muzeyan peykerên Sako hene. Sako li ser çîroka afirandina peykerê "Dayika Berfo" û windayên Yewnan û Kurd axivî û got: “Li Qibrisê jî Malbatên Windayan hene. Wek hûn jî dizanin di vê mijarê de min gelek peyker çêkiriye. Dema ku min li çîroka Dayika Berfo guhdarî kir, di dilê xwe de min kêmasiyek hîs kir. Gelê min jî heman çarenûsa Yewnaniyên Qibrisê jiyan kiriye. Dewleta Tirk gelek mirovên Kurd winda kiriye. Lê min tu carî peykerek li ser Kurdên winda çênekiriye.
Beriya du hefteyan ez ketim nava hîsekî wisa û min dest bi çêkirina peykera Dayika Berfo kir. Ez di nava hefteyê de wekî mekanîka erebeyan dixebitim. Piştî kar ez dihatim mal û ji bo Dayika Berfo li ser peykerê xebitîm û dîsa dawiya hefteyê jî ez xebitîm. Şikir ji Xwedê re, min roja 13.06.2026 qedand. Niha dilê min hinekî aram e. Lê ez bêdeng im û windayan difikirim. Ez Dayika Berfo bi rêzdarî bibîr tînim."
Dayika Berfo kî ye?
Kurê Dayika Berfo, Cemîl Kırbayır di 13ê Îlona 1980an de ji mala wan a li navçeya Göle ya Erdexanê hatiye binçavkirin. Malbatê heya îro tu agahî jê negirtiye. Dayika Berfo jiyana xwe ji bo fêrbûna çarenûsa kurê xwe daye lêgerîna edaletê û bûye yek ji sembolên Dayikên Şemiyê (têkoşîna dîtina kesên ku di binçavan de winda bûne). Wê, bi salan xaniyê xwe ji nû ve boyax nekiriye, ji tirsa ku "rojekê kurê wê vegere û mala xwe nebîne." Dayika Berfo, di sala 2013an de di 106 saliya xwe de koça dawî kiriye.











