
- Li bajarê Hannoverê konsereke mezin tê lidarxistin. Ew ê di konserê de 12 hunermend hebin û stranên heyî bi aranjeyên nû bixwînin. Her wiha ew ê orkestrayeke mezin ku ji 40 kesî pêk tê jî hazir be li ser dikê.
FIRAZ BARAN/KOLN
Sibê yanî di 19’ê Berfanbarê de, li bajarê Hannover yê Almanyayê konserek mezin tê lidarxistin. Di konsêra bi navê "Resîtala Netewî" de 12 hunermend û orkestrayeke mezin tevî koroyê derdikeve ser dikê. Konsêr ji aliyê Tevgera Çanda Kurd a Ewrûpayê û Art Records ve tê organîzekirin.
Konsêr li Kuppelsaal, saet 20:00 de dest pê dike. Her hunermendê dê du stran bibêje. Hunermendên ku ew ê derkevin ser sehneyê ev in: Şehrîbana Kurdî, Yalda Abbasî, Chopy, Bermal Çem, Gülseven Medar, Xêro Abbas, Hesen Şerîf, Blind Îbrahîm, Mehmet Akbaş, Mehmet Atlı, Azad Bedran û Dodan.
Erdem Altınses ku ew ê konserê de orkestrayê bi rêve bibe, 26 stranan aranje kiriye. Yanî wî van stranan ji nûve şirove kiriye. Tenê ji bo aranjmanan mehek û nîv xebitiye.
‘Bi orkestrayeke bi hêz em ê li ser dikê bin’
Erdem Altınses wiha behsa orkestrayê kir; "Orkestraya me ji 40 kesî pêk tê. Her wiha enstrûmanên cûda jî hene. Bi giştî ew ê 26 stran werin gotin. Hilbijartina stranan ji aliyê hunermendan û Kerem Çelik ve çû serî. Min jî hemû stranan adapteyî vê projeyê û orkestrayê kir. Min hin tiştên nû jî li van stranan zêde kir. Piştî xebata mehek û nîvê min hemû notayan ji nûve derxist û ji orkestrayê re şand. Hunermend jî li ser xebitîn û piştî xebatên xwe yên kesane bi dawî kirin vê carê me bi awayekî komî dest bi provayan kir. Hemû hunermend bi baldarî û hestiyarî nêzîkî projeyê bûn.”
Hewldana afirandina hormoniyekê
Altınses, da zanîn ku dengê muzîka Rojhilat û Rojavayî bi hevre hûnandiye û muzîkeke bi ekl derxistine holê û bi vî awayî dewam kir; “Em pir nêzîk in. Her kes heye û em hewl didin ku harmoniyekê biafirînin. Zimanê stranan Kurdî ye lê muzîkjenên di orkestrayê de ji welatên cuda tên. Ji Almanyayê, Çînê, Fransayê, Belçîkayê, Îngiltere, Holandayê hwd... Di heman demê de koroya me jî rengîn e. Di koroyê de hevalên ji Amed û Stenbolê hatine jî hene. Em ê bi orkestrayeke bi hêz derkevin ser sehneyê. Dema ku ez hildiberînim û dinivîsim, gelek tiştan xeyal dikim. Dengbêj, temaşevan, orkestra, nûans...Gava van tiştan hemûyan bi hevre difikirim dibînim ku me tiştekî baş kiriye. Hêvî dikim ku herkes bi kêfxweşî were resîtala neteweyî."
Ji 4 parçeyan 12 hunermend
Alî Guler, ku koordinatorê "Resîtala Netewî" ye, van agahiyan parve kir: "12 hunermend ji çar perçeyên Kurdistanê, hem stranên kurmancî, hem dimilî û hem jî soranî dibêjin. Tîmeke bihêz derket. Nêzîkî 100 kes ji bo vê projeyê xebitîn. Di meha Sibat-Adar a vê salê de xebatên amadekarîyên pêşî dest pê kirin. Pêşî konsept derket holê. Paşê hate xurtkirin û niha gihîştiye forma xwe. Projeyek pir girîng derket holê. Bi beşdariya hunermendên bihêz û orkestrayeke profesyonel, yekseriyeke pir xweş dê hebe."
Li ser pirsa “Ew ê li Hannoverê konsêrên nû yên bi vê formatê çêbibin?” Alî Guler got ku niha ew bersivên pir baş digirin, gel li vê çalakiyê xwedî derdikeve û pirsa me wiha bersivand; "Ev ji bo me motîvasyoneke mezin e. Konsêra Hannoverê dê bingeh û referanseke mezin ji bo konsêrên nû biafirîne. Ji ber vê yekê, di demên pêş de em plan dikin ku di herêmên cuda û bi vê şêweyê û konseptên cuda konseran organîze bikin."
‘Bi notayên balkêş stranan xweşiktir kiriye’
15 muzîsyenên di orkestrayê de li bajarê Kolnê dijîn. Nûrê Dilovanî yek ji wan e. Kemanîst û mamosteyê muzîkê ye û di vê projeyê de wekî kemanîsta yekem cih digire. Nûrê Dilovanî got; "Ji bo ku ez di vê projeyê de cih digirim, pir kêfxweş im. Erdem Altınses 26 starnan ji nûve aranje kir. Stranên ku em nas dikin jî bi notayên balkêş xweştir kiriye. Dema ku ez li rûyê hevalên di orkestrayê de dinêrim, fêm dikim ku wan jî ji projeyê pir hez kiriye."
Nûrê Dilovanî da zanîn ku muzîsyenên ji cîhanên cuda hatine cem hev û wiha bang li temaşevanên muzîkê kir; “Konsereke balkêş li benda we ye. Di 19ê Berfanbarê de em ê li Hannoverê bin. Ez ê jî cara yekem li Kuppelsaal kemanê dijenînim. Salonek taybet e. Muzîkên taybet in û em jî bi amadekarîyek taybet dê li ser sehneyê bin. Belkî em li ser sahneyê xuya dibin. Lê li pişt sahneyê jî gelek mirov hewl didin. Ji ber vê yekê ew ê şeveke xweş be. Ez bawer im ku mirovên me dê bên û salonê tijî bikin."
‘Ev konser bersiveke ji bo pêvajoyê’
Ji destpêkê ve yek ji kesên ku di organîzekirina konsêrê de cih digire, endamê Tevgera Çanda Kurd a Ewropayê Sinan Asya ye. Asya got ku dema konsept tê amadekirin, çar perçeyên Kurdistanê wekî esas hatine girtin. Sinan Asya da zanîn ku wan cih daye hemû zaravayên Kurdî û got; "Ev konsêr yekîtiya hunera şoreşger û rawestgeha kurdewar sembolîze dike. Serokatî pêvajoyek da dest pê kirin. Em jî dixwazin bersivê bidin vê pêvajoyê. Girîng e ku civaka me bi hemû rengên xwe bicive. 12 hunermendên cuda stranên xwe dibêjin. Ev hunermend di muzîka Kurdî de kesayetên bi tesîr in. Niha jî hemû li ser sehneyekê ne da ku ji bo yekîtiyê stranên xwe bibêjin. Em vê yekê pirr bi qîmet dibînin.”
Ev konsêr dê li bajarên din jî pêk werin
Sinan Asya sedema hilbijartina Hannoverê ji bo konsêrê jî wiha şirovekir: "Em armanc dikin ku di heft bajarên cuda yên Ewropayê de konsêrên mezin ên wekî vê lidarbixin. Hannover bajarek pir zindî ye. Ji ber vê yekê em dixwazin ji vir destpê bikin. Di konsêra Hannoverê de 12 hunermendên me stranên xwe dibêjin. Di konsêrên me yên din de hunermendên cuda dê derkevin ser sahneyê. Bi vî awayî em dixwazin 90 hunermendên xwe derxin ser dikê . Muzîkjenên ku mohra xwe li muzîka Kurdî dane li ser sahneyê careke din deng û awazên xwe zindî dikin. Her wiha xelkê li hev dicivînin.”















