ADAR JIYAN
Taybetmendiya herî mezin a ku mirov ji candarên din vediqetîne hestên afirandinê ne ku di nav hebûna hişmendî û behreya ramanê de didebirin. Hînbûna zimên, ji zarokên ku di navbera zikê dayikê û hembêza wê de mezin dibin dest pê dike. Di destpêkê de zarok dixwaze tîbûn an jî birçîbûna xwe bi giriyê vebêje û ragihîne dayika xwe; paşê dest bi lasaya gotinên ku ji malbat û derdora xwe ya nêzîk dibihîse dike. Zimanê ku zarok pê daxwaz û pêdiviyên xwe derdibire û hestên xwe (cîhana hundirîn) vediguhêze cîhana derveyî, li gel geşbûn û mezinbûna wê/î bi awayekî yekta bi pêş dikeve. Di vî warî de ziman ji bo berhemeke bedew jî hêmaneke bingehîn e. Huner bi veguhastina hest û ramanan derdikeve holê. Derbirina hest û ramanan jî bêyî ziman ne pêkan e. Belê hemû zimanzan vê nihêrînê napejirînin. Hinek zimanzan angaşt dikin ku mirov bê ziman jî dikare bifikire. Li gor nihêrîna wan; tu têkiliya xebatên muzîk, wênesazî û peykersaziyê bi ziman re nîne. Dîsa li gor wan, fikirandin, pêvajoyeke hişê serbixwe û hişmend e ku bi tevayî ji ziman cuda ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku têgihên razber ên wekî wijdan, dadmendî, xuypakî, dilpakî, dilsozî, dilovanî, rêzdarî, hezkirin, dilxweşî, şahî, kîn, şîn, kerb, xemgînî, bêzarî û hwd. bêyî ziman nayên vegotin û ravekirin.
Li pêşberî van herdu nihêrînên cuda, herçendî ku em ziman û ramanê ji hêla taybetmendiyên wan ve wekî du pêvajoyên cihê bibînin jî, divê em qebûl bikin ku ji bilî awarteyên wekî muzîk, wênesazî û peykersaziyê hemû ber û berhemên hest û ramanê bi saya zimên tên vegotin û veguhastin.
Bê ziman raman nabe
Heke ziman tune be, raman bi serê xwe bi kêrî tiştekî nayê. Tenê hunera amûrjenî, wênesazî û peykersaziyê bêyî zimên jî pêkan dibe. Ger em bi awayekî camidî/objektîf ziman di qada hunerê de bi kar bînin û tenê wekî zimanê hunerê bibînin, rewş diguhere. Mînak; ger babet şaxê hunerê yê wênesaziyê be, zimanê wêneyê xêz, reng, çilk, şewq û sîwan e. Ger babet şaxê hunerê yê wêjeyî be, zimanê wêjeyê bêje, biwêj û gotin e. Ger babet şaxê hunerê yê muzîkê be, zimanê muzîkê nota, lêdan û deng e. Ger babet şaxê hunerê yê sînemayê be, zimanê sînemayê perdeya zîv e. Herwekîdin; zimanê baleyê û dîlanê jî reqs, liv û bizav e. Belê herikîna zimanê hunerê jî li gor dem û cihî diguhere; carinan nerm e, carinan hişk e, carinan hînker e, carinan qerfî ye, carinan jî azwer e. Zimanê hunerê hestyar e; ji hêla fonksiyonel ve hin caran tiral, hinek caran çalak, hinek caran bifikar, hin caran jî bibiryar e.
Şopandin û sêwirandin
Zimanê hunerî yê ku di hunera dîtbarî de diguhere, êdî ne bi peyvan; bi reng, şewqdan, sî û xêzan tê vegotin. Belê hînek kes jî tenê bi awayê vegotinê ji mirovan re behsa cîhana hundirîn a kesên din dikin. Berhema hunerî ji ber ku bêtir di encama lêhûrbûn û hewldanên bêhempa de derdikeve holê di pêvajoya afirandina hunerî de, ji bo ku berhemek bedew bê hilberandin pêdivî bi lêhûrbûna cîhana hundirîn heye. Berhema hunerî ne bi lasayikeriyê, bi şopandin, hewldan û behreya afirîneriyê derdikeve holê. Hunermend di tevahiya jiyana xwe de bi berdewamî xwezayê dişopîne û disêwirîne. Şopandin û sêwirandina xwezayê ji bo afirandina berhema hunermend dibe alav û amûrên bêhempa.